Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Oposîzyona Sûriyê ne hevalbend, amureke Tirkiyê bû 

ANALÎZ

Free Syrian Army fighters exchange fire with regime forces in the Salah Al Din neighborhood of Aleppo, Aug. 22.

NESRÎN EBDÎ – NAZDAR EBDÎ

Tirkiye ya ku di nav 5 salên şoreşa Sûriyê de idîa dikir ku piştgiriya komên çekdar ên oposizyona dikir û xwe weke navenda mezin a muxalefetê binav dikir, niha li ser lihevhatina bi Rûsiyê re, pişta xwe da komên çekdar ên muxlefetê li Helebê. Li aliyê din jî komên li Şehbayê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Gelo dewleta Tirk ya dagirker wê kengî pişta xwe bide van komên li Şahbayê?

Ev pişta-xwe-dayîn, yan jî bi gotinek din; firotin, îxanet, tîfaq û hwd, di nav 24 seatan de pêk nehat. Ango xwedî paşerojek amadekirinê ya dûvdirêj e. Nexasim Tirkiye di roja ku qebûl kir komên çeteyên girêdayî xwe ji Helebê derxîne, rêbaza xwe ya bikaranîna şoreşa Sûriyê guherî û dest bi tektîkên nû yên ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe kir. Ji aliyekî ve hêvî dida komên çeteyên ku 5 salin ew bikar dianîn û ew li dijî Kurdan didan şerkirin, li aliyê din jî li ser wan bazar bi Rûsiya re dikir.

Lewra divê di şerê Helebê de rêbaza nû ya bikaranîna Tirkiyê ji şoreşa Sûriyê re bê xwendin. Di vê navberê de, şerê çekdarî yê çeteyên Tirkiyê ku -qaşo- oposîzyon e, dîplomasiya van koman di dosyaya Sûriyê de, têkilyên wan bi Tirkiyê re û bikaranîna Tirkiyê ji wan re, divê bên nirxandin.

Perdeya îxwan El-Muslimîn…

Di destpêka şoreşa Sûriyê û heya 6 mehên pêşî, Tirkiye di nav rejîmê û koma Îxwan El-Muslîmîn de rola navbiyankar list da ku rejîm qebûl bike îxwan tevlî desthiladariyê bibin û bi vê yekê re bê şer deshiladarî bê guhertin. Lê dema ku rejîmê ev qebûl nekir, Tirkiye êdî rasterast xwest oposizyona siyasî bigire bin serweriya xwe de û bi vê yekê re li dijî rejîma Baasê dest bi şer kir. Di vê navberê de herî zêde komên selefî radîkal û îxwan El-Muslimîn didan pêş.

Di 2’ê Gulana 2011’an de Serokê Tirkiyê yê berê Ebdullah Gul daxuyand ku “Ew bi rejîma Sûriyê re di nav têkilyan de ne da ku xwestekên gelê Sûriyê bicih bînin”. Paşê Receb Teyib Erdogan derket, Esad hişyar kir û got “Divê li Sûriyê komkujiyek din a mîna Hemaya (1982) dubare nebe”. Bi vê yekê re jî bal kişand ser ihtîmala bikaranîna îxwan El-Muslimîn di şerê çekdarî yê Sûriyê de (dubarekirina sînaryoya Hema 1982).

Demek kurt û dewleta Tirk a dagirker kete nava hewldanên pêkanîna planên xwe de. Dest bi çek-kirina oposizyonê kir û şerê navxweyî li Sûriyê dan destpêkirin. Li Deraayê di serî de, paşê li gelek bajarên din ên Sûriyê ev kom di bin navên cûda de derketin. Tirkiyê destpêkê tenê bi riya çekdarên Îxwan El-Muslimîn ev şer dimeşand. Paşê komên çeteyên xwe ava kir û ew ajotin nava şer. Di nav hevsengiya bi Qeter û Siûdî Erebîstanê re di demeke kurt de oposizyona Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn.

Misir- Sûriye û bêbandorkirina rûpûşa îxwanan

Heya 3’yê Tîrmeha 2013’an rola îxwan El-Muslimîn mîna li Misirê li Sûriyê jî pêş diket, lê derbeya li hember Mursî  û girtina bi sedan ji endamên Îxwan El-Muslimîn li Misrê, yekser bandor li ser rewşa wan a Sûriyê jî kir. Ji ber zexta Emêrîka û Sûidiyê, Tirkiye gav bi gav misyona Ixwanan di nava Koalîyona Sûriyê de kêm kir. Ev weke yekem car ku Tirkiye pêşta xwe li Sûriyê dide koma Ixwanan hat qeytkirin.

Komên selefî ji bo Tirkiyê bû alternatîf (Cephet El-Nusra û DAIŞ)

Di dema ku Tirkiye destek dida Îxwanan, komên xwe yên çekdar ên weke DAIŞ, Cephet El-Nusra, Sultan Mûrad, Nurelldîn El-Zinkî û komên tirkumen saz dikirin û bi taybet li herêmên gundewarên Helebê û bakurê Sûriyeyê, heta Idlibê û Hemayê ve bicih kirin. Ev gava Tirkiyeyê ku di çarçoveya altirnatîfa Îxwanan û şerê li hember hêzên kurd de hat avêtin, êdî ket dewrê de. Dewleta Tirk li ser 2 lingn pêşgiriya komên selefî dikir. Armanca yekemîn ew bû ku şoreşa Rojava têk bibe, ya duyem jî rejîma Esad hilweşîne. Ji bo wê jî ev çeteyên selefî bi ser neketin û DAIŞ xist dewrê de. DAIŞ wek altirnatîfa dawî ya şerê wekaletê ya dewleta Tirk bû.

27’ê Hezîranê siyaseta dewleta Tirk ya 5 salan guherand

Di meha Hizêranê de, guherînên bingehîn di siyaseta Tirkiyê de rû dan. Serokomarê Tirkiyê Erdogan di 27’ê Hizêrana 2016’an de bi nameyek fermî ji serokê Rûsiyê Potîn re “Ji ber xistina balafira Rûsî” lêborîn xwest. Di heman rojê de Serokwezîrê Tirk Yildirim ragihand ku ew ber bi xurtkirina têkiliyên bi Israîl ve diçin.

Gavên Tirkî yên nû, di navaroka xwe de, veguherînên cidî dihewandin. Tirkiye weke berê destek nade oposizyonê û wan bi ser rêjîmê û Rûsya ve bernade. Her wiha bi lihevkirina bi Israîlê re jî heta radeyeke mezin pişta xwe bi temamî ji Ixwan El-Muslimîn re zivîrand. Bi gotineke din Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe bazar li ser oposizyona Sûriyeyê da destpêkirin. Dewleta Tirk ji bo berjewendiyê xwe yên siyasî û aborî kerta çeteyên xwe xist bazarê de. Heta radeyekê di vê bazarê de bi ser ket.

Rewşa Helebê û stratejiya Tirkiyê

Piştî lihevkirina Rûsî-Tirkî, Tirkiye ya ku her roj li hember bombebarana Rêjîmê li ser Helebê daxuyanî dida, ji kuştina 4 hezar û 823 kesan re (hejmara qurbaniyên meha Hizêranê) û êrîşên rejmê li hember komên çekdar ên muxalefetê li Helebê, bê deng ma.

Ev bêdengiya Tirkî di 24’ê Tebaxa 2016’an de, rê li pêşiya dagirkirina wê ji Sûriyeyê re vekir û aliyê gelek muxalîfan ve ev yek weke gaveke pîroz û di cih de hat dîtin. Komên çeteyên li herêma Şahba xistin nava tevgerê de. Koma Nûrelldîn El-Zenkî wek “pêngava 3’yemîn a Mertala Firatê, Hameleya Haleba dorpêçkirî bê dorpêçkirin” dest pê kir.

Lê armanca Tirkî, ku di bingeha wê de lihevhatina bi Rûsiyê re hebû, ne ev bû. Bi bihurîna demê re, bendên nû ji vê lihevkirina Rûsî-Tirkî eşkere bû, Tirkiyê ji bo girtina Babê, dê komên xwe ji Helebê vekişîne û Helebê radestî Rûsyê bike. Li ser vê bingehê, Tirkiye gelek komên Tirkmen ji Helebê vekşandin, yên mayî jî ji dilovaniya balafirên Rûsî û Sûrî re hîştin.

Ango bi vê yekê re, Tirkiye komên çekdar ku êdî xizmete berjewendiyên wê nakin firotin û yên mayî jî îcar ji bo li Şehbayê berjewendiyên wê pêk bînin bicih kirin.

Derdê oposîzyonê Heleb e, lê yê Tirkan jî berjewendiyên wan in

Tirkiye ku bi riya otobusên kesek muxalîf ji gelek deverên Sûryeyê ku li ser rêjîmê asî mabûn, vekşandin. Berê wan da Bakurê Sûriyeyê û li hember hêzên QSD`ê da şerkirin. Ev yek di demek ku rejîmê çembera li ser Helebê zêdetir dikir û Heleb zeft dikir de, pêk hat.

Lewma vê rewşê rengekî ji xîlafê derxist holê. Heleb ji bo oposizyonê çavkaniyeke mezin a moralê bû. Lê ji bo Tirkiyeyê bikaranîna wan çeteyan jibo berjewendiyê xwe girîngtir e.  Vê rewşê helwesta rast a Tirkiyê ji şoreşa Sûriyê û oposizyona wê re derxist holê. Lewma Tirkiye li hember hawara çekdarên xwe yên li Helebê tu deng dernexist û ya rasteqîntir jî bi gotina çekdarekî ku li Hebelê ye “Tirkiye em FIROTIN.”

ANHA