Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama 2016`an – 9

Dîmen

Pêngav û xebatên leşkerî di sala 2016`an de

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi riya 6 hemleyên leşkerî ku li Şeheba, Heleb, Reqa û heta Hesekê pêk hatin balevî Bakurê Sûriyeyê jî bû. Li rex wê jî xebatên avakirina zemînê gelê Şoreşgerî bi lezûbeztir bûn.

Rizgarkirina Til Rifetheseke-dewreya-qsd-bi-dawibu1-620x364

Artêşa Şoreşgeran û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê bajarokê Tir Rifet di nîvê sibatê de ji çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam rizgar kirin. Ev yek jî li ser banga welatiyên herêmê pêk hat.

Lê beriya wê, bajarok û balfirgeha Minix, bajarokê Dêr Cemal û bi dehan gundê li gundewarê rojavayê Til Rifet  hat azadkirin.

Bajarokê Til Rifet yek ji navçeyên herêma Ezazê ye û 12 km başûrê wê dikeve, her wiha 30 km bakurî bajarê Helebê ye.

Xezeba Xabûrê

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk sêyemîn hemleya rizgarkirinê di 16`ê sibatê de di bin navê Xebeza Xabûrê de destpê kir. Armanc jê jî rizgarkirina herêma Şedadê ya li başûrî Hesekê. Hemleyê 22 rojan dewam kir û tê de du hezar û 400 km2, bajarokên Şedadê û Erîşa û 315` gund û mezre hatin rizgarkirin.%d8%a3%d8%b3%d8%b9%d8%af-%d8%a7%d9%84%d8%a8%d8%b4%d9%8a%d8%b1-%d9%83%d8%b1%d9%8a-%d8%b3%d8%a8%d9%8a-2016-12-10

Bi vî awayî, riya serek a çeteyan ya di navbera bajarê Reqa û Musilê hat birîn.

Tolhildana Êlîn û Cûdî

Bi îlankirina agirbestê li Sûriyeyê di 27`ê sibatê de û di roja yekemîn de çeteyên DAIŞ`ê bi desteka Tirkiyeyê êrîşî herêma Girê Spî kirin û zêdetirî 40 sivîlî qetil kir.

Li ser van êrîşan QSD`ê yekser bersiv da û piştî sê rojan bajar bi temamî paqij kir û derdora 89 çete hatin kuştin. Pişt re di destpêka adarê de, li herêma di navbera Çiyayê Kizwana û Bakurê Reqa hemleya tolhildanê sivîlan destpê kir û navê Êlîn û Cûdî lê hat kirin.

Êlîn û Cûdî jî du zarokên ku di nava 40 kesê di komkujiya çeteyan a bajarê de jiyana xwe ji dest dabûn.minbic-avakirina-togeya-teyrebazen-minbic-4-300x169

Bi vê hemlê re, herêmên di navbera başûr rojavayî Hesekê û bakur rojhilatî Reqayê hatin rizgarkirin û pê re şervanên QSD`ê kembera parastinê li derdora kantona Cizîrê û bajarê Girê Spî xurt kir.

Tevlîbûna 20 hêzên leşkerî

Bi serkeftinê QSD`ê re, gelek hêzên xwesteka tevlîbûna nava refên wê de ragihandin û di 18`ê adarê de togaya Ehrar El-Reqa bi awayekî fermî beşdarbûna xwe ya nava QSD`ê îlan kir.

Li herêma Kobanê jî  Kombûna Firat-Cerablûs, tabûrên Şehîdên Firatê, tabûrên Şehîdên E-Sed, Tabûrên Ehrar El-Cerablus, Tabûra Şehîd Kazim Arif ya girêdayî Artêşa Şoreşgeran û Lîwaya Cind El- Heremên cihê xwe di nava QSD`ê de girtin.heseke-servan-tevli-qsd-bun-4-620x364

Berşdarbûna nava QSD`ê di sînorê Rojavayê Kurdistanê de nema û li herêma Idlib û El-Şehba Artêşa Şoreşgeran, togayên şehîdên gundewarên Idlibê, Eyîn Calot, 99 a muşat, El-Hemze, El-Qeiqai, Meham El-Xase, Selacîqe, Ehrar El-Şemal, hêzên eşîrên Heleb û gundewarên wê û Cebhet El-Ekrad.

bi tevlîbûna van hêzan re, hejmara hêzên di nava QSD`ê de derket 33`an.

Pêngavan şehîd Feysel Ebû Leyla (Minbic)

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi destekdayîn hêzên QSD`ê dest bi pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê kirin û piştî şerê 75 rojan bajar tevî zêdetirî 200 gundî bi temamî hat azadkirin.heseke-dewreya-qsd-bi-dawibu2-300x200

Di nava şerê van 75 rojan de, derdora 4 hezar çete hatin kuştin, jê cenazê hezar û 724 ket destê şervanên Meclîsa Minbicê û 112`eyên din dîl hatin girtin.

Rizgarkirina Minbicê yekser bandor li ser çavkaniyên hêzên çeteyên DAIŞ`ê kir, ji ber bandora wan li herêma Şehba gelek lewaz bû û sînorên têkilîdanîn bi Tirkiyeyê re bi awayekî berbiçav qels bû.

Ji aliyekî din ve jî Minbic weke hêlîna çeteyên biyanî û xwekujên ku li welatên derve çalakî pêk dianîn, dihat nasîn.

Avakirina meclîsên leşkerî

Di 14`ê tebaxê de û bi hedefa rizgarkirina herêma Babê ji çeteyên DAIŞ`ê hêzên Eniya Şoreşgerên Bajarê Babê, togayên Şehîdên Qebasîn, El-Selacîqa, Şehîd Silo El-Raî û Şehîdên El-Keîbe, tabûrên Şehîdên gundewarên Babê û tabûra Ehrar Erîma  li hev civiyan û Meclîsa Leşkrî ya Babê îlan kirin. Piştî îlankirin, vê meclîsê hin gundên rojhilat û rojavayê herêma Babê rizgar kirin.minbic-avakirina-togeya-teyrebazen-minbic-7-620x364

Di 22`ê tebaxê de jî komeke ji tabûrên şoreşger ên herêma Cerablusê” Tabûrên Firat Cerablus (El-Çewadir), Ehrar El-Cerablus û Bazên Cerablusê ” avakirina Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ragihandin.

Piştî çend seatan ji vê îlankirinê, komeke MIT`a Tirkiyeyê Fermandarê Giştî yê Meclîsê Ebulsar El-Çadir qetil kirin.

Ragihandina Hemleya Rizgarkirina Reqayê

Hêzên QSD`ê di 5`ê mijdarê de hemleya “Xezeba Firatê” bi armanc rizgarkirina Reqayê destpê kir û di qonaxa yekemîn a hemlê de 700 km2 û bi dehan gund û bajarok hatin rizgarkirin. Li rex wê jî xeta parastinê ya çeteyan ji aliyê bakur ve hat şikandin.

Pişît qonaxa yekemîn hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêr El-Zor, hêzên taybet ên Şepêla Pêşerojê (Teyar El-Xed)  û togaya Şoreşgerên Reqayê beşdarî bûn.

Bi destpêkirina qonaxa duyemîn re, tevlîbûna şêniyên Reqa ji refên şervanan re xurt bû û zêdetirî hezar û 500 kes beşdar bûn. Her wiha di nava deh rojan ji destpêka hemleyê derdora sed gund hatin rizgarkirin û heta niha hemleyan Xezeba Firatê didome.

Rizgarkirina taxên rojhilatî Helebê

Di mijdarê de, Yekîneyên Parastin Gel û Jin li bajarê Helebê pêşketin û taxên Bustan El-Başa, Holk, Biêdîn, El-Heyderiyê, Şêx Xidir û Şêx Faris li rojhilatî Helebê ji çeteyên Koalîsyona Niştimanî û Cebhet El-Nusra rizgar kir. Li gor daxuyaniya Fermandariya YPG`ê ev yek li ser banga şêniyên wan taxan pêk hat.

Piştî rizgarkirinê û misogerkirina ewlehiyê, şêniyên taxa dest bi vegerê kirin û navendê asayîşê di wan taxan de hat vekirin û bi sedan kesî di vê mehê de navên xwe lê qeyd kirin.

Tevlîbûna 30 hezar kesî ji refên şervanan re

Di nava vê salê de derdora 30 hezar şervanî cihê xwe di nava QSD`ê de girtin, ev yek jî li gor dewreyên ku di nava 10 akademiyetên heyî de, pêk hatiye.

Di 10`ê nîsanê de 200 şervan ji hemû pêkhateyên herêmê tevlî bûn û di 20`ê îlonê de Akademiya şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya Şehîdn Hesen Ebû Elî bi dawî kir û 91 şervan jê derket.

Li Hesekê jî  Akademiya Şehîdn Arîn Mîrkan dewreyek bi dawî kir û 32 şervanên pêkhateyên ereb û tirkmen perewrde kir.

Pişt re di 4`ê mijdarê de, 65 ciwanên Reqaê tevlî refên togaya Ehrar El-Reqa bûn û paşê bi rojekê 254 şervana dewre li akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin û cihê xwe di Meclîsên Leşkerî yê Babê û Cerablusê de girtin.

Bi derbasbûna çend rojên dîtir û di 21`ê mijdarê de, 300 şervanên ji pêkhateyên Ereb û Kurd tevlî hêzên QSD`ê bûn.

Togaya Siqûr Minbic ( Bazên Minbicê)

Di 27`ê mijdarê de, 260 şervanî ji şêniyên bajarê Minbicê, avakirina togaya Bazên Minbicê îlan kirin û di bin siya Meclîsa Leşerkî ya Minbicê de cih girtin. Ev yek piştî ku di akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla de di derwreya şehîd Ebû Doşkeçî de pewerde dîtin.

Yekîneyên Parastina Gel û Jin

Pêla tevlîbûna nava refên YPG`ê di vê salê geştir bû, taybet bi zêdebûna hejmaran hemle û êrîşan re. Yekemîn dewreya ku bi dawî bû di 4`ê çileyê li Kantona Efrînê bû.  Pişt re perwerdeya 115 şervanan li akademiya şehîdn Xebat Dêrik di 19`ê sibatê de bidawî bû.

Dewreya Yekemîn jî ku ji pêkhateyên din tevlîbûn di nava vê salê de, dîsa ji para Kantona Efrînê bû û di 8`ê sibatê de 43`ê şervanênTirkmen û Ereb cihê xwe di refên YPG`ê de girtin.

 

Hêzên Asayîşê

Di sala 2016`an de şeş hezar û 200 endam tevlî nava asayîşê bûn, derdora 132 navendên asayîşê li kantonên Rojava û herêmên nû hatine rizgarkirin, vekir û derdora 200 bendên nû hatin danîn. Li rex wê akademiyatên asayîşê bi sedan endam li ser pîvanên rêxitinbûyînê perwerde kir.

Dîsa hêzên asayîşê ji sedî 90 ji hewldanên pêkanîna teqînan bê bandor kir.

Erka xweparastinê

Li seranserî kantonên Rojavayê Kurdistanê, akademiyên perwerdekirina şervanên erka xweparastinê hatin vekirin û li kantona Cizîrê zêdetirî 3 hezar û 170 şervan bi riya 9 dewreyan hatin perwerdekirin.

Li Kantona Kobanê jî Meclîsa Zagonsaz di 4`ê hizêranê de zagona erka xweparastinê erê kir û di heman rojê de Destya Parastinê navenda qeydkirina navan vekir û di dewreya yekemîn de ku 20`ê hizêranê destpê kir 220 ciwan tevlî bûn. Piştî wê sê dewreyên din hatin orgenîzekirin û zêdetirî hezar ciwanî hat perwerdekirin.

Li aliyekî din Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê du navendên erka xweparastinê li bajarokê Sirîn di 25`ê îlonê û li bajarê Girê Spî di 29`ê îlonê de vekirin.

Li Kantona Efrînê jî zêdetirî du hezar ciwan bi riya 7 dewreyan hatin perwerdekirin.

Zemînê pêşxistina pîvana gelê Şoreşger :HPC`ê

Di  23`ê adarê, bi awayekî fermî Hêzên Parastina Cewherî li Kantona Cizîrê hatin îlankirin. Li ser vî bingehî gelek tabûr li bajar û bajarokên kantonê hatin vekirin û dewreyên perwerdeyê hatin birêxistinkirin.gire-hiza-cwhr-claxa-3-620x364

Di nava vê salê de zêdetirî 7 hezar  û 400 kes hatin perwerdekirin û li 110 tabûran hatin belavkirin.

Van endaman cihê xwe di hemleyên rizgarkirina bajarokê Silûk, Hol û Şedadê de girtin û di parastina bajaran de xwedî misyoneke berbiçav bûn.

Li kantona Efrînê jî hejmara tabûrên HPC`ê gihîşt 51`an û tê de derdora 12 hezar kes cih digire. Li kantona Kobanê jî 43 tabûr hene, hejmara endamên wê digihêje 10 hezarî.

Êrîşên Tirkiyeyê kêliyekê ranewestiyan

Tirkiye di vê salê de, bi awayekî rasterast gelek caran nuqteyên şervanan ên li ser sînor bi çekên giran û navîn hedef digirt. Ev yek li seranserî sînor ji Eyn Dîwara Dêrikê heta gundê Sorikê û Qirmitliq li bakur rojavayê Efrînê pêk dihat.

Gelek caran jî bi bersiva şervanan re rû bi rû dima û çend kêliyan şer diqewimî, lê tu caran veneguherî şerekî giran.

Tirkiye bi vê yekê sînordar nema û di sibatê de navçeyên Efrînê û herêmên Şehba ku nû hatibûn rizgarkirin, bi topban hedef girtin.

Dîsa di çend mehên dawiyê de, ji ber topbaran Tirkiye ji nûqteyên şervanan re, hin şervanna jiyana xwe ji dest dan.

(nse)

ANHA