Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Ocalan alternatîfa aloziyên civakî û ekolojîk ên cîhanê ye’

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmareke xwendekarên zanîngehên Ewropa û Emerîka banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û diyar kirin ku Ocalan bi fikra xwe hebûna jiyaneke azad bê hegomonî û bê aloziyên civakî piştrast dike. Her wiha rêbaza jiyana hevbeş û baweriya di navbera gelan de pêşkêş dike da ku dîroka têkoşîn û kevneşopiya gelan were parastin.

Bi boneya 19’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî feylesofê netewa demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêdana azadîxwazên seranserî cîhanê bi azadiya Ocalan ve zêde dibe ji ber ku bi fikra xwe ya jiyana azad û demokratîk hêviya gelan e. Di vê derbarê de hejmareke xwendekarên doktora yên zanistên civakî di derbarê fikra Ocalan û nêrîna wî di azadiyê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re nivîsandin û diyar kirin ku azadiya Rêber Ocalan daxwaza hemû zaniyar û xwendekarên zanistên civakî yên azad e.

‘Fikrên Ocalan ne tenê têorî ne, lê belê di şoreşa Rojava de ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin ketine meryetê’

Xwendekarê doktora ya zanistên civakî di zanîngeha Kambirîg (Cambridge) a Birêtaniyayê de û çalakvana Tevgera Jinên Kurd Dîlar Dêrikî çareseriya bingehîn a qedera gelan ji ber hegomonî û tundiyê ku xwe dispêre kapîtalîstê di fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne û wiha dibêje: “Di nîşanên wî de ku dîrok di serdema me ya niha de veşartî ye û em ji destpêka dîrokê ve hatine veşartin, Ocalan astetîka têkoşîna azadiya cîhanê ya mirovahiyê di rêbaza dîrokê de piştrast dike. Ji bo ciwan, jin, Kurd û karkeran û hemû kesên di bin desthilatdariyê de ne bi roleke rizgariyê ya mezin radibe. Ji ber ku fikra wî diyar dike ku hegomonî, desthilatdarî û tundî ne çarenûsek e, lê belê cîhaneke cûda pêkan e.”

Her wiha ji ber sîstema perwerdehiyê ya kapîtalîstê, niha em nizanin pirsên mezin biprisin, zanistên civakî û zanistên siyasî ku tên perwerdekirin nikarin çareseriyan ji pirsgirêkên me yên siyasî re peyda bikin. Ji ber ku veguhertineke cewherî di vê nimûneya lîberalîzma nû de tune ye, doz û pirsgirêkên civakî bêtir dijwar dibin. Felsefeiya Ocalan ne tenê rastiya azadiyê şîrove dike, lê belê rêbazên xebatên siyasî jî peyda dike. Hişmendî ji hêza me ya nirxandina rêbazên xebatan pêk tê. Ji ber vê yekê felsefeya kok nexşeriya karê siyasî ya armancdar e ku dibe bandorê bi awayekî rasterast li cîhanê bike û karibe biguherîne.

Fikrên Ocalan ne tenê gotin in, lê belê buyerên dîrokî dibe ku di şoreşa Rojava de û bi taybet serkeftina Kobanê bi pêşengtiya jinan bi awayekî pratîkî bêne dîtin.

‘Ocalan aloziyên civakî û ekolojîk ên cîhanê çareser dike.. ev sedema zaniyarî û xwendina min ji nivîsên wî re ye’

Xwendekara zanistên civakî û çalakvana siyasî ya Emerîkî Îlyanor Vînîlî hevrûkirinekê di navbera atmosfêra fikrî ya baldar û desthilatdariya tê jiyîn û pêşniyarên Rêber Ocalan de di çarçoveyeke giştî ya pêşketinên civakî yên bi azadiyê dagirtîne de çêdike û wiha dibêje: “Fikrên Ocalan zanebûna min di şîrovekirina rewşa mirovî de zêde kir. Di atmosfêra fikrî ya bi desthilatdariyê baldar e û şerên akademî yên qirêj, hin ronakbîr cesaret dikin ku agahiyên di derbarê gumanên pêşveçûna civakî pêşkêş dikin an jî girîngiyê didin kûraniya dîroka mirovahiyê ya niha. Tevî vê yekê hejmareke biçûk ji peywiran ên bêtir balkêş hene ku em bi awayekî komî li hember aloziyên civakî û ekolojîk ên cîhanê jiyan dikin.”

Ocalan bi nivîsên xwe hewl dide çarçoveyeke hevgirtî ya dewlemendkirina rihê mirovahiyê peyda bike. Ev jî sedema ku hişt ez nivîsên wî bixwînin û çima divê Ocalan were azadkirin.

‘Ocalan şêwaz û rêbazên cûda yên gelan pêşkêş dike da ku baweriya xwe xurt bikin û dîroka têkoşîna xwe û kevneşopiya xwe bi berxwedanê biparêzin’

Xwendekarê zanistên civakî di zanîngeha Kambirîg (Cambridge) a Birêtaniyayê de û rojnameger Mihemed El-Nehîm zansitên civakî ku “xwe dispêrin kapîtalîsta nûjen û parastina wê dike” rexne dike û diyar dike ku Ocalan bi fikra xwe ku di tevgera şoreşgerî ya Kurdî de ketiye meryetê li rex bêhêviya di nava mirovahiyê de tê jiyan kirin hêviyekê peyda dike.

El-Nehîm di axaftina xwe de wiha dibêje: “Du cûreyên xwendekarên zanistên civakî hene, hin ji wan daxwaza wan di zanistên cîhana civakî û fikrî de zêde ye û daxwazeke wan a guhertina cîhanê heye. Ez xwe di paya dawî de dibînnim. Lê zanista civakî di rastiya xwe de li rex ‘objektîbûna wê’ bi dehan salan xwe dispart kapîtalîsta nûjen û parastina rewşa heyî dikin û min jî di bin navê ‘bêalîbûnê’ de ev yek da meşandin.

Normal e ku ronakbîrên civakî bala xwe bikişînin ser mijara azadiyê ya fikra Ocalan, ji ber ku ew hewl dide “zanista civakî ji azadiyê” ava bike. Zanista civakî ku ava dike ne tenê ji bo pênasekirinê ye lê belê hewl dide cîhanê ku em niha têde jiyan dikin biguherîne.

Naveroka xebatên wî ya parastina ol, efsane û dîroka têkoşîna gelan ji bo nexşandina çarçoveyeke azadiyê ye. Ev rêbaza ku pêşkêşî gelan dike dibe ku bi riya wê baweriya di navbera gelan de zêde bibe û li gorî wê kevneşopiya demokratîk bi riya berxwedanê biparêzin û cîhana ku niha jiyan dikin biguherînin.

Ya herî girîng Tevgera şoreşgerî ya Kurdî ku cîhan lehengî û pêşketina wê ya fikrî dibîne, jêdera vê tevgerê hêz e. Gelên cîhanê nas kirin ku “zanista civakî ji azadiyê ye” û ne tenê nivîsandinên pirtûkan e. Lê belê di rastiyê de tê jiyankirin û ev yek di xebat û fikra Ocalan de di serdemeke lawaz de diyar dibe da ku bibe motik.”

(jh)

ANHA