Têkilî | Derheqê me de
ANHA

NY: Ji ber şer zêdeyî 175 hezar kes koçber bûne

NAVENDA NÛÇEYAN – Neteweyên yekbûyî (NY) got ku di encama şerên di navbera hêzên Iraqê û Şehid Şabî ji aliyekî û hêzên Pêşmerge ji aliyekî din de zêdeyî 175 hezar kes ji parêzgehên Hewlêr, Dihok û Mûsil ên Iraqê koçber bûn.

Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê di 25`ê îlona derbasbûyî de, referandûma serbixwebûna ji Iraqê pêk anî. Artêşa Iraqê û Heşd Şabî dest bi girtina herêmên bi nakok ku di êrîşa 2014‘an de xwe jê vekişand bû, kirin. Ji 16`ê vê mehê ve Artêşa Iraqê û Hêzên Heşd Şabî ango piştî referndûmê dest bi girtina wanherêmên  nakokî li ser hene kirin û gelek herêm kirin bin serweriya xwe ku Kerkûk jî di nav de ye.

Destpêkê, ji ber vekişîna Pêşmergeyan şer di navbera hêzên Iraqê û Heşd Şabî ji aliyekî û hêzên Pêşmerge ji aliyê din ve derneketin. Lê di çend rojên dawî de şer derket û vegerhî toparana bi çekên giran.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber şer zêdeyî 175 hezar kes ji parêzgehên Hewlêr, Mûsil û Dihok koçber bûn.

Cîgirê berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq, di daxuyaniyekê de got xebatkatên alîkariyê, alîkariyên pêwîst ji xwarin,vexwarin, madeyên tenduristiyê û betanî pêşkêş dikin.

(rr)

ANHA