Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nikare zarokên xwe bişîne dibistanê

EYN ÎSA- Dayîka 4 zarokan a bi navê Rebîa Şerqî El-Ehmed (40) ji ber xizanî û rewşa zehmet zarokên xwe naşîne dibistanê.REBIA ŞERQI (1)

Jina bi navê Rebîa Şerqî El-Ehmed dayîka 4 zarokan e. Ji ber rewşa jiyanî ya zehmet Rebîa nikare zarokên xwe bişîne dibistanê. Rebîa nikare xwarin û vexwarinê ji zarokên xwe re peyda bike. Bi vebûna dibistanê re Rebîa nikare zarokên xwe bişîne dibistanê û vê yekê bi sedemên aborî û xizaniyê ve girêdide.

Zarokên Rebîa di rewşeke zehmet û mehrûmiyê de jiyan dikin. Rebîa ji ber xizaniya xwe serî li Mala Jinê da û rewşa zarokên xwe ji wan re şîrove kir. Mala jinê jî li gorî derfetên heyî alîkarî pêşkêş kirin.

Rebîa spasiya Mala jinên kir.

(hh)

ANHA