Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Operasyona li dijî bazirganên madeyên hişbir didome`

MEDYA HENAN-NESRÎN EBDÎ

QAMIŞLO- Rêveberê Hêzên Asayîşê ya bajarê Qamişlo Şivan Elî anî ziman ku operasyona wan a li dijî kesên madeyên hişbiriê di nava civakê de belav dikin gihîşt encamê û destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li dijî wan dewam bike.

Hêzên Asayîşê li hemberî şebekeya bazirganên madeyên hişbir ên bajarê Qamişlo dest bi operasyonê kiribû. Operasyon li taxên Alaya, Kornîş, Xerbî, Qidûrbek û Mehmeqiyê pêk hat. Di encamê de 46 mêr û 6 jin ên ku bazirganiya madeyên hişbir dikin û di nava civakê de belav dikin, hatin binçavkirin.

Derbare vê operasyonê de Rêveberê Hêzên Asayîşa bajarê Qamişlo Şivan Alî ji ANHA`ê re axivî.

Alî di despêka gotinên xwe de got wan li hemberî bazirganên firotina madeyên hişbir di nava civakê de belav dikin dest bi operasyoneke berfereh kirine û wiha pê de çû: ʺEv bûye 6 meh me li hemberî bazirganên firtona madeyên hişbir  dest bi lêpirsîn û lêkolînê kiriye û bi pîlan me dest bi operasyonê kiriye.ʺ

Di berdewiya gotinên Alî de hat gotin ku wan di lêkolîn û lêpirsîna vê mijarê de gelek belge komkirine û ev tişt got: ʺPiştî ku belge ketin destê me, me dest bi operasyonê kir. 200 endamên Asayîşê tevlî operasyonê bûn. Di vê operasyonê de berik, bodre û madeya hîroyîn, qaxetên ku hîroyîn dikşînin û çek û cebilxane hatin destserkirin.ʺ

Alî di berdewamiya gotinên xwe de got ku hîna lêpirsîn derbare şebekeyê û aliyên girêdayî wê didome.

`Hedefa wan ciwanin`

Derbare hedefa bazirganên firotûna madeyên hişbir Alî wiha got: ʺBazirganên ku madeyên hişbir di nava civakê de belav dikin, ew bi xwe madeyên hişbir bikar nayînin. Bi firotina madeyên hişbir dixwazin fitne nava civakê belav bikin û bi taybet ji ber ciwan pêşengên civakê ne, ciwanan hedef digrin.ʺ

`Em ê lêkolîna xwe berdewam bikin`

Rêveberê Asayîşê Şivan Alî wiha dawî li gotinên xwe anî: ʺLi hemberî kesên ku dixwazin fitne têxin navbera civakê de wê operasyona me bidome.

Em bang li hemû ciwanan dikin ku bi me re bibin alîkar û derbare kesên ku dixwazin civakê xira bikin agahî bidin me.ʺ

(np/dc)

ANHA