Têkilî | Derheqê me de
ANHA

NY’ê hejmartina jinên rastî tundiyê tên eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Netewên Yekbûyî bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, derbarê jinên ku li cîhanê ku rastî tundiyê tên de, hejmartinek eşkere kir.

Li gorî raporên NY’yê, ji 3 jinan yek bi awayekî herdem rastî tundiya zayendî û bendenî tê. Piraniya caran ev kiryar ji aliyê hevjîn pêk tên.

Li 37 dewletên cîhanê dema ku li jinekê destdirêjiya zayîndî tê kirin, piştî ku pêre bizewice ew mêr nayê darizandin.

Niha li cîhanê 750 jinên ku beriya 18 saliyê derbas bikin, zewicî ne. Ev diyardeya hanê li ser tenduristî û pêşeroja van jinan xeteriyeke mezin e.

Ji bilî vê yekê li 30 welatên cîhanê nêzî 200 hezar jin têne sinetkirin. Ji sedî 71 ji kesên ku bazirganî bi wan tê kirin, jin in.

Hejmartinên Netewên Yekbûyî diyar dikin ku ji sedî 45-55 ji jinên Yekîtiya Ewrûpayê ji 15 saliya xwe ve rastî destdirêjiyê tên.

(he)

ANHA