Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nivîskarê Îraqî: PKK’ê projeya Demokratîk a Rojhilata Navîn pêş xistiye

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û Lêkolînerê Îraqî Dr Sadiq Etmîş diyar kir ku Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) li Rojhilata Navîn di tekoşîna xwe de projeya Konfedraliya Demokratîk esas girtiye.Etmîş, her wiha da zanîn ku PKK’ê bi tekoşîna xwe berê busileye hemû partiyên çepgir daye cihekî nû.

Dr Sadiq Etmîş derbarê tekoşîna 39 salan a PKK’ê û guhertinên li herêmê ku tevî hemû şert û mercên zehmet yên li herêmê pêk aniye bersiva prisên ajansa me (ANHA) dan.

*Derketina PKK‘ê û Rêberekî wekî Ocalan li Rojhilata Navîn tê çi wateyê?

Di hemû civakan de derketina partiya siyasî guhertinên mezin di nava civakê de çêdike. Derketina partiyan ji xwe ji bo jiyana komeke di nava civakê de ku dixwaze civaka xwe nîşan bide derdikeve. Derketina partiyekê mirov dikare wekî destpêka lukimandina zarokan binav bike. Destpêkirina avakirina partiyeke siyasî li ser sê hêmanan tê destpêkirin,ya yekem bigeha wê ya fikrî, ya duyemîn li ser rêbertiya wî fikirî nîşan bide û ya sêeyîn jî hebûna hêza wê ya gelekî jî nîşan dide. Di vir de jî cidiyeta tewrîk û pirtîkî bi hev re pêşeroja vê koma siyasî (Partiyê) tê nîşandan.

Tişta min ji derketin û tevgera PKK’ê nas kiriye, vê partiyên dema xwe ya lukimandinê derbas kiriye û gelek qonax û ezmûn derbas kirine. Gav û qonaxên ku ezmûnên mezin bûn derbas kiriye. Rêveberiya PKK’ê berjewendiya gelê xwe baş dizanî û mînaka duyemîn girêdana wan a bi xakê ve, her wiha rewş û bûyerên rojane ku têne jiyankirin pêşeroja xwe diyar dikin. PKK’ê nîha jî dê tenê di xeta ku destpê kiriye tekoşîna xwe bidomîne.

*Xalên bingehîn ji felsefeya Ocalan ku bala we kişandine çine?
‘PKK‘ê boseleya partiyên çep ên Rojhilata Navîn da cihekî nû

Dema em rola Rêbertiya partiyekê lêkolîn bikin, tê wateye ku guheritnên di tevgera xwe de pêk bîne, her wiha li gorî pêwîstiyên gel tevdigere û wiha xwe di nava hemû şert û mercan de pêş dixe, mirov baş dikare nerîna xwe derbarê wê de bide. Guhertinên ku di derdorên herêmî û navdewletî de pêk hatin, em nikarin ji nedîtî ve hesab bikin, li ser vî esasî jî baweriya bi nerîna xwe gelekî girînge. PKK’ê bi rastî jî ev pêk anî û bandor li tevahiya partiyên siyasî yên li herêmê kir. Bi taybet jî partiyên çep ên Rojhilata Navîn bi vê yekê bi bandor bûn.

Çavdêr û şopdarên geşedanên rojane yên li Rojhilata Navîn û bandorên wê yên di siyaseta navdewletî de, dê rojane guhertinan di siyaseta herêmê de bibîne.

PKKê bi baldarî fikrê pêşketî di şert û mercên herî dijwar de parast

Em nikarin bibêjin ku ev nerînên nû ku PKK’ê esas girtiye û tevgera şoreşgerî li ser esasê wê gavên xwe avêtine tenê li herêmê bandorderbûn.  Lê belê PKK’ê ne wekî tevgerên din ên şoreşger ma, lê belê di aliyê fikrî de gelek guhertin ava kir.

PKK’ê di şert û mercên herî dijwar de jî ji bo parstina fikrê pêşketî parstin. Di rewşa şerê çekdarî de ku li dijî dijminekî netewperest û şofinist li ber xwe da û tekoşîna xwe ya ji bo civakê domand.

Dema em behsa şofînistiya netewî û paşverûtiyê dikin, nayê wê wateyê ku em tenê hêzên newetî yên mezin li herêmê xaka Kurdistanê dagirkirine wekî ereb, tirk û farisan nîşan didin, lê belê li vir em hemû nerîn û fikirên netewî yên teng ku hin partiyên kurdî yên li Kurdistanê jî nîşan didin.

Ev yek jî bû sedema ku mayîna li ser fikrê xwe û nerîna xwe di nava zehmetiyan de pêk were. Dema em behsa paşverûtiyê û paşdemayîna fikirî dikin em hemû tevgerên netewperest nîşan didin.

PKK’ê ev meseleya netewî bi serkeftî derbas kir û di helwesta xwe ya piratîkî de heta dawî ma. Karîbû di tewrîk û pratîka xwe de karê siyasî û têkiliya di nava gelan de pêş bixe. Ev yek di civaka kurdî de  ku gelek caran partiyên xwedî nerîneke şofinist û netewperest  li ser wan serwere bû, pêk hat.

*Hûn nerîna Ocalan a li mijara dewleta Netewî ya li Rojhilata Navîn çawa dinirxînin?

PKK’ê bi nerîn û tekoşîna xwe ya siyasî ji hemû partiyên herêmê û heta parstiyên çepgir jî cûda bû. Pêşketina fikrê PKK’ê ku li gorî pêwîstiyan û şertên herêmê pêk hatiye. Ji xwe di vê reşwê de misogerkirina xeta siyasî ya dewleta netewî ya di bin sîwana hêzên sermyandara de wê ne pêkane be. Fikrê PKK’ê bi zenebûn ev mijar lêkolîn kir û Ocalan û hevalên xwe yên di partiyê de nerîna şoreşger ya gel esas girt, ev ne tenê ji bo gelê kurd, lê belê wekî nimûneya herî baş a ji hemû gelê herêmê re. Ev nerîna herî baş ji bo pêkanîna diruşmeya hemû gelan a pêkanîna çarenûsa xwe ye. Di vê rewşê de tekoşîna PKK’ê derket û zanebûna siyasî ya rêveberiya wê berê vê qonaxê û pêşeroja serdemê nîşan da. Pêşeroja ku di nerîna gelek aliyan de tenê dewleta netewî û ji derveyî wê tu rê nîn in, şikand.

Çi kesê tekoşîna gelêp kurd ya li ser xaka Kurdistanê bişopîne, nikare ezmûna dewlemend a li Bakurê Kurdistanê ji nedîtî ve hesab bike. Gelek nerînên nû di vê derbê de hatin pêşniyarkirin. Bingeha çarenûsa gelê herêmê ku bi dewlemendiyeke fikrî pêk hat, bû bingehe sereke ya berxwedan û tekoşîna gelan a di serdema dîrokî ku di vê dema cîhana nûjen tê re derbas dibe, pêk hatiye. Piştî şerê cîhanê yê yekem gelê kurd di serdema dewleta Osmanî de rastî parçebûnê hat. Kurd di navbera neviyên dewleta Osmanî (Dewleta Tirk a Kemalî) û dewletên nû ku di encama peymana Sayic-Beko de hatin avakirin. Di wê demê de mezintirîn gelê ku di cîhanê de bê dewlet hate hiştin.

Pirojeya nû ya Rojhilata Navîn Konfedraliya Demokratîk e

Tevî ku mafê gelê kurd û hemû gelên berxwedêr ên herêmê ew e ku mafên xwe bidest bixin jî, lê nerîna pêşketî ku Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan û şoreşa pêşeng a ber bi pêkanîna Xweseriya Demokratîk a di nava hemû civaka de pêk tê, fikreke gelekî pêşketî di herêmê de ye.

Ev di pirtûk û parêznameyên birêz Ocalan de pir bi awayekî zanistî û bedewhatiye destnîşanikirin. Ocalan di pirtûka Ocalan Manîvztoya Civaka Demokratîk de hatiye destnîşankirin. Di wir de birêz Ocalan bi awayekî vekirî diyar dike ku nerîna wî fikrê birciwazî ya xwe dispêre tunekirina aliyê din red dike.  Di heman demê de destnîşan dike ku pirojeya Konfedraliya Rojhilata Navîn dikare hemû gelê herêmê di nava xwe de bigre. Bê guman ev yek jî berûvajî nerîna dagirker ku rêvebeirya Amarîka û pirojeya wê ya bi navê Rojhilata Navîn a Mezin destnîşankiriye, pêk hatiye.

Ji vir ve jî li ser esasê fikrê ku tevgera şorşger a kurd nûnertiya wê dike û ji baweriya wê ya bi Konfedraliya Demokrratîk ku tê xwestin li Rojavayê Kurdistanê pêk were, divê hemû hêzên dijwer nerîna xwe careke din di ber çavan re derbas bikin. Ji ber tevgera şoreşger a kurd ne tenê ji bo berjewendiya gelê kurd pêk tê, lê belê ji bo demokrasiya tevahiya herêmê pêk tê.

Ji ber wê divê ew hêzên dijber li şûna ku bi hêzên hegemon û dagirker ku dixwazin li herêmê dewletên olî yan dewletên netewî ku bi heman pîvanan ku dewletên netewî yên ereb, tirk û faris hatine ava bikin, saz bikin. nerîna wan dewletan ji xwe dûrî meşa mirovahiyê ya di sedsala 21’an de pêk hatiye.

* Hin  alî fikrên Ocalan a Netewa Demokratîk nepêkane û xeyalî binav dikin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Tiştekî normale ku hin hêz û aliyên xwedî nerînên teng û tevgera xwe ya eşîrtî, partî û herêmtiyê diparêzin fikrê Ocalan qebûl nekin. Ev ji bermahiyên paşverûtiyê ku van tevgeran di xeta xwe ya netewî, olî û şovinist de esas girtine, hatiye. Ji xwe nerîna wan çanda nezanî û tenatiya ber bi avakirina netewî de saz dike. Naxwazin şaristaniya dewleta sivîl a demokratîk ku dikare berê tevgerên layîk bide guherin, pêş bikeve. Di nerîna wan de tenê nerîna wan a Layîk wê karibe gelên bindestê ji kufnika bircuw û hevkarên wê ji hêzên ku mirovahiyê diçewisînin rizgar bike. ya rast ev dikare bi hevgirtina anternasonal û civaka demokraîtk pêk were. Gelê kurd di hemû aliyên xwe de ji wan aliyan ne rizgar nebû, lê belê hin çînên ku rêveberiya vê nerînê dikirin berxwedan û tekoşîna gelê kurd xistin xetên windabûna bircuwaziyê de. Ev yek jî bû sedema ku civaka ku zora wê hatiye birin, di bin sîwana wan rêveberan de bimîne.

Fikr û ramanê PKK’ê yên derbarê civaka Demokratîk tiştekî xwezayî ye, ji ber vê yekê jî metirsîn di nava wan aliyên dijber de çêkiriye.  Ji ber fikr û nerîna PKK’ê hebûna çînên desthildara û hakim tengav dike û rastiya wan ji civakê re nîşan dide.Pêşketina ku di herêmê de pêk hatiye, diyar kir ku nerîn û ramanê ku PKK’ê destnîşan kiriye ne xeyale, lê belê wê berê boseleya sereke ya hemû partiyên Kurdistanê bide guhertin, na ne tenê wiha lê belê wê nerîna anternasyonal a ber bi aştiya cîhanê û edaleta civakî pêş bixe.

* Di nerîna we de çi guhertin di nava civaka kurd û Rojhilata Navîn de piştî frketina fikrê PKK û Ocalan pêk hatin?

Dema em şêwazên tekoşîna Tevgera Rizgarî ya Kurd bi serkêşiya PKK’ê bişopîne, em li gir bi serbilindî beşdarbûna jinan a di nava tekoşînê de dibîne. Di vê tekoşîna jinan de çemberên li ser jinan hatibû ferizkirin hate rakirin. Beşdarbûna jinan di nava tekoşînê de cihê serbilindiyê ye. Jina ku ji sedan salan hebûna wê hatibû paşguhkirin derkete holê. Jinên kurd duh derketin û îroj jî derdikevin. Êdî hemû cîhan tekoşîn û qehremaniya jinên kurd dibîne. berxwedana hate û tê nîşandan hişt hemû kesên biçûk li jinê binerin, nerîna xwe bidin guhertin. Di tekoşîn û berxwedana hate meşandin ne tenê jin li kêleka bir, heval, hevjîn û hevalên xwe yên zilam de pêk anî, lê belê fermandarî û rêveberiya tekoşînê jî kir. Gelek çalakiyên şer bi xwe pêk anî û hişt ku hemû cîhan berxwedana jinan bibîne. berxwedana jinan di nava PKK’ê de hişt ku heta dijminên gelê kurd û kesên bikîn û nefet jî bi nerîneke din li tekoşîna jinan binerin.

‘Jinên kurd serbilindiya hemû mirovahiyê ye

Jinên kurd di tevahî qadên berxwedanê û li Kobanê wekî nimûne, an jî li ser xaka Kurdistanê duh mînakên berxwedan û tekoşîna sibe jî nivîsandine. Bûye serbilindiya hemû mirovahiya pêşeroja azad, bi tekoşîna xwe hemû tevgerên azadiyê ronî kir.  Tekoşîna şoreşgerî ya jinan hişt ku hemû cîhan di sedsala 21’an de stranên qehremaniya wan şervanan bistrên. Her kesî qehremnaiya wan a ji bo parstina xaka xwe ku nerênên derew ên nizim li jinan dinerin şikandin û vala derxistin. berê nizim li jinan dihate nerîn. Jinên kurd li kobanê evsaneyên jinên qehreman nivîsandin. li wir tiştên herî binirix ku mirovahiya pêşketî di tekoşîna xwe de pêk aniye saz kirin. Kobanê bi jin û zilamên xwe tekoşîna Stalîngirad dewam kir, gihişt Komûna Parîs û serkeftinên Vêtnamê. Ne tiştekî ecêbe ji ber ku tekoşîna wan xwe dispêre nerîneke ronakbîrî û û hebûna tevahiya mirovahiyê ku PKK’ê li ser esasê wê tekoşîn dike.

*Tê gotin ‘tenê çiya dostên kurdan e‘ di nerîna we de bi derketina PKK‘ê ev nerîn di cih de ye?

Bê guman serekftinên gelan a ji bo bidestxistina mafên gelên bindest û bi taybet çarenûsa hemû civakê ya ji bo aştî û edaletê, hatiye meşandin.  Guman di hêza gelê kurd a berxwedêr de nîne, dê tekoşîna xwe ya di hindir û derve de bidomîne, gelê kurd hêjaye ku jiyaneke azad û bi rumet li ser xaka xwe jiyan bike, bê guman wê PKK’ê xeta rêveberiya vî gelê bidomîne û dê ala fikrên xwe yên pêşketî ji bo mirovahiyê bidomîne. WÊ PKK’ê tekoşîna xwe ya ji bo hemû gelan bighîne civaka demokratîk û rizgarkirina wan bidomîne.

bela hemû pêşketên cîhanê di şahî û serkeftinên PKK’ê de beşdar bin da ku cîhana azadî û edaleta civakî pêk were.

(dc)

ANHA