Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nivîskar Xelîl Kalo hate bibîranîn

TIRBESPIYÊ- Şêniyên Tirbespiyê nivîskar û rewşenbîr Xelîl Kalo di 2ʹemîn salvegera wefata wî de bibîr anîn.TERPSBI-XLEIL KALO ‫(1)‬ ‫‬

Bi dehan rewşenbîr û şêniyên Tirbespiyê û gundên wê nivîskar Xelîl kalo bi mersîmekê bibrî anîn. Merasîm li Akadmeiya Şehîd Yekta Herekol hate lidarxistin. Mersîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Nndamê Yekîtiya Rewşenbîran Mihemed Selîm Ico axivî û di destpêka axaftina xwe gotina Nivîskar Xelîl Kalo ya beriya wefata wî ku di gotʺÇawa YPG û YPJʹê terorist têk birin, ezê vê nexweşiyê têk bibim.ʺ Mihemed Selîm Ico her wiha da zanîn ku şehîd Xelîl Kalo bingeha Yekîtiya Rewşenbîran bû. JI hemû kesî re bibû mînak û xwediyê fikir û ramenekî fireh bû. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser şopa şehîd Xelîl Kalo bimeşin.ʺ

Di merasîmê de li ser navê Şehîd Xelîl Kalo Kurê Birayê wî Xebat Kalo axivî û got ku ew  şopdarên riya wî ne û rola wî ya di pêşxistina çand û wêjeya kurdî de bibîr xist.ʺ

Di dawiya merasîmê de helbest van Evîn Mihemed û hin helbestvanên din helbest pêşkêş kirin.

 (bx)

ANHA