Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Ocalan wê rêbazên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navên arast bike’

FÎDAN ABDULLAH-HEMRÎN ŞÊXO

EFRÎN – Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd got:”Delegasyoneke naveteweyî ji bo dîtina Ocalan derbasî Tirkiyê bûye, lê dewleta Tirk ev yek red kir. Ji ber ku Tirkiyê di wê baweriyê de ku ger hevdîtin pêk werê, wê Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşdîtin û rêbazên çarerseriyê arast bike, lewra destûr hevdîtinê nade.”

‘APK`ê êrîşe destkeftinên şoreşa Rojava dike’

Hêvîn Reşîd  destnîşan kir ku ji destpêka alzoiya Sûriyê dewleta Tirk hewl dide siyaseta xwe ya kirêt li Sûriyê feriz bike û xwedê roleke serek li Sûriyê û Rojhilata Navîne be.  Hêvîn da xuyakirin ku AKP`ê  êrîşe destkeftiyên ku gelê kurd di şoreşa Rojava de bi dest xistiye ku ev destkeftî ji bo gelan rêya rizgarkirinê vekir, dike.

‘Dewleta Tirk bi rêya tecrîda li ser Ocalan, dixwaze siyaseta xwe bilind bike’

Hêvîn tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tirkiyê ve hatiye ferizkirin bi bîrxist û got:”Tirkiyê dixwaze siyaseta ku pêk tîne bi rêya tecrîda li Ocalan bilind bike”.

Ocalan wê rêbazên çareserkirinê arast bike’

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Hêvîn  Reşîd di hevpeyîna xwe ya bi ANHA`yê re bal kişand ser nedestûrdayîna hevdîtina şandeya navneteweyî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û ev tişt got:”Di 13`yê sibatê de delegasyoneke naveteweyî ku ji perlemanteran Ewropî , akademesyan û rojnamevanan pêk tê ji bo dîtina Ocalan derbasî Tirkiyê bûn. Lê daxwaza wan ji aliyê dewleta Tirk ve hate redkirin. Ji ber ku Tirkiyê di wê baweriyê de ku ger hevdîtin pêk werê, wê Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşdîtin û rêbazên çarerseriyê arast bike, ji ber vê yekê jî destûra hevdîtinê nade”.

‘Gelê Kurd li hemberî siyaseta Tirkiyê li ber xwe da’

Hêvîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd ê Rojava li hemberî siyasetên dewleta Tirk û wiha pê de çû:”Dewleta Tirk dixwaze projeyên xwe li Bakurê Sûriyê bixe meriyetê û xwedî herêmekê be. Lê gelê Kurd li hemberî siyaset û destwerdana Tirkiyê li Bakurê Sûriyê li ber xwe da û destûra vê yekê neda”.

Hêvîn Reşîd da  zanîn ku ji bo avakirina civakek demokratîk û exlaqê wê têkoşîna xwe li ser fikir û metoda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin.

(kc)

ANHA