Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama 2016- 7   

PANORAMA

NESRÎN EBDÎ-ALAN ROJ

Gavên ber bi aboriya komînal ve

NAVENDA NÛÇEYAN– li Rojavayê Kurdistanê, îsal zêdetirî 100 koperetîf hat avakirin û guherînên bingehîn di sîstema wê de qewimî.

Li seranserî kantonê Rojava, îsal fabrîqe, koperetîf û malên plastîkî hatin çêkirin, ev yek jî weke gaveke dîtir di riya xwetêrkirinê de, tê nirxandin.

Kantona Kobanê

Di 10`ê adarê de, Komîteya ِِِAborî ya Kobanê bi silogana “ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ax, av û enerjiya xwe bikin komîn” bi beşdarbûna 200 delegeyî, konferansa xwe ya yekmîn lidar xist û tê xebatên salê nirxandin û pîlansaziya dema pêş danî. Pişt re di 11`ê gulanê de, Desteya Çandinî û Rêveberiyên Herêmî(Şaredariyê) û komîteya aborî ya jinê bi 30 enduzyar, bijîşkên sewalan dermanfiroşên çandiniyê re civiyan û pîlansaziya çandiniyê ya pênc salan danîn. Pîlansazî warê teimînkirina av, bernameyên çandiniyê, sebze, fabirîqe, sewaldarî, sazîbûn û ekolojî girt nava xwe.

kobane-konferans kobane-u-civana-xumasi

Her wiha, di destpêka demsala çandniyê de Desteyê 1500 ton tovê genim, 5000 ton ceh, 425 ton semad û dermanên zeviyan, bê pere li welatiyan belav kir. Dîsa weke gaveke destekdayîna çandiniyê, di destpêka tebaxê de komîteyek ji enduzyarên pispor hat avakirin û armanc jê danîna pirojeya kêşana ava firat ji zeviyên welatiyan re.

Dîsa girêdayî çandiniyê, di 12`ê nîsanê de, Desteya Çandiniyê 250 hezar şitil sebze (50 hezar firing, 100 hezar beican û 100 hezar îsot) di 6 malên sergirtî plastîk de çandin û piştî demekê 4 hezar û 50 şitil ji berhemên wan malan li cotkaran hatin belavkirin.

Di 8`ê mijdarê de, Komîteya Aborî li gundê Qinê yê Rojavayê Kobanê, malên sergirtî (Plastîkî) bi navê kobane-bustane-kobaneBexçê Kobanê ku ferehiya wê du hektaran vekir û tê de xiyar, firing, beican hatin çandin. Pişt re Desteya Aborî biryar da ku 300 hektar erdê çandiniyê ji bo malên plastîk bê veqetand.

Li aliyekî din, ji bo bicihanîna pêwîstiyên nan, sê firrin li gund û bajar hatin vekirin. Di tebaxê de cihê xwedîkirina mirîşkan hat vekirin û 5 hezar û 700 mirîşk tê de tên xwedîkirin. Li rex wê cihê qurqkirina mirîşkan ji bo zêdekirina çîçikan hat çêkirin.

Di warê sewaldariyê de jî,  di mehên çile û şibatê de kargeha Çêre ( elef )  bi sê navendên xwe re li gundên ( Çelebiyê-Sirîn-Qinê) hatin  avakirin.

Her wiha Li bajarê Minbicê, di 1`ê tîrmehê de bazargeha sebzeyan û pêdiviyên xwarinê ji aliyê meclîsa bajar ve hat vekirin.

Bajarê Girê Spî

Li bajarê Girê Spî 14 koperetîf hatin avakirin, yekemîn koperetîf di 12`ê cotmehê bû û ya dawiyê 10`ê mijdarê de bû. Ferehiya erdên di destên van koperetîfan de 26 hezar donim e. Her wiha di 1`ê cotmehê de, zêdetirî 25 hezar ton tov li ser cotkaran bi nîvê buhaya wê hat belavkirin. Dîsa 285 ton ceh li ser koperetîfan hat belavkirin.

Kantona Efrînê

Di nava salekê de Desteya Aborî ya kantonê 25 komîteyên aborî ava kir û di 23`ê îlonê de, Saziya Geşkirina Aborî bi armanca nirxandina xebatên nîvê salê, civîneke berfereh ji serokên komîteyên aborî yên komînên kantonê ee, çêkir. Di wê civînê de hevserokên nû ji Saziya Geşkirina Aborî re, hatin hilbijartin.

efrin-civina-nivi-sale-2 efrin-civina-nive-sale-ya-geskirina-abori

Li aliyekî din, 5 koperetîf hatin sakirin, jê ya taxa Mehmudiyê ku bi ferehiya hektar û nîvek çandinî kiriye. Di kanûnê de jî kopratîva berhemên ” Birotîna nebatî ” hat vekirin.

Dîsa Navenda Geşkirina Aborî di 4`ê hizêranê de, sûka gelêrî ya Şengalê ku 36 dikanên cilan, xwaringeh û kafeteriya dihewîne vekir. Buhay vê sûkê ku ferehiya wê 4 km2 gihîşt 26 milyon l.s.efrin-suka-sengale

Di meha tebaxê de de jî,  mezreyek xwedîkirina çêlekan  a bi ferehiya 2 km2 li navçeya Şera hat vekirin û tê de 39 çêlek hene. Li rex wê jî kargeha berhemên şîr hatiye çêkirin.

Derbarê çandiniyê de jî, projeyek çandiniyê li gundê Comeka ya Kantona Efrînê bi berferhiya 70 hektar hat sazkirin û genim lê hat çandin.

Kantona Cizîrê

Di destpêka cotmehê, li bajarê Qamişlo civîneke fereh bi beşdariya hemo nûnerên meclîsên aborî yên kantonê û Desteya Aborî pêk hat. Di vê civînê de, sîstema rêxistinî ya aborî hat guhertin û meclîsên aborî yên girêdayî TEV-DEM`ê û Desteya Aborî di bin sîwana “Komîteya Giştî ya Aboriyê” de hatin gel hev. Her wiha 8 beşên vê komîteyê hatin avakirin ( çandinî, sewaldarî, avdanî, tov, koperetîf, mehmiyat, karûbarên rêveberiyê û yekîtiya pisporên  çandiniyê-sandîka-)

Her wiha di 30`ê mijdarê de, rêveberiya giştî a geşkirina pirojeyên sewaldariyê, li kantona cizîrê hat avakirin û di nava vê salê de sê koperetîvên sewaldarî li bajarên Tirbespiyê,Qamişlo û Girkêlehgê  çêkirin.

Li aliyekê din, li herêmên Tirbespî û Girkêlegê bi giştî 25 kopratîvên çandiniyê hatin vekirin.Dîsa koperetîfa xwedîkirina sewalan li Girkêlegê hatin vekirin û 83 mal beşdar bûne û heta niha 100 dewar ji bo wê hatiye veqetandin û îsal rojane berhemên malên sergirtî (plastîk) gihîştin nîv ton. Her wiha Meclîsa Aborî û komîteya aborî ya Jinê di 7`ê mijdarê de, dest bi hemleyek nû ya avakirina koperetîvan li herêma Girkêlegê kirin û 13 koperetîfên çandiniyê hatin sazkirin.

girkelege-malen-pilastiki girkelege-avakirina-komeleyan komeleya-sewalan-li-tirbespiye

Li bajarê Til Temirê jî koperetîva çandiniyê bi beşdarbûna 423 malbatî hat avakirin. Li bajarê  Hesekê jî di 26`ê hizêranê Odeya Bazirganiyê navedeke xwe vekir. Di 19`ê Cotmehê de 21 kopratîvên çandiniyê, ji serekaniye-candina-7800-darnav wan 3 yên xweser in hatin vekirin û bi qasî 65 hezar donim erdên çandiniyê li wan hatin belavkirin.

Li bajarê Dirbêsiyê di vê salê de, 5 koperetîf hat çêkirin.

Li aliyê bajarê Serêkaniyê jî, Navenda Geşkirina Aborî  7 hezar û 800 darên hinar, tirî, kerez, sêv û mişmiş çand.

Mezintirîn koperetîfa çandinî û sewaldariyê

Di tîrmehê de, li gundê Qesrikê ê 50 km başûrî bajarê Dirbêsiyê ye, gava yekemîn a avakirina mezintirîn koperetîva sewaldarî û çandiniyê li herêmê hat avêtin. Di vê koperetîfê de, 4 hezar kesan navê xwe lê qeyd kirin û her yek bi 100 dolarî tevlî bû. Ferehiya erdên di bin serweriya koperetîfê de, 37 hezar donim e û di nava xwe de heft pirojeyên sewaldarî û çandiniyê dihewîne.

dirbesiye-avakirina-koperatfan4-300x169 dirbesiye-avakirina-koperatfan6-620x364 dirbesiye-qesrik-3 dirbesiye-qesrik

Pîşesazî û xwedîkirina masiyan

Di destpêka adarê de Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Paşê çar odeyên navendî li bajarên Dêrik, Hesekê û Serêkaniyê hatin vekirin. Bi damezrandina odeyan re xebatên avakirina sandîkeyan li her herêmê destpê kir û sandîkeyên kargeh,bazirgan, dikana xurekan, buroya erebeyan û hwd. hatin damezirandin. Hemwext, van odeyan hezar û 497 qeydên bazirganiyê, 75 ên pîşesazî û 25 ên fabrîqeyan çêkirin.

heseke-vekirina-odeya-bazirganan girke-lege-civina-berfereh-li-ser-avakirina-komeleyan-li-cizire avakirina-meclisa-abori-li-tirbespiye

Li bajarê Amûdê jî  akademiya geşkirina pîşesaziyê hat vekirin. Dîsa li bajarê Dêrikê di kanûnê de kargeha nîskan û di nîsanê de ya şîpis hatin vekirin. Li bajarokê Çilaxa jî , jinan kargeha şêraniyê di 3`ê adarê de vekirin. Herwiha du kargehên pêdiviyên xwarinê li Qamişlo û Hesekê hatin vekirin. Li bajarê Dirbêsiyê jî kargeha avê û zeytê tê amadekirin.

Li ser çemê Dicle, li Dêrikê jî ji sedî 80 ji pirojeya xwedîkirina masiyan bi dawî bûye.

ANHA