Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Parastina Şehbayê tê xurtkirin

ŞEHBA– Rêvbera Giştî ya Asayîşê navendeke xwe li gundê Fafînê  vekir. Bi vê yekê ev bû 3ʹyemîn navendên Asayîşê li herêmê tê vekirin.

Bi armanca parstina ewlekariya 7 gundên Şehbayê yên bi navê Til Sosiyan, Um Hoş, Fafîn, Werdiye, Wehşiye, Hesaçik û Um El-Qora yên di 29ʹê mijdara 2016ʹan da ji aliyê hêzên şoreşger ve hatin rizgarkirin hêzên Asayîşê xebatên xwe berfireh dike. Hêzên Asayîşê bi armanca parastina ewlekariya hundirîn a wan gundan li gundê Farfînê bi merasîmekê navendeke xwe vekir.

Endamên Rêveber ê hêzên Asayîşê, nûnerên Meclîsa Rêvber a bajarokê Şehbayê, Meclîsa gundê Fafîn de jî di nav de bi dehan gundî beşdara bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pêkir. Paşê Endamê Rêveber ê Asayîşa Gundê Fafînê Merwan Beşar axivî û got ku armanca wan ji vekirina navenda Asayîşê ew ku ewlekariya herêmê biparêzin û wiha got: ʺJi bo parsitna herêmê divê di navbera hêzên me û gelê me de hebe.ʺ

Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şehbayê Cîhan Xidir axivî û got : “Em wekî Meclîs piştgiriyê didin parastian gund, û bang li şêniyna dikim ku tevlî nava hêzên Asayîşê bibin da ku gundê xwe biparêzin.ʺ

Şêniyên gund ji bo vekirina navenda Asayîşan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Welatiyê bi navê Mihemed Hacî yê ji gundê Fafînê destnîşan kir ku vekirina navenda Asayîşê gaveke erêniye.

Bi vekirina navenda Asayîşê li gundê Fafînê, ev bû navenda sêyemîn piştî ku li gundên Kefernaya û navena bajarokaErfad ( Til Rifet).

(xî/dc)

ANHA

MIHMED HECI MERWAN BESAR EBDELAH ILEUI CIHAN XIDRO