Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama Cîhanê: Rizgarkirina Reqa û mijara Qudsê bûyerên sereke bûn

panaroma

MEDYA HENAN – YEHYA EL-HEBÎB

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2017’an de gelek binpêkirin derheqê gelên herêmê û bi teybat şerê li Rojhilata Navîn ku li ser desthiladariyê pêk hatiye. Di cîhanê de her wiha şerê li dijî terorê di asta herî jêro de jî hebû.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (4)

Di sala 2017’an de bûyera herî girîng ku pêk hat, rizgarkirina Reqayê ku bi destê hêzên QSD’ê pêk hat, bû. Reqaya ku çeteyên DAIŞ’ê kiribûn paytexta xwe û ji wir êrîşên li ser herêmên Sûriyê, welatên Ewropa û deverên din ên cîhanê êrîş pêk tanîn. Di sala 2017’an de bûyerke din ku li ser asta cîhanê bû roje ev jî biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka (DYA) Duland Trump a qebûlkirina Qudis wekî paytexta Îsraîlê bû.

2017 bi kuştinê destpê kir

Di destpêka sala 2017’an de û ji saetên destpêkê êrîşên çekdar pêk hatin. êrîşa yekem li salona şehiyekê li bajarê Stembolê destpê kir. Di encamê de 35 welatiyên ku tevlî şahiyê bibûn hatin qetilkirin û derdora 40 kesî jî birîndar bûn.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (7)

Di 8’ê çile de Serokê Îranê yê Berê Haşimî Refsencanî di temenê 82 salî wefat kir. Refsencanî di salên di navbera 1989 û 1997 ve de li ser erka serokatiya ÎRanê bû.

Dewleta Tirkiyê bajareke din li Sûriyê dagir kir, LI Rohînya jî binpêkirinên mafê mirovan

Di 3’yê sibatê de jî muzexaneya Parîzê rastî êrîşeke teroristane hat. Welatiyekî Misrî bi kêarekî êrîşî leşkerîn Firansî yên parstina Muzxaneyê dikir kir. Êrîşkar dema êrîş pêk anî qîr dikir “Elah Ekber” Leşkerekî Firansî 5 gule lê xistin û ew birîndar kir.

Piştî êrîşa DYA qedexeya Sefera ber bi Amarîka ji welatiyên ji 7 welatan re ya ber bi Amarîka re anî. DI encama biryar de qedexe li ser 170 welatiyan ku derbasî Amarîka bibin, hate danîn.

Di 6’ê sibatê de Qirala Birîtaniya ya duyemîn Elîzebêt bi salvegera derketina wê ya ser qiraltiyê şahî lidar xist.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (8)

Di 7’ê sibatê de NY’yê raporek weşand û da xuyakirin ku Artêşa Miyanmar binpêkirina mafê mirovan a herî dijwar li dijî gelê Rohîniya pêk anîn. Di encamê de komkujî pêk hatin, her wiha destdirêjî û qetilkirina zarokan jî pêk hat.

Di 8’ê sibatê de Mihemed Ebdela Fermaco wekî serokê Somaliya hate hilbijartin. Fermaco ji sedî 56’ê dengên endamên perlamantoyê bidest xist.

Di 15’ê sibatê de jî qunisilisê Îmaratê yê Efganistan Cuma Mihemed Ebdula El-Kiêbî di encama birînên xwe yên di êrîşa li ser sûkeke gelerî de pêk hat, şahîd bû.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (2)

Di 18’ê sibatê de Umer Ebdulrehaman Lîderê rohî yê koma komên Misrî yên Islamî di encama nexweşiyê de di girtîgehên Amarîka de jiyana xwe ji dest da.

Di 23’yê sibatê de dewleta Tirk bajarê Babê ya Sûriyê dagir kir û bi sedan wealtiyên bajar di encama topbarana bê ser û ber qetilkir.

Birîtaniya ji Yekîtiya Ewropa derket

Di 1’ê Adarê de tugayên girêdayî Artêşa Îraqê riya ketina Mûsilê bidest xist, deriyê hate bidestxistin bi navê “Bewabet El-Şam”ê tê naskirin.

Di 14’ê Adarê de jî Wezîrê Birîtaniya yê bi dosya derketina ji Yekîtiya Ewropa berpirsyar Dêvîd Dîfis biryar erê kir û Birîtaniya fermî ji Yekîtiya Ewropa veqetiya.

Rûsiya û Tirkiyê li ser Sûriyê itîfaq kirin

DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (1)

Di 3’yê gulanê de Rsûiya û Tirkiyê piştgiriya xwe ya li ser herêmên kêmkirina şer a li Sûriyê lihev kirin. Ev yek li gorî biryara ku di itîfaqa di dawiya sala 2016’a de pêk hatibû hat.

Di 5’ê gulanê de Rûsiya ragîhand ku Artêşa wê bombebaran û toparana herêmên Sûriyê yên wekî herêmên kêmkirina şer hatine ragîhandin, radiwestîne. Ev yek piştî itîfaq bi Tirkiyê û Îranê re pêk hat.

DI 7’ê gulanê de Artêşa Amarîka kuştina rêveberê DAIŞ’ê yê Efganistan Ebdu El-Hesîb di endama bomebaranê de li rojhilatê welat pêk hat.

Di 10’ê gulanê de hêzên QSD’ê rizgarkirina Bendava Firatê (mezintirîn bendavên Sûriyê) ragîhan, di heman demê de bajarê Tebqa jî hate rizgarkirin.

Di 13’yê gulanê di encama qezaya tirafîkê ya li herêma Mermîs a başûr-rojavyaê Tirkiyê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kesên din birîndar bûn.

Di 15’ê gulanê de DYA’yê hikûmeta Sûriyê bi çêkirina cihekî ji bo şewitandina cenazeyên girtiyên di girtîgeha Seydnaya de tewanbar kir.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (10)

Di 19’ê gulanê de hêzên ezmanî yên Erebidtana Siûdiyê ji aliyê Husiyîn rastî êrîşa bi fûzayekê balastî hat. Êrîş li başûrê paytext Riyadê pêk hat.

Di heman rojê de Serokê Îranê Hesen Rûhanî careke din wekî Serokê Îranê hate hilbijartin.

Di 25’ê gulanê de Sekreterê Giştî yê Natoyê Yêns Stoltinbiag ragîhand ku dê NATo tevlî koalîsyoan şerê li dijî DAIŞ’ê bibe. Ev yek beriya yekem civîna bilind ku Serokê Amarîka beşdarî wê dibe pêk hat.

Hemleya Rizgarkirina Reqayê hate destpêkirin

Derbarê parazvanên Erdogan de biryara girtinê pêk hat

Di 1’ê Serokê Amarîka Donald Trump vekişîna Amarîka ya ji Itîfaqa Parîsê ya ji bo hewayê ragîhand.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (13)

Di 2’ê hizranê de rayedarên Filipînê cenazeyên 37 kesan di kazînoyekê de li paytexta Manîla de hatin dîtin. Qetilkirin ji ber êrîşa kesekî ya bi çekê pêk hat, rayedaran ragîhandin ku êrîşa ne karekî tiroristaneye, DAIŞ’ê bûyer girt ser xwe.

Di 3’yê hizêaranê de li paytexta Efganistan Kabûlê teqînek di merasîma oxirkirina kur êsiyasetmedarekî Efganî de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 90 kesên din birîndar bûn.

Di heman rojê de Kiwêt wekî endameke ne fermî ya KOnseya Ewlekariyê hate hilbijartin.

Di 5’ê hizêranê de Wezîrê Parstinê yê Amarîka ragîhand ku wan firotina çekan a ji bo erebistana Siûdiyê ya bi qasî 750 milyon dolar erê kiriye.

Di heman rojê de Behrên,Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Kisr û Hikûmeta Yemenê ya di NY’yî de tê qebûlkirin, têkiliyên xwe yên dîplomasî bi Qeterê re qut kirin.

Di 6’ê hizêranê de hêzên QSD’ê hemleya rizgarkirina bajarê Reqyaê ragîhandin. Şervanên QSD’ê demil dest dest bi ketina taxên destpêkê yên bajarê Reqayê kirin.

Di 7’ê hizêranê de Parlamanê Tirkiyê biryar da ku hêzên xwe yên çekdarî li bargeha leşkerî ya Qeterê bi cih bike.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (11)

Di 8’ê hizêarnê de hêzên ezmanî yên Qeter beşdarbûna xwe ya di hemleya leşkerî ya Yemenê bi dawî kir û hêzên xwe vekişand.

Di 11’ê hizêranê de partiya Serokê Firansa Îmanol Makaron û hevkarên wî di qonaxa yekem a hilbijartinên zanogsaiyê de biserketin.

Di 14’ê hizêranê de parlemantoya Misrî itîfaqa xwe ya danîna sînorê di navbera Misr û Behrên û di navbera ERebistana Siûdiyê û Misrê de erê kir û wiha rêveberiya giravên bi navê Tîran û Senafîr ji Erebistana Sûdiyê re hatin hiştin.

Di 15’ê hizêranê de rayedarên Amarîka biryara girtinê derheqê 16 kesan ji wan 12 parêzvanên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan de da. biryar ji ber êrîşa wan a li ser xwepêşanderan de de pêk hat.

Di heman rojê de DYA’yê firotina balafirên F-15 ji qeterê re bi 12 milyar dolaran qebûl kir.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (12)

Di 21’ê hizêranê de Qiralê Erbistana Siûdiyê Selman Ebulezîz biryarek da û Mihemed Bin Selman wekî cîgirê xwe erkdar kir, ew li şûna Mihemed bin Nayîf danî.

Artêşa Îraqê Mûsil girt

Di 1’ê Tîrmehê de Kûriya Bakur ezmûna fûzaya nû çêkir.

Di 6’ê tîrmehê de Rûsiya pirojeya Amarîka ya li dijî Koriya bakur a di NY’yî de asteng kir.

Di 7’ê tîrmehê de koma 20’an civîna xwe li Elmaniya lidar xist, di çarçoveya vê civînê de Serokê Amarîka û Rûsiya civiyan. Pûtîn di wê civînê de got ku têkiliyên wan bi Amarîka re baş bû ye.

Di 10’ê tîrmehê de Serokê Îraqê Heyder Ebadî serekftina li dijî DAIŞ’ê ya li Mûsilê ragîhand.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (9)

Di 14’ê tîrmehê de rayedarên Tirkiyê zêdeyî 7 hezar endamên polîsan, leşker û memûrên hikûmetê ji kar avêtin, her wia 342 xebatkarên leşkerî derxistin teqawid. Ev hemû di çarçoveya tevgera Erdogan a li dijî muxalifên wî ve pêk hat.

Di heman rojê de Wezareta parstinê ya Amarîka ragîhand ku hêzên wan emîrê DAIŞ’ê yê Efganistan kuştin.

Di 18’ê tîrmehê de Amarîka cezayên nû li dijî Îranê da standin. Ev biryra ceza di çarçoveya bernameya fûzayên balistî û xebatên Îranê yên leşkerî li Rojhilata Navîn pêk hatiye.

Di 19’ê Tîrmehê de Fermandarê hêzên Leşkerî yê Firansayê Ceneral Bêr Dofîle ji karê xwe istîfa kir.

Di 20’ê tîrmehê de jî Elmaniya destnîşan kir ku ew ê siyasetên xwe yên bi Tirkiyê re di ber çavan re derbas bike, ev biryar piştî ku Tirkiyê çalakvanên hiqûqî binçav kirin pêk hat.

Di 25’ê Tîrmehê de Berdevkê Fermî yê Artêşa Misrê ragîhand ku hêên wan li bajaêr Erîş 40 çekdarên tundre kuştin.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (14)

Di 28’ê tîrmehê de koalîsyona ereban a li dijî husiyîn ku erebistana Siûdiyê rêveberiya wê dike ragîhand ku fûzayek balistî yê hûsiyîn li nêzî Mekayê ket.

Di 15’ê tebaxê de Artêşa Tirk hêzên xwe yên li ser sînorê Sûriyê zêde kir.

Di 6’ê tebaxê de leşkerekî Îranî gule li hevalên xwe reşand û di encamê de deh leşkerî hatin kuştin.

Di 10’ê Tebaxê de balafirên kontorlê yên Rûsiya li Washonton geriyan.

Di 30’ê tebaxê de Konseya Ewelarkariyê dema erka hêza Yûnêfêl a Lubnanê saelek din jî dirêj kir.

Refuranduma Başûrê Kurdistanê

Di 4’ê îlonê de Wezareta karê Derve ya Rûsiya ragîhand ku li nêzî bajarê Dêrazorê 2 leşkerên wan hatin kuştin.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (3)

di 6’ê Îlonê de NY’yê diyar kir ku hikûmeta Sûryê ji bikaranîna xaza Sarîn li bajarê Xanşêxûn a Idlibê berpirsyare. Êrîş di 4’ê nîsana 2017’an de pêk hat û di encamê de 87 kes hatin kuştin.

Di 12’ê îlonê de Parlemantoya Îraqê refuranduma Başûrê Kurdistanê ku di 25’ê îlonê de wê were lidarxistin red kir û destnîşan kir ku ew ê derbarê mijarê de tedbîran bigirin, da ku yekîtiya xaka Sûriyê biparêze.

Di 23’yê îlonê de Parlemantoya Tirkiyê dema biryara destwerdana di xaka Sûriyê û Îraqê saleke din zêde kir, ev yek beriya refuranduma Başûr bi 2 rojan pêk hat.

di heman rojê de DYA’yê nexşeriya ku ji aliyê nûnerên NY yê Lîbyayê xesan Selama ve hate pêşkêş kirin hete silavkin.

Di 24’ê îlonê de muhafezekarên Elman bi serokatiya Encêla Mergel di hilbijartinên Zagonsaz de biser ket. Mergel di wê demê de da zanîn ku wan encamên ku dixwestin bidest nexwestin.

Di heman rojê de Koalîsyona Ereban a li Yemenê li dijî Fûzayek hûsiyîn a ber bi Erebistana Siûdiyê ve hate avêtin dan.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (1)

Di roja 25’ê îlonê de li Başûrê Kurdistanê referandum hate lidarxistin, piraniya gelê Başûr çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.

Di 26’ê îlonê de Serokê Amarîka got ku Amarîka amadeye li dijî Kûriya Bakurê destwerdana çekdarî bikar bîne.

Di 28’ê îlonê de dadgeha Misrî biryara berpirsê giştî yê Birayên Misilman ên Misrê girtina mubed xwest. Biryar li dijî 15 endamên din ên biryên misliman jî hate girtin.

Dewleta Tirk beşek din ji xaka Sûriyê dagir kirDOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (1)

Di 26’ê îlûnê de li Erebistana Siûdiyê rê da ku jin ajokariya erebeyan bike

Di 1’ê cotmehê de gelê Katolîniya derbarê refuranduma serbixwebûna denê dan û bi piraniya dengan gel deng ji bo veqetandina ji Ispaniya da.

DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (16)

Di 1’ê cotmehê de gelê Katolîniya derbarê refuranduma serbixwebûna denê dan û bi piraniya dengan gel deng ji bo veqetandina ji Ispaniya da.

Di 4’ê cotmehê de qiralê Erbistana Siûdiyê serdana Rsiya kir, ev yekem serdan bû ku pêk hat.

Di 12’ê cotmehê de tevgera Hemas û Filisînî li Misrê lihev kirin û ev yek piştî danûstendinan lihev kirin.

Di 16’ê cotmehê de Artêşa ÎRaqê û Heşid Şebî êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê kirin û gelek herêm piştî vekişîna pêşmergeyan girtin.

Di 17’ê cotmehê de hêzên QSD’ê bajarê Reqayê j çeteyên DAŞ’ê rizgar kirin.

Di 29’ê cotmehê de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragîhand ku ew dema xwe ya duyemîn ji bo demek din ranegihîne û istîfa xwe pêşkêş kir

Di 1’ê kanûnê de NY koalîsyona erebî bi rêvberiya Erbistana Siûdiyê xist lîsteya reş a binpêkirinên mafê zarokan de ya li herêmên şer de.

Di 9′ kanûnê de dewleta Tirk beşek din ji xaka Idlibê dagir kir, ev li gorî itîfaqa di navbera ÎRan û Rûsiya de pêk hat.

Di 1’ê Mijdarê de Serowezîrê Îraqê Heyder Ebadî destnîşan kir ku ew ê hilbijartinên perlemantoya di 15’ê gulana 2018’an de lidar bixe û serokê nû yê hikûmetê hilbijêre.

Di heman rojê de Hikûmet Filistînê biryar da ku deriyên Xeza ji Hemas bigre û ev yek li gorî itîfaqa di navbera Hemas û Fethê de li Misrê pêk hatiye.

Di 4’ê Mijdarê de Serokwezîrê Lubnanê Sede Herîrî ji erebistana Siûdiyê istîfa ragîhand û Huzib El-Ah û Îran bi bnpêkirina ewlekariya Lubanê binpê kir.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (15)

Di heman rojê de Hûrsiyîn ji Yemenê fûzayek balastî avêt Erbeistana Siûdiyê. Hêzên Rûsî jî bers da.

Di 10’ê mijdarê de civîna bilind a 25’an a forma alîkariya aborî ya Êbekê li Vêtnamê hate lidarxistin.

di 12’ê mijdarê de erdhejek bi hêza 7.2 li herêmên Rojhilat û Başûrê Kurdiatnê xist û di necamê de zêdeyî 370 kesî jiyana xwe ji dest da

di 17’ê mijdarê de lêpirsîna hevbeş a derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya li Sûiryê bi dawî bû, Rûsiya derbarê biryarê de mafê xwe yê Vîto bikar anî.

Di 20’ê mijdarê de Serokê Sûriyê serdana Rûsiya kir.

Di 24’ê mijdarê de çekdaran êrîşaî mizgefta Rewda ya li gundê Rewda ya Sîna ya Misrê kirin.Di enamê de zêdeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (2)

Di 1’ê kanûnê de li Bakurê Sûriyê qonaxa duyemîn a hilbijartinên Fedraliyê hatin lidarxistin.

Di 4’ê kanûnê de Serokê Yemenê yê berê Elî Ebdulah El-Salih ji aliyê çekdarê Husiyîn ve hate kuştin.

Di 5’ê kanûnê de Serokê Hikûmeta Lubanê Seed Herîrî ji biryara xwe ya istîfayê vegeriya

Di heman rojê de civîna bilina d welatên kendava ereban a 38’an li Kiwêtê hate lidarxistin.

Di 6’ê kanûnê de Serokê Amarîka Trump ragîhand ku ew Qudis wekî paytexta Îsraîlê qebûl dike

Di 9’ê kanûnê de Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ragîhand ku hêzên Îraqê hemû herêmên sînorê welatê xwe yê bi Sûriyê re ji destê DAIŞ’ê derxist

Di 11’ê kanûnê de Serokê Rûsiya li bargeha Himêmîm bi Serokê Sûriyê Beşdar Esed re hevdtîin pêk anî û ragîhand ku ew ê beşek ji hêzên xwe ji Sûriyê bikşîne.DOSIYA-LI-SER-ROJHILATA-NAVIN (5)

Di 15’ê kanûnê de rayedarên Erebistana Siûdiyê rê da ku jin erebeyan û motorsklêtan bajo.

Di 16’ê kanûnê de Yekîtiya Ewropa qebûl kir ku embargoya li ser Rûsiya zêde bike

(dc)

ANHA