Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Niha rewşa navenda Reqqayê çi ye?

Dosya

Li Reqqa bûhayê nan giran jiyana mirovan jî erzan bûye!

ERDOGAN ALTAN

REQQA – Li navenda bajarê Reqqayê ku çeteyên DAIŞ’ê hemû tiştên bazirganiyê xistiye destê endamên xwe, kesên li hemberê ve muxalefetiyê an jî nerazîbûnê nîşan didin an tên kûştin an jî bi zorê ji bajêr tên derxistin. Ji ber vê yekê tê gotin ku bûhayê repteke nanê gihiştiye 220 lîreyê, ji ber ketin û derketina bajêr hatiye qedexekirin xiradên xwarinê ji ber ji hêla endamên çeteyan ve di depoyan de hatine veşartin, hema bêje nemaye. Ev rewş jî dibe sedema nirxandina ‘Li Reqqayê bûhaya nanê giran jiyana mirovan jî erzan bûye’.

Pêşveçûna şervanên Odeya Operasyona Xezeba Firatê ya ku ber bi Tebqayê ve her çiqas diçe zêdetir dibe û dora Reqqayê hatiye dorpêçkirin, ya çeteyên DAIŞ’ê neçar hiştiye. Ji ber vê yekê çete serî li riyên cur bi cur dide. Çeteyan ku hemû tiştên bazirganiyê xistiye destê endamên xwe dixwaze sivîlan bi birçîbûnê terbiye bike, kesên li hemberê van pêkanînan derdikeve jî an tên kûştin an jî bi zorê ji Reqqayê tên derxistin.

Bûhaya reptek nan gihiştiye 220 lîreyê

Çeteyên DAIŞ’ê di bin navê ‘ewlekariyê’ de hemû tiştên xwarin û vexwarinê xistine destê xwe, 17 firûnên nan yên li bajêr bi 3 firûnan kirine yek û li başurê bajêr hatine bicih kirin. Li ser firûnan ku endamên çeteyan dimînin, bûyaha repteyek nan derketiye 220 lîreyî. Hat gotin ku ji ber ketin û derketina bajêr hatiye qedexekirin, hemû tiştên bazirganiyê ketiye destê endam an jî alîgirên çeteyan. Hat gotin ku kîloya birincê bûye 2 hezar 100 lîreyê, ji bilî wê bûhaya tiştên xwarin, vexwarin û hwd in hatiye bûha kirin. Her wiha hat ragihandin ku ji bilî wan ji ber hemû cure bazirganiyê endamên çeteyan di depoyan de veşartine, hema bibêje xirad nayê dîtin.

Çandinî û sewalkarî nemaye!

Çavkaniyên sereke yên ku gelê herêma Reqqayê debara xwe jê dikin, çandinî û xwedîkirina sewalan e. Gelê heremê her çiqas çandiniyê herî zêde li erdên li qeraxên çemê Firatê dikin jî, lê îsal ji hêla çeteyan ve bi hinceta ‘ewlekariyê’ nahêle çandinî bê kirin. Sewalkarî jî li ber dawîbûnê ve diçe. Lewra li heremê ku tiştê herî erzan û heta bazirganiyê derve jî dihat kirin goşt bû lê niha hema bêje goşt nayê peydakirin an jî pir bûha tê firotin.

Yên nerazîbûn nîşan didin an tên kûştin an jî windakirin

Tê gotin ku kesên li hemberê van pêkanînan derdikevin an tên kûştin an jî bi zorê tên derxistin û îşkence kirin. Li gor agahiyan din di  5 mehên dawî de 86 kesên li hemberê van pêkanînan nerazîbûn nîşandane an hatine kûştin an jî hatine windakirin.

Bikaranîna teknolojî hatiye qedexekirin

Ji bilî van pêkanînan, li bajêr bikaranîna amûrên teknolojî bi taybetî wek e telefon, temaşekirina televizyon hatiye qedexekirin.

Cih û warên dîrokî hatine wêrankirin!

Çeteyên DAIŞ’ê ji bilî mirovahiyê, dijminatiya xwe ya li hember cih û warên dîrokî de jî di her firsendan de datîne holê. Çawa piştî rizgarkirina Bendava Tişrîn, Minbic, Holê, her wiha piştî bajarê dîrokî Palmîra radestê rejîmê kir, derketibû holê hemû cih û warên dîrokî hatibûn tarûmarkirin, li bajarê Reqqayê jî heman tiştî derketiye holê. Piştî rizgarkirina Kela Caber a Reqqayê ku ji hêla çeteyan ve hatibû wêrankirin ketibû rojevê, li derdor û nava bajêr cihên dîrokî yên wek e Bab Bexdad, Qesir El-Benat û Sûrê El-Rafîqa heyî, an hatine kolandin an jî xirakirin.

ANHA