Têkilî | Derheqê me de
ANHA

PAJK’ê azadiya Kobanê pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona PAJK’ê azadiya Kobanê pîroz kir û got, “Gelê Kurd û şervanên azadiyê yên wê, bi serketina Kobanê re mizgîniya belavkirina vê berxwedanê pêl bi pêl û misogerkirina azadiyê daye gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Serketin a şervanên jin ên azadiyê yên di xeta Arîn Mîrxan de li ber xwe didin e.”

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî azadiyê Kobanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di roja 134. a berxwedana Kobanê de şervanên azadiyê yên Kurdistanê milîtanê YPG û YPJ’ê serketina Kobanê ji tevahiya cîhanê re ragihandine. Em serketina şervanên azadiyê yên li Kobanê rûmeta gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê parastin silav dikin û dibêjin azadiya Kobanê li tevahiya gelê me û mirovahiyê pîroz be.”

PAJK’ê got, “Em hemû şehîdên şoreşa Kobanê yên di nava 134  rojan li dijî faşîzma DAIŞ’ê ya dijminê jinê û mirovahiyê bi canfedayî li ber xwe dan û şehîd ketin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin” û ev yek destnîşan kir: “Êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma DAIŞ’ê ji 15’ê Îlonê û vir ve rastî berxwedaneke mezin hat. Ev êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kantona Kobanê, bi hevkariya hêzên pêşeroja azad a gelê Kurd hedef digirin ve, destpê kir. Ev êrîş ne tenê li hemberî Kobanê, li dijî tevahiya destketiyên şoreşa Rojava û hebûna gelê Kurd a li parçeyên din hatine kirin. Eger Kobanê têk biçûya, wê tevahiya Kurdistan têk biça. Hemû plan û hesabên xwe li ser vê ykeê kirin. Lewma gelê Kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û li her cihên lê hilm distend, berxwedana Kobanê nîşan da. Her wiha têkoşîna li Koabnê hat meşandin ji bo hemû gelên cîhanê bû navendeke balkişandinê û bi beşdariya şoreşgerên ji gelên din, veguherî berxwedaneke enternasyonalîst. Her kesên xwestin ji bo azadî, bawerî, nasname, ziman û aştiya cîhanê têbikoşe, di nava berxwedana Kobanê de cih girt. Berxwedana Kobanê bû nuqteya hevparbûyîna demokratîk, kombûna lêgerînerên azadî û wekheviyê.”

‘ARÎN MÎRXAN RÊVEÇÛNA BERXWEDANA KOBANÊ DIYAR KIR’

Koordînasyona PAJK’ê da xuyakirin ku ya rêveçûna berxwedana Kobanê diyar kir, xeta têkoşînê ya di kesayetiya Arîn Mîrxan de şênber bû ye û got, “Rastiya berxwedana mezin a şervanên YPJ’ê nîşan dan, çong li faşîzma DAIŞ’ê tewandiye, serî li ber vê berxwedanê tewandine û ji nava sînorên Kobanê vekişiyane. Ev berxwedana mînakdar a şervanên azadiyê yên jin nîşanî tevahiya cîhanê dan, ji bo hemû jinan bûye cesaret, moral û ji xwe baweriyeke mezin.” PAJK’ê destnîşan kir ku xet û îdeolojiya azadiyê ya jinê, ji bo pêkhatina xweseriya demokratîk û azadiya tevahiya jinên cîhanê wê her tim rê ronî bike û got, “Gelê Kurd û şervanên azadiyê yên wê, bi serketina Kobanê re mizgîniya belavkirina vê berxwedanê pêl bi pêl û misogerkirina azadiyê daye gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Serketin a şervanên jin ên azadiyê yên di xeta Arîn Mîrxan de li ber xwe didin e.”

(aq)