Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nivîskarê Lubnanî: Bê kurdan aştî ne gengaze

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan û nivîskar Fadî Akom da zanîn ku bê beşdariya gelê Kurd û nûnerên gelê Bakurê Sûriyê aştî li Sûriyê pê nayê, her wiha anî ziman ku dê Cinê-4 biser nekeve.

Rojnamevan û nivîskarê Lubnanîn û Serokê Weşana ronameya Dengê Azad a elektronîk Fadî Akom derbarê sedemên beşdarnebûna Kurdan û nûnerên gelê Bakurê Sûriyê di civîna Cinêv-4 de, ji ANHA′yê axivî.

′Divê Kurd bi terorîstan re necivin′

Fadî Akom bal kişand ser hin dewletên ku destek didin komên ku bi navê terorîst nîşan dan û wiha got: ″Nûnerên komên terorîst jî beşdarî danûstandinên Cinêvê dibin. Divê lehengên ku axa welatê xwe rizgar kirin,  bi terorîstan re necivin. Kurd bi destê alîgirên komên çete, ji danûstandinan têne dûrxistin.

′Bê Kurdan aştî ne gengaze′

Akom anî ziman ku bê beşdariya Kurdan û nûnerên gelê Bakurê Sûriyê aştî û aramî li herêmê pêk nayê û wiha domand: ″Gelê Kurd bi berxwedana li hember komên terorîst, hebûna xwe îsbat kir. Hemû civînên ku bê beşdariya Kurdan û nûnerên gelê Bakurê Sûriyê têne lidarxistin, bê encamin.″

′Hebûna Kurdan a siyasî û leşkerî girînge′

Akom diyar kir ku Amerîka û Rûsyayê li ser parçebûna Rojhilata Navîn li hev kirine û destnîşan kir ku hebûna Kurdan a siyasî û leşkerî ya gelê Kurd nîqaş li ser nayê kirin. Akom wiha pê de çû: ″Êdî hebûna Kurdan meseleyeke nayê nîqaşkirin, ji ber vê Amerîkayê bi awayekî vekirî destek da hêzên Kurd.″

Akom her wiha got ku Amerîka û Rûsyayê bi awayekî cidî dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, her wiha anî ziman ku dibe ku ji ber kiryarên komên çete çareserî dereng bimîne. Akom wiha axivî: ″Dema ku tevahî axa Sûriyê ji komên çete rizgar bibe û rê li pêşiya koçberiyê were girtin, dê li Sûriyê aştî pêk were.″

Rojnamevan û nivîskar Fadî Akom di dawiya axaftina xwe de, got ku dê di demên pêş de, cinêv 5, 6 û 7 jî werin lidarxistin û anî ziman ku dewletên ku beşdarî van civînan dibin, xwe parçeyek ji çareseriya aloziya Sûriyê dibînin.

(mm)

ANHA