Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Paralementer: Divê sîstema rêvebirina Başûrê Kurdistanê were guhertin

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlementerê Kurd Salar Mehmûd got ku divê sîstema rêvebirina herêma Başûrê Kurdistanê ji kokê ve were guhertin.

Parlementerê Başûrê Kurdistanê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanî Salar Mehmûd derbarê rewşa dawî ya bajarê Kerkûkê, ji ANHA′yê re nirxandin kir.

Derbarê aloziya ku li Başûrê Kurdistanê derketiye, Salar ev tişt anî ziman: ″Li Başûrê Kurdistanê li aliyekî xetereyên cidî, li aliyekî din jî derfetên dîrokî hene. Ji ber vê divê em pirsgirkên hundirîn ên aborî, siyasî û zangonî çareser bikin û li hember rêgezên destûrê  rêzdar bin.  Ev pirsgirêk ji ber desthildariya PDK′ê rû didin.″

′Divê sîstema rêvebirinê bê guherin′

Salar anî ziman ku pêwîstî heye ku sîstema rêvebirina herêma Başûrê Kurdistanê ji kokê ve were guhertin û wiha domand: ″Divê têkîliyên  di navbera partiyên siyasî de di ber çav re bêne derbaskirin, parlemento were aktîfkirin û li hember saziyên dewletê rêzdarî hebe, da armancên neteweyî û demokrtîk pêk werin. Yekîtiya Niştîmanî destek dide sîstema demokratîk da doza gelê Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk li herçar parçeyên Kurdistanê, were çareserkirin. ″

Salar derbarê xweseriya başûrê Kurdistanê jî ev nirxandin kir: ″Serxwebûna di çarçoveya zagonên navneteweyî de, mafê her gelekî ye. Gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bi salane têkoşîn kir. Li Bakurê Kurdistanê bi serkêşiya Şex Seîd şoreşa serxwebûnê dest pê kir, armanca vê şoreşê avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe bû û bi têkoşîna li ser vê riyê, Şêx Seîd û bi hezaran têkoşer şehîd bûn. Li Başûrê Kurdistanê jî, Şêx Mehmûd Hefîd serxwebûna xwe ragihand. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî, Qadî Mihemed cimhûriyeta Kurdistanê li Mihabadê ragihand û di vê oxirê de canê xwe feda kir.″

Salar bûyerên ku li Kerkûkê rû dan wiha anîn ziman: ″Rakirina ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê, ji bo gelê Kurd û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanî, serkeftineke dîrokî ye. Bi nerîna min rakirina ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê biryareke di cih de ye  û li gorê destûra Iraqê ye. Em bi vê biryarê erê dikin, ji ber ku tevahî pêkhate di bin ala Kurdistanê de, bi awayekî aştiyane dijîn.″

Salar destnîşan kir ku Meclîsa bajarê Kerkûkê biryara rakirina ala Kurdistanê li bajêr, girt wiha got: ″Mafê Tirkiyê tune ye ku destwerdana kar û barên hundirîn ên Iraqê û başûrê Kurdistanê bike. Divê vê yekê wekî binpêkirina zagonên navneteweyî dibînin.″

Salar diyar kir ku di Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye dê di demeke nêz de referandûma gel lê pêk were û Kerkûk bi awayekî fermî tevlî xweseriya Başûrê Kurdistanê bibe.

Parlementerê Kurd Salar Mehmûd di dawiya axaftina xwe de, da zanîn ku dê hemû gelên bajarên Kerkûk, Silêmaniyê û Hewlêrê di bin ala Kurdistanê de jiyaneke aştiyane bijîn û dê hemû mafên wan bêne parastin, her wiha destnîşan kir ku Hêzên pêşmergeyan hemû gelên herêmê li hember terorê biparêzin.

(mm)

ANHA