Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama 2016 -3

Dîmen

Li Bakurê SÛriyê zêdegavî û tecawizên dagirkeriya Tirk

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – 4 sal bûn dewleta Tirk bi riya çeteyên xwe dest werdana aloziya Sûriyê dike û rê li ber gelek projeyên çareseriyê digire. Di sala 5’emîn de êdî dewleta Tirk a xwedî hişmendiya dagirker bi xwe derbasî xaka Sûriyê bû û dest bi pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê kir.

Di nav bêdengiyek navnetewî de heya çaryeka dawî ya sala 2016’an artêşa Tirk a dagirker ji ser sînor êrîşî tevahî deverên Rojava-Bakurê Sûriyê dikir. Di çaryeka dawî ya salê de, Tirkiyeya ku êdî xwe li ber pêşketina hêzên QSD’ê û têkçûna çeteyên xwe nedigirin, bi artêşa xwe derbasî xaka Sûriyê bû û dest bi rêze-operesyonên dagirkirinê kir.

Di vê panoramayê de, em ê zêdegavî, êrîş û operesyona dagirkirina Tirkiyê ji Rojava-bakurê Sûriyê re bibîr bixin.

9’ê Çileya 2016: Leşkerên Tirk ên li ser sînor di saet 20.00’an de gule li welatiyên gundên derdora bajaroka Ên Îsa reşandin. Di nava welatiyên rastî gulbaranê de hatin jin û zarok jî hebûn. Bûyer li nêzî gundê Um El-Seharîc a 70 Km rojavayê Serêkaniyê dema welatiyan dixwestin sînor derbas bikin, pêk hat.

Di encamê de zaroka bi navê Bidûr Îsa (16) jiyana xwe ji dest da. Her wiha jina bi navê Meryem Elwan û welatiyê bi navê Îsa Mihemed jî birîndar bûn.

12’ê Çileya 2016: Di saetên sibê de leşkerên Tirk gule li welatiyê bi navê Mihemed Baqir (16) reşandin. Di encamê de Baqir jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de gule li Ednan xelef Zihêran ê (17) ê ji gundê Recan a Serêkaniyê jî reşandin.

18’ê Çileya 2016: Leşkerên Tirk gule li ciwanên Rojava yên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê reşandin.

20’ê Çileya 2016: Artêşa Tirk careke din dest bi çêkirina dîwarê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê kir. 10 metreyan derbasî sînorê Rojava bûn. Hin ji zeviyên çandiniyê yên gundê Til Cîhan yê ser sînor û girêdayî Tirbespiyê qut kirin û bi ser xwe ve vekirin.

Artêşa Tirk êrîşî welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê yên bi armanca şermezarkirina êrşên dewleta Tirk a li ser gelê Bakurê Kurdistanê kom bibûn. Leşkerê Tirk gule li welatiyan barandin, di encamê de hin welatiyên ji Efrînê birîndar bûn.

21’ê Çileya 2016: Leşkerên Tirk zarokê bi navê Dilar Îbrehîm Şêxo (14) ê ji şêniyên bajarê Hesekê dema dixwest ji herêma Amûdê ya kantona Cizîrê sînorê di navbera Rojava û bakur derbas bike ji aliyê leşkerên Tirk ve hate giritin. Leşkeran bi awayekî hovane li Dilar xistin.

22’ê Çileya 2016: Leşkerên Tirk dest bi kolana xendekqan di navber bajarê Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê û Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Bi vê yekê amadekariya çêkirina dîwarê şermê ya di navbera Rojava û Bakur de. Lerşkerên dîwarên berê hatine çêkirin datîn ser sînor.

Leşkerên Tirk ciwanê bi navê Elî Xilşîko (20) ê ji gundê Sorka ya navçeya Raco ya Efrînê dema dixwest ji Bakurê Kurdistanê vegere Rojava qetil kir. Di heman rojê de welatiya bi navê Selma Ibrahîm a ji gundê Hilêwa yê Dirbêsiyê kuştin.

27’ê Çileya 2016: Artêşa Tirk gule li jina bi navê Sara Xemîs (30) dema tevlî zaroka xwe dixwest sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê li nêzî gundê El-Erade ya 20 kîlometrî rojavayê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê derbas bike, reşandin. Di encamê de Sara jiyana xwe ji dest da.

30’ê Çileya 2016: Leşkerên Tirk jina bi navê Mehiya El-Xerîb Kîkî ya ji bajarê Til Hemîs a girêdayî Qamişlo dema dixwest tevî zarokê xwe yê 2 salî sînorê di navbera Rojav û Bakurê Kurdistanê derbas bike hate tecawizkirin. Mehiya di sala 1985’an de jidayîk bû ye.

Meha Sibatê..

1’ê Sibata 2016: Jinek û kurê xwe yê 8 salî û xwîşka wê ya 17 salî dema dixwetin sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas bikin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin giritin û rastî işkenceyê hatin. Di heman rojê de leşkerên Tirk jina bi navê Emanî El-Husên (32) a ji bajarê Hesekê dema dixwest sînor derbas bike tecawiz kirin.

5’ê Sibata 2016: Artêşa Tirk zarokek 9 salî ku nasnameya wê ne hate naskirin, li herêma sînor a rastî gundê Bêke ya navçeya Bilbilê ya Efrînê qetil kirin.

10’ê Sibata 2016: Leşkerên Tirk zaroka bi navê Emel El-Şêx (10), ji herêma Babê û welatiyê bi navê Ednan Hemza (36) ê ji gundê Xalîka ya navçeya Bilbilê ya Efrînê dema dixwest sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas bike gulebaran kirin. Şahidê Bûyerê Xelîl Medher destnîşan kir ku leşkeran beriya sînor bi 150 metrî gule baran kirin

Artêşa Tirk li nêzî gundê Sorka ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê careke din dest bi kolandina xendeqan kir. Di heman demê de mayînên ser sînor rakirin.

11’ê Sibata 2016: Welatiyê bi navê Reşîd Osman li herêma sînor a navçeya Bilbilê dema dixwest ji Rojava derbasî Bakur bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulbaran kirin. Di encamê de Reşîd birîndar bû.

13’ê Sibata 2016: Artêşa Tirk gule li welatiyên navçeya Mabata ya Efrînê yên bi armanca pişgiriya bidin gelê Bakur meşek organîze kiribûn, reşandin. Gulereşandin li herêma sînor a gundê Meydan Ikbis a navçeya Raco ya Efrînê pêk hat.

14’ê Sibata 2016: Jina bi navê Fatma Qasim a ji gundê Meryemîn ê Efrînê û Hanî Husên (53) ê ji taxa Heyderiyê ya Helebê koçî gundê Qitmê yê Efrînê kiribû, ji ber topbarana Artêşa Tirk a li ser herêma Efrînê jiyana xwe ji dest dan. Gelek welatî jî birîndar bûn. Ji ber topbarana Artêşa Tirk a li ser gundê Meryemîn her wiha gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de pêk hatin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) ê bi navê Mezlûm Henan (Masûm Qorqmaz) ji ber topbarana Artêşa Tirk a li ser herêma Efrînê û bakurê helebê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de ji ber topbaranê şervana QSD’ê Emîna Hisko (Şîlan Kobanê) jî jiyana xwe ji dest da.

15’ê sibata 2016: Artêşa Tirk bajaroka Dêr Cemal a girêdayî Ezazê bi topên giran topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokek di nav de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 7 welatî birîndar bûn.

Di heman demê de Artêşa Tirk depoyên genim ên bajarê Girê Spî bi doşkayan gulebaran kir.

16’ê sibata 2016: Artêşa Tirk careke din Girê Spî bi doçkayan gulebaran kir. Leşkerên Tirk depoyên Girê Spî û herêma sînor hedef girt.

di heman rojê de Artêşa Tirk hêzên xwe li herêma sînor a dinavbera gundê Selîmû Kor ên 20 kîlometrî rojavayê Kobanê bi cih kirin.

18’ê Sibata 2016: Leşker 300 m ket nava sînorê Rojava û hezar darên zeytûnan ên şêniyên gundê Qermitliq a navçeya Şiyê ya Efrînê birîn.

Artêşa Tirk gule li welatiyên gundê Batrezan ên di nava zeviyên xwe de kar dikin reşandin. Di encamê de welatiyê bi navê Îbrehîm Ebdela Resûl ji newqa xwe ve birîndar bû. Ebdela rakirin nexweşxaneyê.

Ji ber topbarana Artêşa Tirk a li ser navenda Efîrnê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok birîndar bûn, rewşa yekî jiwan giranbû. Artêşa Tirk navenda Efrînê û gundên wê Kece, Sinir, Remzana, Enqela ya navçeya Şiyê, gundê Dêr Belût, Hemam, Ferîre û Hecî Hisne yên navçeya Cindirêsê yên Efrînê topbarankirin. Topbaran ji qereqola gundê Sîce ya girêdayî navçeya Hetay pêk hat.

19’ê Sibata 2016: Artêşa Tirk welatiyê bi navê Îbrehîm Umer Elî (26) li herêma sînor a di navbera Qamişlo ya kantona Cizîrê û Bakurê Kurdistanê qetil kir.

20’ê Sibata 2016: Leşkerên Tirk gundê Hemam a navçeya Cindirêsê ya Efrînê topbaran kirin, di encamê de gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn.

21’ê Sibata 2016: Artêşa Tirk saet di 17.00’an de welatiya bi navê Şemsa Elawî ya dayîka 2 zaroka ne, gulebaran kir. Gulebarana ku Şemsa di encamê de ji lingê xwe ve birîndar bû, li herêma sînor a gundê Bêke ya navçeya Bilbilê ya Efrînê pêk hat.

22’ê Sibata 2016: Artêşa tirk welatiyê bi navê Beha Cemîl ê ji Qamişlo ya kantona Cizîrê û 7 kesên den dema dixwest sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas bike revandin. Rêveberiya nexweşxaneya bajarê Silopî ya Bakurê Kurdistanê di riya telefonê malbatên wan agahdar kirin ku bi guleyan jiyana xwe ji dest dane.

Yek ji xizmên Beha Cemîl cenazeyê Cemîl keşif kir, tekez kir ku gule di milê Cemîl ê rastê de ye û ne di cihekî bibe sedema mirinê û got ku cihê işkeceyê di leşê Cemîl de hebû.

Desteya Parastin û Erka Xweparastinê ya kantona Efrînê nasnameya şervanê xwe Reşîd Mihemed (25) eşkere kir û got ku Reşîd li bajaroka Erfed (Til Rifet) a Efrînê di encama topbarana Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest daye.

23’ê Sibata 2016: 15 topên tangan ên ji aliyê Artêşa Tirk ve li ser gundên Qermitliq û gundê Çeqela ên navçeya Şiyê ya Efrînê hatin barandin. Di encamê de gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de pêk hatin.

24’ê Sibata 2016: Ciwanê bi navê Îbrehîm Elî Umer (23) ê ji gundê Kosan a kantona Efrînê li herêma sînor di encama işkenceya leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da. Umer, leşkeriya ji leşkeriya rêjîma Baas reviya û dema ji leşkeriyê reviya. Ji bo vegere Efrînê serî li riya sînorê Tirkiyê da û li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hate giritin. Leşkerên Tirk bi işkeceyê Ibrehîm qetilkirin.

25’ê Sibata 2016: Artêşa Tirk gundê El-Munbetih a ji aliyê rojava ve ser bi bajarê Girê Spî topbaran kir. Di encamê de bê ku ziyana canî çêbike gelek ziyana madî bi mal û milkên welatiyan de pêk hatin.

27’ê Sibata 2016: Roja ku agirbesta ji aliyê Amerîka û Rusyayê ve li Suriyeyê hatibûn îlankirin destpê kir (27 Sibat), hikûmeta AKP’ê ya Tirk komên çete yên DAIŞ’ê ji aliyê navçeya Akçakale ya Rihayê ve, derbasî Girê Sipî kirin. Beriya derbaskirinê jî artêşa tirk herêmên Girê Sipî bi çekên giran gulebaran kirin. Di saetên serê sibehê de jî komên çete yên ji Tirkiyê hatibû û ji aliyê Reqayê dihatin êrîşek mezin pêk anîn. Di êrîşan de 36 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Piraniya welatiyan jin û zarok bûn. Her wiha endamekî Erka Xweparastinê bi guleya leşkerên tirk jiyana xwe ji dest da û 3 endamên Asayîşê birîndar bûn.

YPG’ê jî di 2’yê Adarê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku di pevçûnên di navbera çeteyên êrîşkar û şervanên YPG’ê/Asayîş/Erka Xweparastinê de derketin de 43 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.

Meha Adarê..

28 Adarê 2016: Topeke Tirkiyê li taxa El-Zeytûniyê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ket û di encamê de mal û mulkên sivîlan ziyanên mezin dîtin.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Alî yê 50 salî û ji bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê di encama gulebarankirina artêşa Tirk de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo birîndar bû.

Meha Nîsanê..

1`ê Nîsanê 2016: Dema ku artêşa Tirk êrîşî bajarê Nisêbîn ê bakurê Kurdistanê dikir du topên wan li bajarê Qamişlo ketin. Yek ji wan topan li mizgefta El-Nebî Salih a herêma El-Hîzam nêzî taxa El-hilaliyê ket. Parçeyên vê tope li malên taxa El-Hilaliyê ketin û di encamê de mizgeft û malên sivîlan ziyanên madî dîtin. Topa dîtir jî li ser serê maleke taxa xerbî ket nêzî mizgeftê ket û di encamê de ziyanên madî hatin dîtin.

2`ê Nîsanê 2016: Zarokê bi navê Alî El-Alî yê ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê dema ku artêşa Tirkiyê êrîşî bajarê Nisêbîn ê bakurê Kurdistanê dikir bi guleya doşka ya artêşa Tirkan ku sînorê Rojava derbas kir birîndar bû.

Artêşa Tirk du ciwanên taxa El-Zeytûniyê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê gulebarankirin û di encama vê gulebaranê de yek ji wan ciwanan yekî jiyana xwe ji dest da û yê dîtir birîndar bû.

3`ê Nîsanê 2016: Zarokê bi navê Ebdul El-Star yê 16`salî di encama guleyeke ku çavkaniya wê artêşa Tirk li taxa Xerbî ya bajarê Qamoşlo yê Kantona Cizîrê birîndar bû. Ebdul El-Star çar rojan di nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Qamişlo de ma û jiyana xwe ji destda.

7`ê Nîsanê 2016: Topeke artêşa Tirk li bazara navendî ya bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ket û di encamê de Fatma Cûma û Fatima Fetûş birîndar bûn.

13`ê Nîsanê 2016: Ciwanê bi navê Mihemed Mihemed El-Sihyan yê 26 salî li pêşiya mala xwe taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi guleyeke ku çavkaniya wê artêşa Tirk bû birîndar bû.

18`ê Nîsana 2016: Zarokê bi navê Alî Mihemed Sirac Hisên yê 7 salî dema ku ji dibistana xwe ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo vedigeriya malê bi guleyên artêşa Tirk birîndar bû.

20 Nîsana 2016: Artêşa Tirk rast raste welatiyê bi navê Seîd Ehmed ê ji taxa El-Hilaliyê ya bajarê Qamişlo yê ku nêzî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê şivantî dikir hedefgirtin û sewalên wî kuştin.

28`ê Nîsana 2016: Zaroka bi navê Roza Riyad Hisên a 5 mehî û Elai Mustefa Xelo yê 14 salî yên bajarê Qamişlo bi guleyên artêşa Tirk birîndar bûn.

Meha Gulanê..

1’ê Gulana 2016: Meryam Seîd dema ku di erdên xwe yê nêzî sînorê di navbera bajarê Qamişlo û bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê dixebitî bi guleyên artêşa Tirk birîndar bû.

17’ê gulanê 2016: Artêşa Tirk agir bi geliyê Bîlal û çiyayê El-Xerbî yê gundê Qere Baba yê girêdayî navçeya Raco ya Kantona Efrînê xist. Di heman demê de welatiyên ku dixwestin wî agirî vemrînin gulebarandin.

22’ê Gulana 2016: AKP’ê nêzî 15 m erdên cotkarên bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê yên nêzî sînorê di navbera bajarê Qamişlo û bajarê Nisêbîn yê bakurê Kurdistanê dagir kirin.

3’yê Hezîrana 2016: Artêşa Tirk li gundên navçeya Raco ya girêdayî Kantona Efrînê şivanê bi navê Mihemed Yûsif gulebarandin û sewalên wî kuştin.

4’ê Hezîrana 2016: Artêşa Tirk li herêma Qoldar a nêzî gundê Banîraka yê navçeya Raco ya girêdayî Kantona Efrînê zarokê bi navê Cemîl Qehreman kuştin.

15’ê Hezîrana 2016: Ciwanê bi navê Hayder Abdullah Abdull El-Ezîz ê 33 salî yê ji gundê Şadiya ya girêdayî navçeya Raco a Kantona Efrînê di zeviyê xwe de dixebitî artêşa Tirk ew gulebaran kirin.

17’ê Hezîrana 2016: Mihemed Aslan Bekir (33) dema ku dixwest agirê artêşa Tirk bi erdên navçeya Raco ya Kantona Efrînê xistibû vemirîne hat gulebarankirin û birîndar bû.

19’ê Hezîrana 2016: Artêşa Tirk derbarê malbateke ji Cerablus dema ku dixwestin nêzî gundê Xirbe El-Coz ê girêdayî Idlib derbasî bakurê Kurdistanê bibin komkujî dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî qurbaniyên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji destdane ev in: Ebîd El-Elwe û sê zarokên xwe, hevjîna Xelîl Ibin Alî El-Elûş, Emanî û zaroka xwe û Yûsif.` Her wiha navê hinek kesên di wê komkujiyê de jiyana xwe ji destdane zelalnebû.

22’yê Hezîrana 2016: Ciwanê bi navê Ehmed Mihemed Îsa yê ji pêkhateya ereb û ciwanê bi navê C.A. yê ku nexwest navê wî were naskirin dema ku di erdên xwe yên rojavayê bajarê Serekaniyê yê Kantona Cizîrê dixebitîn hatin gulebarankirin û birîndar bû.

28’ê Hezîrana 2016: Li herêma Hişêşe ya ku 35 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî ya girêdayî Kantona Kobanê artêşa Tirk saet 17:00 li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gurûpeke ji sivîlan gulebarankirin û bi dehan sivîl di nava wan de zarok û jin birîndar bûn.

Meha Tebaxê:

1’ê Tebaxa 2016: Artêşa Tirk piştî ku 80 darên zeytûnan ên şêniyên gundê Bêka yê navçeya Bilbilê ya Efînê birîn, heya mesafeya 300 m derbasî axa Rojava bû û firehiyek mezin ji erdê gund dagir kir.

4’ê Tebaxa 2016: Di seat 01.20`an de hêzên artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên YPG`ê yên nêzî gundê Endîwer ê bajarê Dêrîk ê Kantona Cizîrê kirin.

6`ê Tebaxa 2016: Hêzên Tirkiye welatiyê bi navê Ehemd El-Ibêd (40) yê ji bajaroka Til Eran û bavê 7 zarokan bû, kuştin. Cenazeyê El-Ibêd li gundê Nisriyê yê navçeya Cindirêsê nêzî têlên sînorê Tirkiyê hat dîtin.

20`ê Tebaxa 2016: Tirkiyê êrîşî nuqteyên şervanên YPG`ê yên nêzî gundê Batirzan ê herêma Girkê Legê yê Cizîrê kir. Di encamê de şervanê YPG`ê Qehreman Îsmaîl (Qehreman Dêrîk) jiyana xwe ji dest da.

Pêngava duyemîn a dagirkirinê..

24’ê Tebaxa 2016

Piştî ku hemû planên Tirkiyê yên dagirkirina Rojava û pêkanîna berjewendiyên xwe di xaka Sûriyê de bi bin ketin, bi rizgarkirina Minbicê re êdî nikaribû çavên xwe li pêşketin û deskeftiyên hêzên şoreşger ên Bakurê Sûriyê bigire. Lewra di 24’ê Tebaxê de artêşa Tirk bi xwe û di bin navê Mertala Firatê derbasî çirava şerê Sûriyê bû.

Tirkiye dikaribû di nav 3 seatan de û bêyî berxwedaneke bê gotin bajarê Cerablusê ji çeteyên DAIŞ’ê bigire. Li ser vê dagirkirinê dezgehên ragihandinê gotin: “Girtina Tirkiyê ji Cerablus re di encama planeke radestkirinê de pêk hat”.

Di heman şeva ku Tirkiye derbasî Cerablusê bû, dest bi topbarana gundên rojavayê Minbicê kir. di encama topbarana şeva 24’ê Tebax de 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. di heman rojê de Tirkiyê gundê Hilwaniyê yên başûrê Cerablusê tobparan kir, di encamê de 20 sivîlan jig und jiyana xwe ji dest dan.

25’ê Tebaxa 2016: Hêzên AKP`ê navenda YPG`ê ya li gundê Endîwer ê bajarê Dêrîkê gulebaran kir. Di heman rojê de hêzên AKP`ê êrîşî hin maşîneyên ku li nêzî çemê Firatê li kargehek qûmê dixebitîn û gule avêtin karkeran.

27’ê Tebaxa 2016: Hêzên AKP`ê gule avêtin nuqteyek YPG/YPJ`ê ya li gundê Endîwer û nêzî sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Di encama êrîşê de ziyanên madî rû dan.

Di heman rojê de hêzên AKP`ê yê ku bajarê Cerablusê dagir kiribûn, bi çekên ku tê gumankirin, kîmewî ne êrîşî gundên Bîr Ereb û El-Dendeniyê yên bakurê Minbicê kirin. di encama êrîşê de bi dehan şêniyên herdu gundan birîndar bûn.

28’ê Tebaxa 2016: Balafirên şer ên Tirkiye gundê Bîr Kûsa yê ku 13 km dikeve başûrê Cerablusê û 6 km bakurê çemê Sacûr bombebaran kirin. di encama bombebaranê de bi dehan şêniyên gund hatin qetilkirin. Di heman rojê de hêzên AKP`ê gundê Sirêsat ê başûrê Cerablusê topbaran kirin. di encama topbaranê de 11 sivîlan jiyana xwe jidest dan.

29’ê Tebaxa 2016: Hêzên AKP`ê nuqteyên YPG`ê yên li nêzî gundê Tehlikê yê di navbera bajarên Qamişlo û Amûda yên Rojavayê Kurdistanê gulebaran kirin. di encama gulebaranê de şervanekî YPG`ê birîndar bû.

31’ê Tebaxa 2016: Hêzên AKP`ê li ser sînorê di navbera Girê SPî û Bakurê Kurdistanê hijmarek ji şêniyên bajarê Girê Spî, dema ku dixwestin derbasî Bakur bibin, gulebaran kirin û qetil kirin.

Meha Cotmehê..

2’yê Cotmehê: Li gundên Silsane û Cib El-Asî yên li rojavayê Babê  topbaran bû. Di encamê de 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

9’ê Cotmehê: Balafirên şer ên Tirkî 25 caran gundên Babê bombebaran kirin. di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

12’ê Cotmehê: balafiran dîsa gundê Babê bombe kirin. di encamêde 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. ji van navê Memdûh El-Noma tevî 2 zarokên ji malbatê, Tariq Ehmed Zekûr El-Elebî (15), 5 kes ji malbata El-Boşî, Umer Mihemed El-Îdo (16), Mistefa Neqişbendî û Elaa Hecar hatin zanîn.

Artêşa Tirk ji Cerablusê berê xwe da herêmên din ên Sûriyê û gelek dever ji DAIŞ’ê girtin.

Meha Kanûnê

5’ê Kanûnê: Dema komek ji 17 kesan hewl didan ji gundê Ebû Cerde yê Dirbêsiyê derbasî Bakur bibin, hatin gulebarankirin. Ji van 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 ên din jî wenda bûn. heya niha çarenûsa 14 kesên din nayê zanîn.

Hemû zêdegavî û binpêkirinên ku Tirkiye di nav sala 2016’an de li dijî Sûriyê pêk anîn, li pêşiya çavên hemû cîhanê û di nav bêdengiya navnetewî de pêk hat.

(ekîp/ne)

ANHA