Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Paqijkirina bermahiyên Tebqayê li ber dawîbûnê ye

TEBQA Karê paqijkirina bermahiyan ku beriya nêzî mehekê li sê deveran dest pê kiriye, li ber dawîbûnê ye.

Ev nêzî mehekê ye rêxistina Tebqa ya alîkarî û geşbûnê ji bo paqijkirina bermahiyên hilweşandî yên di bajarê Tebqayê de li gelek deverên bajêr kar û xebatên paqijkirinê dest pê kir.TEBQA-PAQIJBUNA-BAJAR (4)

Endamên Rêxistinê diyar kirin ku xebatên wan niha li derdora Mezara Şehîdan û li şûna avahiya postexaneyê berdewam dikin û tê payîn di demeke nêzîk de çalakiya xwe bi dawî bikin.

Di heman çarçoveyê de xebatên li taxa duyemîn a bajêr li nêzî navenda Agirkujiyê ya bajêr bi dawî bûye û niha amadekariya avakirina firneyeke otomatîk û bazarekê tê kirin.

Hêjayî gotinê ye evan bermahiyên hilweşandî ji nû ve di xebatên avakirina bajêr de tên bikaranîn û hesinê ji van bermahiyan derdikeve ji fabrîkeya helandina hesin re tên şandin da ku ji nû ve bêne çêkirin.

(jh)

ANHA

TEBQA-PAQIJBUNA-BAJAR (3) TEBQA-PAQIJBUNA-BAJAR (1)