Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Oldarên Efrînê ji bo Ocalan daxuyanî dan

EFRÎN – Oldarên kantona Efrînê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser tevahî gelên demokrasîxwaz  bi nav kirin û bang li rêxistinên hiqûqî û olî kirin ku li beramberî Ocalan bi berpirsyarî tevbigerin.

Yekîtiya Karûbarên Olî ya kantona Efrînê derbarê rewşa ewlehî û tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke ji bo raya giştî dan.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Yekîtiya Karûbarên Olî û Weqfeya Oldarên Misilman a kantona Efrînê li ber mizgefa Ebû Bekir El-Sedîq a navenda kantonê hate dayîn û ji aliyê endamê Weqfeya Oldarên Misliman ve Şêx Elî Mihemed Reşwanî ve hatiye xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Bi navê Yekîtiya Karûbarên Olî û Weqfeya Oldarên Misiliman a kantona Efrînê, em kiryarên AKP‘ê yên derheqê Rêberê Oalan şermezar dikin. Tecrîda ku AKP ya faşîzm li ser Rêber Ocalan feriz kiriye dikeve sala xwe ya sêyemîn. Ev 3 sal in agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Em bawer dikin ku ev tecrîd ne tenê di şexsê Rêber Apo de meşandin, lê belê tecrîdeke li dijî îradeya gelê kurde û destkeftiyên gelên herêmê ye. Hikûmeta AKP‘ê texmîn dike ku bi ferizkirina tecrîdê  ew ê karibe gel ji rêberê wê qût bike. Dîsa jî ev kiryar û binçavkiina siyasetmedarên kurd li pêşberî tevahî cîhanê pêk tê, lê tu kes dengê xwe dernaxe.

Di serî de, em deste, rêxistinên hiqûqî û olî yên navdewletî  berpirsyarên vê yekê dibînin. Em bang li gelên xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê û derve dikin ku li derdora Rêber APO kom bibin û li felsefeya wî xwedî derkeve. Her wiha em banga hevgirtin û çalakiyan li hember pergala Erdogan a faşîzm dikin da ku rewşa Rêberetî diyar bike.

(rr)

ANHA