Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Ocalan di her serdemekê de şoreş afirand’

ZERGAN – Endamê Rêveber ê TEV- DEM`ê Cahid Hesen Di civîna ku ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Ocalan de hate lidarxistin axivî û got:” Ocalan di her serdemekê de şoreşe afirand”.DIRBEDIYE-CIVIN-BO-KOMPILO (2)

TEV-DEM`ê bi wesîleya salvegera 18‘emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînek ji şêniyên bajaroka Zerganê re li dar xist. Di civîna ku salona ciwan hate lidarxistin de, bi dehan endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajarok amade bûn.

Civîn bi rêzgirtin hate destpêkirin, paşê Endamê Rêveber ê TEV- DEM`ê Cahid Hesen axivî û kurte jiyana Rêberê Gelê Kurd Ocalan vegot û destnîşan kir ku Ocalan di her serdemekê de şoreş afirand.

‘Bi saya Ocalan Kurdan nasnameya xwe vegerandin’

Hesen destnîşan kir ku di demê ku gelê Kurd di şert û mercên înkarina nasname, qirkirina çandî re derbas dibû Rêber  Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi şoreşê kir. Cahid got:”Ocalan li hember pergalên zordestiyê serî rakir, di wê demê de gelê kurd nekdikarî daxwaza mafê xwe bi zimanê xwe yê dayikê bike, lê bi saya Ocalan Kurd êdî bûn xwedî maf û nasnaem.”

Rêveberê TEV-DEM`ê da xuyakirin ku Ocalan tevlî komeke ji ciwan ku bi eslê xwe tirk bûn partî ava kir û destnîşan kir ku ev dide nîşandan ku ramanê Ocalan xwe dispêre rizgarkirina tevahî pêkhateyan.

‘Destkeftiyên Bakurê Sûriyê bi saya fikir û felsefeya  Ocalan e’ 

Cahid Hesen bal kişand ser serkeftinên ku  gelên Rojava û Bakurê Sûriyê di her qadan de bidest xistin û gotin:”Hemû destkeftiyên Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya fikir û ramana Ocalan e”.

‘Têkoşîna Ocalan ji bo azadiya gelan berdewam e’

Hesen di dawiya axaftina xwe de got:” Rêber Ocalan di şert û mercên zor û tecrîdê de li berxwe dide û têkoşîna wî ya ji bo azadiya gelan berdewam e.”

Civîn bi durişmeyên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(rr/bb)

ANHA