Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nûnerên 68 welatan ji bo şerê DAIŞ’ê dicivin

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrên karê derve yên 68 welatan di çarçoveya civîna Koalîsyona Navdewetlî ya li dijî DAIŞ’ê Dê îro li Amarîka bicivin.

Li gorî nûçeya RUtersê piştî serokê Amarîk Doland Trump hate ser kar yekem car wezîrên karê derve yên 68 welatan di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de dê îro li paytexta Amarîka Waşonton bicivin.

Serokê Amarîka gotibû ku dê pentagon xebata xwe ya pêş bike şerê li dijî DAIŞ’ê.

Hate gotin ku di civînê de dê şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Îraqê were nîqaşkirin, her wiha dê mijara şerê li dijî DAIŞ’ê li Lîbyayê û xebatên ji nû ve avakirina Mûsilê bikin rojeva civînê.

Serokwerzîrê Îraqê Heyder Ebadî 2 rojberê serdana Amarîka kir û bi serokê Amarîka re civiya. Ebadî têkildarî civînê got ku Amarîka soz daye ku piştgiriya xwe ya ji hêzên Îraqê yên li Mûsilê şerê DAIŞ’ê diin zêde bike.

)dc)