Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama 2016 -5

Sala deskeftiyên mezin û federaliyê

KENDAL ŞÊXO

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojavayê Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadî û jiyana wekhev di sala 2016’an de bi avakirina têkiliyên dîblomatîk û pêşxistina rêyên çareseriyê tacîrdar kir. Di vê salê de 7 nûnertiyên Rojava li welatên Ewropa hatin vekirin û li hundir jî projeya sîstema Federaliya Demokratîk weke çareseriya herî şênber hat pêşniyarkirin.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên wê, di sala 2016’an de hîn zêdetir bûn rojeva cîhanê û gelên herêmê. Di vê salê de gavên herî zêde derketine pêş serkeftinên diplomatîk û wekî rêya çareseriya herî guncav, projeya sîstema federaliya demokratîk bû.

Destkeftiyên dîplomatîk

Şandeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di 13’yê çileyê de li bajaê Cinêvê bi hin rayedarên wezareta derve yê Rûsî re hevdîtin kirin. Di şandeyê de hevserokên MSD`ê Îlham Ehmed û Heysem Menai û endamên desteyên rêveber û siyasî hazir bûn.

Panorama 2016 -5panorama-siyasi-1

Ji aliyê Rûsî ve jî, Cîgirê Wezîrê Karê Derve Gennady Gatilov û Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqiya di wezareta derve de Alexander Vershinin amade bûn.

Vê hevdîtinê rê li pêşiya hevdîtinê dîti vekir ku encama wê jî, piştî kêmtirê mehekê Nunertiya Rojava li Rûsiya vebû. Di merasîmên vekirinê yên di 2`ê sibatê de, hatin lidarxistin, gelek çalakvanên siyasî, civakî û sivîl beşdar bûn.

Hatina Mac Grok ji Kobabnê repanorama-siyasi-2

Di dawiya çileyê de, Nûnerê Serokê Amerîka yê Koalisyona Navnetewî Brett Macgork serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Macgork li bajarê Kobanê bi hin nunerên Rojava re hevdîtin kir û mijarên mirovahî û ewlekariyê nîqaş kirin.

Ev serdan di demeke ku kurd ji civîna Cinêva 3`emîn hatibûn dûrxistin, pêk hat. Lewma  hat gotin ku serdan Macgork weke tetmînkirina (îmnahîkirina) kurdan e.

Piştî Macgork.. payebilindekî leşkerî yê Amêrîkî serdana Rojava kir

Di 22`ê gulanê de, Fermandarê Hêzên Amêrîkî li Rojhilata Navîn Joseph Votal hat Rojava  û 11 seatan ma. Di wan seatan de hevdîtin bi hin rayedarên Rojava û hêzên taybet ên Amêrîkî re kir.panorama-siyasi-3

Votal berztirîn fermandarê Amêrîkî bû ku derbasî axa Sûriyeyê dibe.

Piştî serdana wî bi çend rojan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê hemleya rizgarkirina Bakurê Reqa dan destpê kirin. Lê paşê di destpêka Hizêranê de berê xwe dan bajarê Minbicê.

Cinêva 3`emîn û tevlînebûna Kurdan

Di nîvê Nîsanê de, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan de panorama-siyasi-4Mistura ragihand ku li ser rewşa Sûriyeyê dê li cinêvê dest bi nîqaşên nû bikin. Di vê çarçoveyê de De Mistura di 11`ê gulanê de bi armanca nasîna xwestekên kurdan û nêrîna wan li ser rewşa Sûriyeyê li Civêvê bi şandeyeke ji Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê û Rêveberiya Xweser re rûnişt. Di şandeyê de Hevserokê PYD`ê Salih Mislim, nunerê PYD`ê li Ewropa Ebdulselam Mistefa û nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropa Sînem Mihemed hazir bûn.

Lê Cinêv bi ser neket, ev yek jî ji ber bêxemiya şandeya Muxalefetên (Şandeya Riyad) û ya Sûriyeyê, her wiha astengkirina Tirkan ji berşdarbûna kurdan re.

Federaliya Demokratîk û çareseriya hundirînpanorama-siyasi-5

Pêkhateyên Rojava ku ji Cinêva 3`emîn ji ber zextên Tirkiyeyê hatin dûrxistin, di wê baweriyê de bûn ku çareseriya Sûriyeyê hundirîne. Lewma xebat li ser pirojeyeke ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bigire û bibe dendika Sûriyeyek pireng, destpê kir.

Ev xebat li bajarokê Rimêlan di 16-17`ê adarê de, bi îlankirina Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demoratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji aliyê 200 nunerên partiyên kurd, ereb, asur, Tirkmen û  çeçen ve tacîdar bû.

Piştî îlankirinê, di nava şeş mehan de, rêzecivîn bi hemû pêkhateyan re çêbûn û di encamê de, reşnivîsa hevpeyîmana civakî hat hazirkirin.

Her wiha Meclîsa damezrêner di nava sê mehan de, dikaribû sîsetema federal ji 15 hezar kes û aliyên herêmî, erebî û navneteweyî re, pênse bike û name ji 30 dewlet û kesayetên Cîhanî, di nava wan de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moo, Amêrîka, Rûsiya, Neteweyên Yekbûyî û hin dewletên erebî re, hat rêkirin.

Dîsa Meclîsê gelek kesayetên Sûrî yê navdar weke Sekreterê Partiya Guhertin û Ronesansa Sûrî û endamê Desteya Karê Niştimanî yê Sûrî Mistefa Qeliecî, Serokê Şepêla Genim Heysem Menai, Serokê Partiya Mordenîteya Demokratîk Fîras El-Qesas, Muxalifê ji bajarokê Ceblî Besam Seqir, Muxalifê ji bajarê Hema Husam Elûş û hin kesên din pêşwazî kir.

Yekemîn platforma Demokratîk li Sûriyeyêpanorama-siyasi-6

Piştî çend mehan ji pêşniyarkirina projeya Federaliya Demokratîk, derdora 160 kesayetên niştimanî di 30`ê îlonê û 1`ê cotmehê li bajarokê Rimêlan di platformeke demokratîk de hatin gel hev.

Platform bi silogana Federaliya Demokratîk misogeriya Yeketiya Sûrieyê ye hatin lidarxsitin û di roja yekemîn de, Netew dewlet û altirnatîfa wê Neteweya Demokratîk hat nîqaşkirin, mijara roja duyemîn jî li ser ezmuna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Sîstema Federaliya Demokratîk bû.

Meclîsa Damezrêne a Sîstema Federaliya Demokratîk heta niha di lidarxistina Civînên pênasekirina sîstema Federaliya Demokratîk de dewam e.

Nexşe rê

Di 12`ê cotmehê de, hêzên siyasî yên Kurdî, perde ji ser nexşe riyeke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê rakirin. Ev yek bi riya civînek çapemeniyê li boruya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk li bajarê Qamişlo hat eşkerekirin.

Ev proje di rêzehevdîtinên partiyên TEV-DEM`ê, kombûna Demokrat û Çepgirên Kurd li Sûriyeyê, Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk Kurdî ya Sûrî û  Partiya pêşverû li Sûriyeyê derket pêş. Lê ji ber kûrbûna destên hêzên herêmî û navneteweyî li Sûriyeyê, ev proje zêde nekete meriyetê.

Hevdîtinên girîng li Amêrîkapanorama-siyasi-7

Hemwext, xebatên diblomasî li dervayî Rojava didomiyan. Di 9`ê îlonê de Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehemd û Nunera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropa Sînem Mihemed li paytexta Amêrîka Washington hevdîtin bi  siyasetmedar û endamê Meclîsa Rûspiyên Emêrîkî re derbarê federaliyê de hevdîtin pêk anîn.

Di heman çûnê de, hevdîtin bi şêwirmendê Donald Trump ê rojhilata Navîn re Welîd Faris re hat kirin.

Dîsa di 10`ê cotmehê de, Îlham Ehemd li ser  vexwendina Boruya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî  çû Amêrîka û hevdîtin pêk anîn. Derbarê wan hevdîtinan de Ehmed ji ANHA`ê re got ku êdî Amêrîka û gelek dewletên din rastiya Rojava ya siyasî û leşkerî qebûl dikin.

Naskirina Rojava li Başûrê Efrîqayê ket rojevêpanorama-siyasi-8

Di 26`ê Texbatê de, şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê çûn peytexta Başûrî Efrîqiya  Johannesburg û hevdîtinên girîng bi rayedarên siyasî û hukumetê re pêk anîn.

Di şandeyê de, Hevserokê PYD`ê Salih Muslim, Fermandara YPJ`ê Şaha Ebdo, Hevserokê Kongreya niştimanî ya Kurdistanî Rêbûwar Reşîd û Endamê Komîteya Derve yê Kongreyê Yilmaz Orkan hebûn.

Şandeyê bi alîgirê Wezîrê Karê Derve yê Başûrê Efrîqiya  Noma India Mvicto, Wezîrê Ekolojîyê, Berpirsê Têkiliyên Derve Edna Mulawa, Şêwirmendê Yekemîn ê Serokê Başûrê Efrîqiya û Wezîrê Dewletê Ibrahîm Ibrahîm re, hevdtîn pêk anîn. Di wan hevdîtinan de, meleseya danesîna Rojavayê Kurdistanê û avakirina Sûriyeke Demokratîk hat nîqaşkirin.

Li hember dagirkeriya Tirkiyeyê, eniya berxwedanêpanorama-siyasi-9

Tirkiye di 24`ê tebaxê de herêmên bakurê Sûriyeyê dagir kir û heta hawirdorên bajarê Babê hat. Li beramberî vê dagirkeriyê kesayet û hêzên niştimanî eniyeke nû bi navê berxwedana niştimanî ya Sûriyeyê di 7`ê îlonê de ragihandin.

Vê koalîsyonê civîneke çapemeniyê li bajarokê Arfad bi beşdarbûna endamên buroya siyasî lidar xist û ji wê demê û şûn ve dest bi komkirina aliyên dijberê Tirkiye dike.

Serdana diplomatîk li Lubnanêpanorama-siyasi-10

Di 22’yê îlonê de, Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed li lubnanê Serokê Şepêla Niştimanî ya azad Mîşêl Ewn (serokê Lubnanê yê niha ) dît.

Di vê hevdîtinê de, Ewn da zanîn ku Federalî çareseriya herî guncave ji aloziyên herêmê re.

Ji bilî wî, Îlham bi gelek partî û şepêlên Lubnanê re jê partiya El-Hinşak,  El-Taşnaq  , yeketiya Sûryanî û Partiya Pêşverû ya komînîst re rûnişt.

Hevdîtin bi vekirina nunertiyan tacîdar bûn

Di asta Ewropa de, Hevserokê Desteya Karê Derve yên Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer ji 30`ê adarê heta 28`ê nîsanê serdana Denîmark, Tişîk , Loksumburg û Siwêd kir.panorama-siyasi-11

Di van serdana de, Omer Wezîrên Derve yên Denîmark û Siwêd, Endamên Parlementoya Tişîk û hin hêzên siyasî dîtin.

Di encamê de, di 4`ê Adarê de li paytexta Tişîk Prague nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vebû, her wiha li payetexta Siwêd Stockholm jî di 17`ê nîsanê de nunertî vebû.

Di 7`ê Gulanê de li paytexta Almanya Berlînê û li paytexta Firansa Parîsê nûnetriyên Rojava hatin vekirin.

Dîsa di encama serkeftinên diblomasî de li welatên Benelux ku ew jî yekîtiyeke di nava xwe de (Belçîka, Holenda û Luksumborg) dihewîne, li bajarê Lahayî di 8`ê îlonê de nûnertiya kurdan vebû.panorama-siyasi-12

Herî dawiyê jî li paytexta Nerwîcê Oslo bi merasîmekê li navneda Şaredariyê nûneriya demkî ya kurdan vebû.

Serkeftinên kurdan, ne tenê rê li ber vekirina nûnertiyan vekir, her wiha bala kesayetên siyasî yên navdar kişand ku werin û serdana Rojava bikin.

Siyastmendarên navdar serdana Rojava kirin

Serdana Wezîrê Karê Derve yê ferensî yê berê Bernard Kouchner û Qonsilosê Amêrîka yê Kirwatiya yê berê Peter Kalbrais ji Rojavayê Kurdistanê re, di 20`ê mijdarê de, balkêş bû û bi armanca nîqaşkirina pêşketinên dawiyê li herêmê û serkeftina Tramp di hilbijartinên Amêrîkî de pêk hat.panorama-siyasi-13

Şande ji aliyê Hevseroka PYD`ê Asya Abdulah, Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û  Hevserokê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê bi rayedaran re hin mijarên siyasî nîqaş kirin, lê nîqaşa wan ji ragihandinê re girtî ma. Paşê di deriyê Sêmalka re vegeriya Başûrê Kurdistanê û hevdîtin bi erênî nirxandin.

(nse/a)

ANHA