Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nezîra Gewriyê: Jineolojî bingeha bîrdozî ya pêşerojê ye

 QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê û endama Yekîtiya Jinên Suryanî Nezîra Geweriyê jineolojî wekî bingeha bîrdoziyê ya nivşên pêşerojê bi nav kir û got “Jin dikare bi vê zanistê hemû mafên xwe bi dest bixe.”

Nezîra Gewriyê ku tevlî Yekemîn Konferansa Akademiya Jineolojî ya Bakurê Sûriyeyê ku li bajarê Dêrikê tê lidarxistin axaftinek kir.

Nezîra ev konferans wekî pêşketineke dîrokî ji bo jinê bi nav kir û got “ji bo zanista jin hêmanên bingehîn û sereke têne danîn. Jina ku civak ava kiriye û pêş xistiye dikare bi vê zanistê careke din vê rastiyê vejîn bike.”

Nezîra Gewriyê pêngavên ku jinên Bakurê Sûriyeyê avêtine û ji bo pêşeroja jin û civakê îmzeya xwe xwe lê xistine destnîşan kir û ev tişt got “Jinê di şoreşa xwe de pêşengîtî kirine û parastina vê xakê kirine. Jinê di warê siyasî, aborî û civakî de roleke pêşeng lîstiye. Ji ber vê çendê divê em hemû ji bo azadiya xwe destê xwe bidin hev û bi hişmendiya azadiya jin ber bi cîhaneke aştiyane û dadmend ve biçin.”

Vê rayedara jina a Suryanî diyar kir ku di hemû şoreşan de jinê pêşengîtiyê kiriye û piştî ku şoreş bi ser ketine ji ber adet û irfên civakî mafên jinê jê hatine standin.

Nezîra ev yek jî li axaftina xwe zêde kir “Jin dîrok û jiyan e. Eger em berê xwe bidin dîrokê em ê bibînin ku jin dendika yekê û çavkaniya jiyanê ye. Ew nûnertiya nîvê civakî dike û nîvê din jî xwedî dike.”

Nezîra Gewriyê jineolojî wekî bingeha bîrdoziyê ya nivşên pêşerojê girte dest ku jin dikare bi vê zanistê hemû mafên xwe bi dest bixe.

Rayedara Suryanî di dawiyê de xwest ku jin bi zanista xwe bîrdoziyê îsbat bike û feraseta hevjiyana azad bide rûniştandin.

(he)

ANHA