Têkilî | Derheqê me de

NY Koalisyona Siûdî bi qetilkirina zarokên Yemenê sucdar kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Di reşnivîsa raporeke ku Netewên Yekbûyî amade kiriye tê gotin ku Koalisyona Siûdî berpirsa kuştin û birîndariya ji sedî 51 ji zarokên Yemenê ye.

Di reşnivîsê de tê diyarkirin ku Koalisyona Siûdî ji qetilkirin û birîndarkirina 680 zarokê Yemenî berpirsyar e. Sê para vê yekê jî di êrîşa dijî dibistan û nexweşxaneyan de pêk hatiye.

Li gorî heman reşnivîsê hejmara giştî ya zarokên ku hatine kuştin hezar û 340 û Hosî jî berpirsên qetilkirina ji sisiyan yekê ne.

Ev reşnivîs jî li benda erêkirina Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterich ye.

(nse)

ANHA