Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ok: Tenê li Bakurê Sûriyê hemû pêkhate bi hev re bê pirsgirêk dijîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Ok destnîşan kir tenê li Bakurê Sûriyê rexmî provokasyon, tehdît, şer  weke dewleta Tirk, rejîm û dest guhertinên weke El-Nûsra, Qaîde, DAIŞ û cuda cuda, gelê Ereb, Kurd, Asûrî, Suryan, Tirkmen, Çerkez, Çeçen hemû bi hev re bê pirsgirêk dijîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” a Stêrk TV de mijarên di rojevê de nirxandin.

Sabrî Ok derbarê pêşketinên ku li Sûriyê diqewimin û operasyona rizgarkirina Reqqayê ev nirxand kir:” Têkoşînek li ser Sûriyê tê dayîn, 6 sal temam bûn. Rewşa îro em li encamê mêze dikin hîn tu meseleyên Sûriyê nehatine çareserkirin. Bi milyonan însan koçber bûn, bi sed hezaran însanan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan dewletên derve mudaxele kirin, tiliya her kesî di pirsgirêkên Sûriyê de hene. Hinek kesan bi rêxistin dikin, çekdar dikin, bi hevdû didin şerkirin. Lê encam meseleyek hatiye çareserkirin tune. Tenê Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatiye. Li gorî em dizanin, dişopînîn û dixwînin li Bakurê Sûriyê Federasyoneke Demokratîk tê xwestin bê avakirin û rêxistinkirin. Ev projeyek e, muhîm e. Mirov bala xwe dideyê bi temamî li ser axa Sûriyê ya herî bi ewle û muhîmtir hemû civak bi awayekî demokratîk bi hev re dijîn dîsa Bakurê Sûriyê ye. Li temamî Sûriyê mêze bikin bi giştî li Rojhilata Navîn mêze bikin bihostek erd tune ku li ser navê nasname, ol, netewe her kes nekeve qirika hevdû û hevdû tune neke. Li her derê şerekî wisa heye. Lê li Bakurê Sûriyê rexmî provokasyon, tehdît, şer weke dewleta Tirkiyê, rejîm û dest guhertinên weke El-Nûsra, Qaîde, DAIŞ û cuda cuda rêxistin bênavber berxwedan û têkoşînek hat dayîn. Rexmî van hemû zehmetiyan tenê li Bakurê Sûriyê gelê ereb, kurd, asûrî, suryan, tirkmen, çerkez, çeçen hemû bi hev re birastî bê pirsgirêk dijîn. Ev noqteyek pirr muhîm e. Eger ev resim hîn jî bê mezinkirin Bakurê Sûriyê weke giştî Sûriyê be, dêmek pirsgirêk çareser dibin. Wê wextê yên naxwazin pirsgirêk çareser bibin hene. Yên ku hîn jî dixwazin li Bakurê Sûriyê alozî derkeve, şer û nakokî derkevin hene. Taybet dewleta Tirkiyê. Hemû derfet bi kar tînin çawa bikin ku statuya Rojavayê Kurdistanê weke Bakurê Sûriyê vala derxin û çawa bikin şerekî di nava gelê kurd, ereb û xiristiyanan de derxin. Hemû xewn û hewladanên wan ev e. Wexta wisa dibe pirsgirêkên Sûriyê giran dibe, çareser nabe. Baş e perspektîfên çareseriyê çi ne? Tune. Li ser alozî, hemû civak, ol û nasname bi hevdû re di nava şerekî de bin. Wisa çareserî nabe. Hêzên din ên eleqedar xwe li ser Sûriyê xwedî rol dibînin weke Amerîka, Rûsya û cuda cuda. Bêguman proje û perspektîfên wan ew ê hebin, hene. Ev bê stratejî şer nakin. Mesele ne tenê şerê DAIŞ`ê. Muheqeq li ser Rojhilata Navîn û taybet li ser Sûriyê siyaset, stratejiya wan heye. Esas îro dixwazin vê pêk bînin. Lê ji bo Sûriyek nû û demokratîk hemû civak, ol û nasnameyên pê kêfxweş bin û bêjin Sûriya nû, Sûriya me ye û xwe têde bibînin. Tu kesî projeyek wisa eşkere û diyar nekiriye. Tenê bakurê Sûriyê weke Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê pêşxistiye. Li gorî em dizanin projeya Meclisa Sûriya Demokratîk, QSD di beşê eskerî de hêzek sereke ye, dîsa federasyon. Ev proje pirr dîrokî ne, gav tên avêtin û encam jî tên girtin. Piştî Tebqa û Reqa û Mûsil ku di heman demê pêk tên DAIŞ`ê ew ê careke din îradeya wan bê şikandin. Dibe ku DAIŞ`ê di asteke cuda û hertim hebe û bikaribe rolekê bilîzin, roleke xeter. Lê ew ê ne hêzek esasî be. Ji vir û şûn de meseleyên siyasî, muzakere pêş bikeve li ser Sûriya nû. Lê di vir de jî meqes tam kêm nebûne. Mesela Îdlîb heye, tê gotin şer li wir dijwar dibe, li derdora Şamê şer heye. Di van şeran de dewleta Tirkiyê tahrîk dike, rêxitin dike. Yên li derdora Şamê jî û meselaa Îdlîbê jî. Jixwe Cerablûs, Ezaz heta Babê hatiye. Dewleta Tirkiyê dixwaze van deran xwe bi cih bike, hêzên bi xwe girêdayî bi cih bike. Rejîm heye, Rûs heye, Amerîka heye. Diyar e ku hîn pirsgirêkên Sûriyê ew ê dewam bikin. Wisa tê dîtin. Lê şer jî heta dawiyê ew ê nebe. Çareseriyek jî pêwîst e. Weke şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê modelek maqûl tê dîtin. Heta niha Cenevre 1,2,3,4,5 û Astana 1,2,3. ev hemû civîn weke hevdîtinek girtinek bû. Mijarên esasî di van civînan de nehat nîqaşkirin. Mijarên agirbest, alîkariya mirovîn çawa bigihêjin cihê xwe. Di van noqteyan de jî encam negirtin. Ji bo vê tu wateya van civînan zêde tune. Mesela mirov dikare rexne bike, têkoşînek dîplomasî û siyasî bide. Lê ne mimkûn e bi vî formatî û bi vê pêkhateyê ev civîn encam bigire. Heta îradeya Bakurê Sûriyê têde nebe û erê neke.

Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Sabrî Ok referandûma li Tirkiyê û encamên wê di axaftina xwe de anî ziman û destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê taybet weke AKP û Erdogan di rojeva Ewropa, Amerîka û her kesî de ye û sedema vê yekê wiha nirxand:”Ji ber ku Erdogan ji bo her kesî rolek bêxer û xeter dilîze”.

Sabrî Ok wiha dirêjî da axaftina xwe:”Tenê dîktatoriya xwe û destihlatdariya xwe esas digire. Esas hemû dîktator wisa ne. Dibêjin qey dinya li derdora wan dizivire. Kompleksek wan a wisa heye. Weke kompleksa împaratoriya Osmanî ji vir tê. Xwe weke xelîfe dibînin. Hişk hişk diaxivin, ev zihniyet tabî li dîwarê xelkê dikeve. Li Ewropa rezîl û ruswa bûne. Îmaja wan ketiye ber lingan, tu îtibar û îmaja wan tune. Xeter e. Çima ku rexmî hemû pîvanên demokratîk û mirovahiyê li ber çavên her kesî dîktatoriyekê pêş dixe, zextan pêş dike. Dixwaze di ser de jî milet jê re li çepikan bixe. Lê kes jê re li çepikan naxe. Tiştên xeter û derveyî mirovahiyê dike. Rexne dikin û ew jî har dibe. Kes jê ne razî ye. Rojhilata Navîn mirov mêze dike, em di wê qenaetê de ne eger Tirkiyê ew rola dagirker li ser Sûriyê û taybet li ser şoreşa Bakurê Sûriyê nelîstiya, pirsgirêkên Sûriyê ew ê îro hîn siviktir bûna yan jî ber bi çareseriyê ve biçûna. Rola AKP û Erdogan tenê ev pirsgirêkên heyî çawa hîn zêde giran bibe û çawa çereserî nebe. Rol ev e. Sedema xwîna tê rijandin û pêvajoya berdewam dike rola AKP û Erdogan têde zêde ye. Ev siyaset êş û xwîn û ked dide windakirin. Rojhilata Navîn jî ji desthilatadariya Erdogan û AKP’ê ne razî ye. Em li Rojhilata Navîn mêze bikin belkî Siûdî yan jî Qeter çiqas hebe. Ew jî jê ne razî ne. Ew dizanin ku Erdogan weke dema împaratoriya Osmanî her welatekî ereb weke eyaletek xwe bibîne. Xwe di jor de dibîne û wisa mêze dike. Jê ne razî ne. Îran jê ne razî ye. Rewşeke wisa ye. Di hundir de mirov mêze dike gelê kurd, civaka Tirkiyê ji desthilatdariya AKP’ê û dîktatoriya Erdogan ne razî ye. Dîktatoriya Kenan Evren jî li cem ya Erdogan paşve dimîne, sifir dimîne. Hem jî weke bi aqil, rûmet û îradeya kurdan dilîze. Erdogan li Amedê axivî got ez aşiqê we me. Yanî kurd lazim e vê bizanibe. Erdogan biçûk dibîne, bi heysiyet û rûmeta wan dilîze. Ez aşiqê we me. Pekî ew bêhna cesedên jin û zarok li Sûrê bi komkujî hatine qetilkirin bi tang û topan. Ev çi aşiqî ye. Ma gelê kurd ew ê nebîne û nizanibe. Li Cizîrê, Nisêbîn, Silopiya û li temamî Kurdistanê. Li dinyê mêze bikin bi sedan rojnamevan li tu derê ne girtîne, ne di zindanê de ne. Dewleta herî paşvemayî, dîktator mêze bikin jî di vê noqteyê de ya herî pêş dewleta Tirkiyê ye. Li ser kedkaran, jin bi giştî li ser civakê wisa. Taybet li ser gelê kurd. Gelê kurd vê bizanibe AKP weke ku sond xwaribe, zihniyeta wan wisa her çi be li dijî gelê kurd in. Vê jî weke pê dilîze. Dibêje herhalde dikarim wan bixapînim. Ji bo vê ev referandûm muhîm e. Eger referandûm AKP encam negire, NA bi ser bikeve û encam bigire tabî ku îradeya AKP û Erdogan de ew ê şikandinek çêbibe. Ew mecbûr in komê xwe daynin ber xwe û li rastiya xwe mêze bikin.  Weke berê şûrê xwe li ser her kesî nikarin bihejînin”.

Ok bi lêv kir ku Rojhilata Navîn heqeten ew ê hinekî li hemberî sitemkariya AKP û dewleta Tirkiyê nefes bigire û got:”Civaka Tirkiyê jî wisa, çar kes nikare bên cem hev û biaxivin. Ji her kesî re dibêje tu PKK, Fethullah, DHKP ye. Lê tê gotin ew qas însan li ser navê Fethullah Gulen hatin girtin, 120 wekîlên AKP’ê ew telefon ên Fethullah Gulen bi kar anîne. Mesele vê eşkera nake. Nikare dest bavêje vê meseleyê. Jixwe hûn bi hev re bûn. Sedem cuda cuda dîktatoriya xwe her roj zêdetir xurt dike. Ev referandûm ya ew ê dîktatoriya Erdogan û AKP bêdezgin û asteng weke hîn zêdetir ew ê dijwar xwe bi rêxisbtin bike, yan jî di zihniyet û îradeya wan de şikandinek bide jiyandin. Heqeten nefesek bê girtin, deriyê siyasetê bê vekirin. Civak hinekî nîqaş bike, têkoşînek riya siyaseta demokratîk bê vekirin. Tiştekî nû be. Ji bo vê pirr girîng e. Li gorî mirov mêze dike, eger derfetên dewletên nebe, zext nebin, lîstok nebin, di vir de xwedî tecrûbê ne û exlaqê wan rê didin ku her tiştî bikin. AKP û Erdogan ew ê winda bikin. Wisa tê dîtin. Lê her kes di vê zanebûnê de be. Birastî ne tenê weke kesekî welatparêz yan jî ji hereketa me re dilxwaz, dost ew jî ne pêwîst e. Tenê nasnameya mirovîn, tenê kurdbûn eger hîn jî ruh heye li ser kurdîtiyê di vê noqteyê de jî dikarin helwesta xwe bê tirs û ji xwe bawer li hemberî AKP’ê di vê referandûmê de diyar bikin.”

(kc)