Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nîşanên guhertina helwesta Rûsyayê li hemberî êrîşa li dijî Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Oleg Syromolotov diyar kir ku dibe ku dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê aramiya li herêmê tevlîhev bike.

Dibe ku ev daxuyaniya ji aliyê rayedarekî Rûsyayê ve destpêka veguhertina helwesta Rûsya ya fermi li hember êrîşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efîrnê bike. Ev yek di heman dema ku Fransa jî xwest ku Tirkiye ji axa Sûriyeyê vekişe û Îranê jî dubare banga rawestandina êrîşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê kir.

Oleg Syromolotov girêdayî mijara dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Efrînê wiha got: “Mixabin li herêmeke nû ya Sûriyeyê alozî berfireh dibe.”

Evan daxuyaniyên Rûsyayê diyar dike ku niyeta Tirkiyeyê di avakirina xalên çavdêriyê li gundewarê Helebê cihê gumanan e û ji aliyê hêzên rêjîmê ve jî rastî êrîşan hat.

Rayedarê Rûsyayê weke her car Emerîka tewanbar kir û got ku nakokiyên di navbera berjewendiyên Emerîka û Tirkiyeyê de li herêmê her diçe zêde dibe û li gorî Ajansa Novostî ya Rûsyayê rewşa li Efîrnê ji ber tevgera Emerîkiyan pêk hatiye û dibe ku aramiya li herêmê tevlîhev bike.

Oleg Syromolotov ne got ku welatê wî riya êrîşa li dijî Efrînê ji Tirkiyeyê re vekiriye. Evan daxuyaniyên rayedarên Rûsyayê piştî ku Cebhet El-Nusra balefireke Rûsyayê li Idlibê xist xwar pêk tên.

Tevî ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştrast kir ku balefira wê bi çekeke li ser milan hatiye xistin lê aliyê ku evan çek dane Cebhet El-Nusra nîşan nekir da ku nakokiyên xwe bi Tirkiyeyê re di vê dema niha de zêde neke û wiha domand: “Enqere dibêje ku xebatên ku leşkerên Tirk dimeşînin ne li dijî xebatên siyasî yên li Sûriyeyê ne.”

(jh)

ANHA