Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nûrî El-Malîkî bersiva daxuyaniya Erdogan da

NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê Nûrî El-Malikî got ku  daxuyaniyên Erdogan destwerdanekî ne rewa di Iraqê de ye û nîşana dijminahiya wê ya bi gelê Iraqê re dide xuyakirin.

Erdogan Heşdi El-Şebî wekî rêxistineke terorîst bi nav kir û dewlata Îranê tewanbar kir ku hewl dide hêzeke Farisî li 4 welatan ava bike.

Li hember vê daxuyaniya Erdogan, Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê  Nûrî El-Malikî got ku daxuyaniyên Erdogan destwerdaneke ne rewa di Iraqê de ye.

El-Malekî li ser hesabê xwe ya Twitter’ê  nivîseke weşand û got: “Daxuyaniyên Erdogan û rayedarên Tirk ên li hember Heşid El-Şabî rastiya dijminahiya wan bi gelê Iraqê re û destwerdana wê ya di Iraqê de nîşan dide.”

El-Malikî destnîşan kir ku Heşid El-Şabî ji şêniyên Iraqê ne û nehêlin tu kes destwerdanê di herêma wan de bike.

(bb)

ANHA