Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nêzîk wê firneya Til Berek bikeve xizmetê

ŞIHAB EL-EHMED  / EHMED SEMÎR

TIL BERAK– Daîreya Bazirganiya Hundirîn û Parastina Madeyan a girêdayî Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo, bi alîkariya şaredariya navçeya Til Berakê  xebatên temîkririna fineya mezin  a navçeyê didomîne. Hate zanîn ku dê firne demek nêzîk de carke din bikeve xizmetê.TILBEREK-CEKIRNA-FIRNA-NAN ‫(149029377)‬ ‫‬

Firneya Mezin a navçeya Til Berakê ya kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê di dema çeteyan de rastî dizîn û talanê hat.

Komên çete alavên firneyê talan kirin û ji bilî dîwarên firneyê tiştek nehîştin,  her wiha çeteyan wê demê ard û genimê navçeyê û gundewarên wê jî i dapoyên sereke dizîn.

Piştî ku navçe di 29`ê sibata 2015`an de bi destê şervanên YPG/YPJʹê hat rizgarkirin û ji ber ku firne na amadebû nan peyda bike, şêniyan wek berê bi destan pêdiviya xwe ya nan dikirin.FERXWEZAD ISMAIL

Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê, ji bo dawî li aloziya nan bihîne kete nava tevgerê û destek da Şaredariya Gel a navçeya Til Berakê ya destpêkirina ji nûve amadekirina firneyê. Li ser vî esasê ji meha gulanê ve xebatên temîrkirinê destpê kir.

Şaredariyê piştî tevahî alav, derî, pencere û pêwîstiyên firneyê peyda kir û dîwarên wê tamîr kir, her wiha cenetorek mezin û alavên kêm jî peyda kir, karîbû avahiya firneyê amade bike.

Endamê rêveber ê Daîreya Bazirganiya  Hundirîn û Parastina Madeyan Firxwazda Îsmaîl diyar kir ku xerckirina tamîrkirina firneyê gihîşte nêzî 40 milyon lîreyên Sûriyê.

Firxwazda her wiha balkişande ser wê yekê ku firne dê nan ji zêdeyî 50 gund û navenda navçeyê re peyda bike û got ku dê firne rojane 12 tom ard bipijîne.

Tê payîn ku di çend rojên pêş de firin bikeve meriyetê.

(rr/dc)

ANHA