Têkilî | Derheqê me de
ANHA

NY’ê keştiya bombeyan a Tirkiyeyê lêkolîn dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Şandeya NY’ê ya ji bo destekdayîna Lîbyayê Xesan Selamê diyar kir ku “Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî wê ji bo keştiya dagirtî madeyên teqemeniyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye şandin lêkolîn bike.”

Polîsên beravê yên Yonanê şeva çarşemê ragihandin ku wan keştiyeke dagirtî madeyên teqemeniyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye şandin û diçû Lîbyayê zeft kirine.

Polîsên Yonanê ev keştî wekî keştiya bombeyî bi nav kirin û diyar kirin ku 29 sendoqên dagirtî madeyên teqemeniyê û bombe di vê keştiyê de hebûn.

Generalê Polîsên Beravê Yannis Suterio got “Pîlotê keştiyê îdîa kir ku berê wan li Jîboutî bû, lê vê dawiyê hate xuyakirin ku berê keştiyê li Lîbyayê bû.

Artêşa Lîbyayê ji Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî, Yekîtiya Ewrûpa, Yekîtiya Afrîka, deste û saziyên mafên mirovan ên navnetewî kir ku vê hewldana Tirkiyeyê wekî sûcekî şer bi nav bikin.

Serokê Şandeya NY’ê ya ji bo Lîbyayê Xesan Selamê di hesabê xwe yê Twitter’ê de wiha nivîsand “Lîbya hewcedarî ewlehî û aramiyê ye, lê ne hewlcedarî bombe û teqemeniyê ye.”

Selamê ev tişt jî nivîsand “Komîteyeke pispor wê karê xwe bi awayekî hostayî pêk bîne û rastiya keştiya Andromeda derbixe holê.”

Keştiya barhilgir a madeyên teqînê ya bi navê Endromîda, ji Tirkiyê bi rêket û berê xwe dabû bendera Mesrata ya Lîbya.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zêd jî metirsiya welatê xwe ji vê yekê anî ziman û got ku ev hewldan biryara Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî ya ji bo qedexekirina çekan bin pê dike.

(rr/he)

ANHA