Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama 2016 -8

Dîmen

Kurteçîrokeke ji yekîtiyê ber bi Kongeryê ve

ŞÎNDA EKREM

NAVENA NÛÇEYAN – Di sala 2016’an de, rêxistina jinan ferehtir bû û ji yekîtiyê veguherî kongreyê. Her wiha hezar û 618 jinan bi riya koperetîfan debara xwe kirin.

Jinên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê di nav salê de, di qadên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de bûn. Her wiha di warê rêxistinî de, sîwana xwe ferehtir kirin.

Ji aliyê siyasî

Bi armanca xurtkirina îradeya jinê û tevlêbûna pêvajoya siyasî û avakirina Sûriyeya pêşerojê, di 8’ê Çileyê de Kongreya Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin û buroya jinê di nava desteya rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de hat avakirin. Armanc ji vê yekê ew bû ku jin bi awayekî çalak cihê xwe di nîqaşên siyasî yên derbarê aloziya Sûriyeyê de bigire.

img_5240

Piştre di 5’ê Sibatê de, Desteya Jinên Sûriya Azad bi kongreyekê li bajarê Dêrikê hat damezirandin. Di kongreya ku di bin dirûşmeya Jina azad misogeriya Sûriyeya Demokratîk e hat lidarketin de, jin ji Rojava û Sûriyeyê beşdar bûn.

Di 20-22’ê Gulanê de, konferansa Jinên aştîxwaz yên Sûriyeyê bi beşdariya 130 kesan li peytexta Sûriyeyê Beyrûtê hat lidar xistin. Jinên Rojavayê Kurdistanê jî cihê xwe di konferansê de girtin.

Desteya Jinên Sûriyeya Demokratîk di Tebaxê de li bajarê Hesekê û Girê Spî û di Mijdarê de li Helebê navendên xwe vekirin. Her wihya li herêma Şehbayê di nava jinên koçber de, komîteyên xwe birêxistin kirin.

Dîsa Kordînesyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de di 22`ê mijdarê de, platformek lidarxistin û roja tekoşîna li hermber şîdeta li ser jinê nîqaş kir. Di platform de 600 kes beşdar bûn û di bin silogana şîdeta li dijî jinê nirxên civakî qetil dike, em nirêxên xwe biparêzin hat çêkirin.

Ji aliyê civakî ve

Di 25`ê sibatê de, li bajarokê Rimêlan  251 endamên Yekîtiya Star û 249 delegeyên din ji hemû bajarên Rojava û Sûriyeyê hatin gel hev û kongreya şeşemîn a yeketiya Star hat lidarxistin û tê de Yeketiya Star fereh bû û veguherî Kongerya Star.

Her wiha di 19`ê sibatê de, di kongreya yekemîn a Tevger Jinên ciwan de, Tevger veguherî Yekîtiya Jinên Ciwan li Rojavayê Kurdistanê.

Hemwext tekoşînan û pêla rêxstinbûyînê di nava jinan de, geştir dibû û bi armanca xurtkirina jiyana komînal, gelek pêngavên xurtkirin û avakirina komînan destpê kir û  gelek Akademî li seranserî Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin.

sere-kaniye-vekirina-komin-3

Lewam hejmara komînan li kantona Cizîrê gihîşt 714`an, li Efrînê 504`an û li Kobanê jî 300 komîn hatin avakirin.

Pê ve girêdayî gelek çalakiyên civakî û hişyarî hatin lidarxistin  û derdora 250 dewreyên perwerde ji endamên komîn û meclîsan re hatin orgenîzekirin. Dîsa di Roja cîhanî ya jinê de li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê çalakî hatin çêkirin. Her wiha di çarçoveya şermezarkirina şîdeta li ser jinê gelek çalakiyên mezin li bajaran hatin lidarixstin.

Li aliyekî din Kongra Star ji bo tecrîdkirina Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek meş û xwepêşandan lidar xistin.

Kongra Star bi vê yekê ve sînordar nebû û li gelekê herêmên nû hatibûn rizgarkirin (Hol- Şedadê-Til Hemîs û Til Koçer) navendê xwe vekirin û dewreyên perwerdê lidarxistin.

Gavekê din ku xwedî bandoreke mezin bû di orgenzîkirina jiyana malbatan de, Mala Jin. Navendên Malên Jinê li seranserî Rojava kurdistanê hetine vekirin, ev malên han wihceta jinên rastî şîdet û zoriyê hatine û li kantona Cizîrê di nava sala 2016`an de, du hezar û 375 doz lê hatin qedkirin jê hezar û 297 hatin çareserkirin.

Weqfa Jina Azad

Di vê salê de, Weqfa Jina Azad li hemû taxê bajarê Qamişlo û Serêkaniyê di nava çar mehan de, gelek dewreyên tenduristiyê vekirin û tê de 249 jin hatin perwerdekirin. Her wiha di çarçoveya hişyarkirina tenduristiyê de, gelek semîner derbarê nexweşan hatin orgenîzekirin û weke gaveke piratîkî di meha sibatê te, navendeke tenduristiyê li bajarê Qamişlo hat vekirin.

Dîsa bi mebesta hejmartina û zanîna sedem û encamên zewaca bi temenê biçûkê, Weqfa Jina Azad di çileyê de di çieliyê de dest bi hemleyekê kir  û gelek semîner  derbarê mijarê de hatin lidarxistin.

Li aliyekî din jî di Sibatê de bi hevkariya Navenda Lêkolînên Stratejîk derbarê pêşevsereke demokratîk ji Sûriyeyê re, jimatin destpê kir.

Desteya Jinê

Desteya Jinê li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, ji bo danesîna qanûna jinê û beriya ku ev zagon bi awayekî fermî di dadgehan de bê meşandin, gelek civîn li bajar û gundan lidarxistin.

Her wiha di nava Desteya Kantona Cizîrê de buroyên zagonî, pîlansazî û geşkirin, Têkiliyan û ya haydariya (riayê ) zaroka vekirin. Di 7`ê adarê de jî ji bo xwedîderketina li jinên bi temen mezin li bajarê Qamişlo navneda Şehîdn Viyan hat vekirin. Dîsa navenda Amara ya şêwirmendiya derûnî gelek derwre bidawî kirin.

Rêxistina Sara û Navenda Lêkolînên Stratejîk

Rêxistina Sara derbarê zewaca kesên bi temen biçûk de îsal gelek semîner orgenîzekirin, girêdayî mijarê dewreyên tenduristî û derûnî vekirin.

Jinên di nava Navenda Lêkolînên Stratejîk de, di amadekirina lêkolînan û jimartinan derbarê rewşa jinan li Rojavayê Kurdistanê xwedî roleke sereke bûn. Hin ji mijarên lêkolînên jî derbarê zextên li ser jina karker û nirxandina karê xwe  ( Di meha gulanê de). Di dema dawiyê de jî bi hevkariya Weqfa Jina Azad, li seranserî Rojavayê Kurdistanê pirojeyek derbarê jinên koçber û rewşa wan a di kampan de tê amadekirin.

Perwerde

Di fêrkirina zimanê dayikê de, jin xwedî misyona pêşengtiyê bû. Konferana yekemîn a jinên komîteya perwerdê ye Tevgera Civaka Demokratîk (KPC) li kantona Cizîrê di 7`ê gulanê de hat lidarxistin, pişt re li Kantona Efrînê di 31`ê Tîrmehê de û herî dawiyê di 30 Tebaxê de li kantona Kobanê hat lidarxistin.

her wiha hejmara mamosteyên jin di kantona Cizîrê de gihîşt du hezar û 215`an, yên Efrînê 5 hezar û 992 mamoste û yên Kantona Kobanê jî hezar û 500 mamoste bûn.

Şaredarî

Di 17`ê mijdarê de, jinên di şaredariyan de dixebitin, civîneke berfereh di asta Rojava-Bakurê Sûriyeyê de lidarxistin û di civînê de çarçoveya xebata jinan û xwesertiya wan di beşên xizmetguzarî, Zagonî, veguhestin, Tenduristî, zimhêr û dîwanê de hat diyarkirin.

Di warê aborî û çandî de

Di çarçoveya xurtkirina aboriya komînal û geşkirina aboriya xweser a jina, gelek koperetîfên aborî hatin vekirin û derdora hezar û 618 jinan cihê xwe tê de girtin, her wiha gelek firin, xwaringeha, malên plastîk, werşeyên dirûtinê û cihê sewaldariyê hatin vekirin û derdora 476 jin beşdar bûn.

Her wiha Tevgera Hîlala Zêrîn a jinên rewşenbîr yekemîn şaxê xwe li Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê di 30`ê cotmehê de vekir.

Ragihandina Jinê li Rojavayê Kurdistanê

Rêjeya jinan di nava dezgehên çapemeniyê de ji sedî 57 derbas kir, her wiha 33 koverên taybet bi jinê tên weşandin.

Di 3`ê tebaxê de jî konferansa duyemîn a jinên ragihandinê hat lidarxistin û tê de Şehîd Agirî Yilamz û Arîn Cûdî ku di nava refên ragihandina YPJ`ê de jiyana xwe ji dest dan, weke sembolên ragihandina azad ya Rojavayê Kurdistanê hatin diyarkirin.

Li aliyekî din biryar hat standin ku Akademiyek ragihandinê ya jinê bê vekirin.

amude-konferansa-2-ya-rajin-2 amude-konferansa-2-ya-rajin-9-620x364 amude-konferansa-2-ya-rajin-14 qamislo-bi-cekirina-serani-debara-mala-xwdikin-6 qamislo-hijmara-nucegehanen-jin-1-300x186 qamislo-hijmara-nucegehanen-jin-2-300x199 qamislo-hijmara-nucegehanen-jin-4-300x200 qamislo-hijmara-nucegehanen-jin-5-300x200 qamislo-hijmara-nucegehanen-jin-6-620x364 qamislo-hijmara-nucegehanen-jin-300x200

Di warê Parastinê de

Di 2`ê tebaxê de, konferansa yekemîn a jinên HPC`ê hat lidarxistin û ji wê demê ve, jinan dest bi avakirina rêxitina HPC-Jin kir û heta niha 8 navend li bajarê Kanotna Cizîrê hatin vekirin û 110 dewreyên perwerdê bidawî bûn û hejmara jinên di nava HPC-J de yên li kantona Cizîrê gihîşt 10 hezarî, li kantona Kobanê jî 500 û li Efrînê 450 endaman.

(nse)

ANHA