Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nûnerên meclîs û şaredariya Mistefawiya hatin hilbijartin

QAMIŞLO – Hevserokên meclîs û şaredariya bajaroka Mistefawiya hatin hilbijartin û komîteyên meclîsê hatin avakirin.

Meclîsa navçeya Girlê Legê bi armanca hilbijartina hevserokên meclîs û şardariya bajaroka Mistefawiyê bi beşdarbûna endamên meclîsa bajarokê civîneke li dar xist.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl li ser giringiya sazkirina meclîsan û rola wan di xizmeta civakê de axivî.

Cemîl, bang li endmaên meclîsê kir ku erka xwe ya rêxistinkirina civakê  baş pêk bînin.

Paşê hilbijartinan dest pê kir. Di encamê de Eytan Elî Mihemed û Xelîl Behrem weke hevserokên Meclîsa Bajarokê Mistefawiya  û Bêrîvan Yûsif Ibrahîm û Lazgîn Emîn Elî weke cîgirên wan hatin hilbijartin.

Ayşa Ibrehîm û Mehmûd Mûsa Hemdo weke hevserokatiya Şaredariya Mistefawiya û Şêrîn Eyûb weke cîgir  hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinan 8 komîteyên meclîsa hatin sazkirin.

Di dawiya civînê de, hemû endamên meclîsê sond xwarin.

 (hş)

ANHA