Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nûnerê NY’yê Nikolay Miladnov gihişt Xezayê

XEZA- Nûnerê NY’yê yê Aştiya li Rojhilata Navîn Nikolay Miladnov îro di saetên sibê de gihişt herêma Xeza ya Filistînê.

Nûçegîhanê Ajansa me yê Xezaya Filistînê diyar kir ku Nikolay Miladnov îro di saetên sibê de di deriyê Hanûn a Herêma Xezayê re derbasî herêmê bû da ku teslîmgirtina hikûmeta lihevkirinê ya niştimanî ya Filistînê erka rêveberiya herêma Xezayê bişopîne.

Nikolay Miladnov beriya niha çend caran serdana Xezayê kiriye û rewşa li wir di aliyê mirovahî de şopandiye. Nikolay Miladnov herî dawî jî diyar kir ku NY’yê pştgiriya lihevkirinê ku di demên dawî de li paytexta Misrê Qahîra di navbera Tevgerên Hemas û Fetih de pêk hatine dikin.

Lihevkirina di navber tevgerên Hemas û Fetih de piştî ku Hemas Komîteya Rêveber a Xezayê fesix kirk et meriyetê. Lihevkirina herdû aliyan di hevdîtinên ku bi beşdarbûna berpirsên Misrê re pêk hatiye.

(dc)

ANHA