Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Ocalan sembola aştî û hezkirinê ye, divê were azadkirin’

HELEB – Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku her çiqas dewleta Tirk hewl bide îradeya gelan bişkîne û li hemberî rastiyê bêdeng bike, ti carî bi ser nakeve û di encamê de serkeftin dê para rastiyê be.

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk a li taxa Hulok a jorîn a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Buroyê Îman Mêrdinlî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser navê Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê em soz didin ku heta Rêber Ocalan azad nebe em çalakiyên xwe yên banga azadiya rêberê gelên bindest dike, ranawestînin.

Dewleta Tirk her çiqas hewl bide îradeya gel bişkîne û rastiyê bêdeng bike ti carî bi ser nakeve û serkeftin dê para rastiyê be.

Rêberê Abdullah Ocalan sembola aştî û hezkirinê ye, ji ber vê yekê dewleta Tirk her tim hewl dide îradeya gelên azad bi riya serokê wan bişkîne û rê li pêşiya belavbûna fikra wî bigire.

Em weke jin banga azadiya Rêberê xwe di demeke lezgîn de dikin. Her wiha rê li pêşiya serdanên parêzer û malbata wî were vekirin û rewşa wî ya tenduristiyê were zelalkirin.”

(jh)

ANHA