Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiya Aşûrî: Cara yekê ye gel nûnerê xwe hildibijêre

HESEKÊ – Berpirsê Partiya Aşûrî ya Demokratîk a Sûriyeyê Wayîl Mîrza got ku ew wekî Aşûrî beşdarî hilbijartinên dîrokî bûne û diyar kir ku gel cara yekê ye ku bi xwe nûnerê xwe derdixe.

Mîrza dema ku li herêma Til Temirê dengê xwe bi kar tanî ji ajansa me re, kêfxweşiya xwe ya derbarê hilbijartinan de vegot.

Vî siyasetmedarê Aşûrî got “Di tecrûbeyeke nû li Sûriyeyê de, em beşdarî hilbijartinên dîrokî bûne. Cara yekê ye ku gel bi xwe nûnerên xwe hildibijêre. Tişta ku em li Sûriyeyê dixwazin jî ev e.”TILTEMIR-NERINA-WAIL-MIRZA-300x168

Wayîl Mîrza bal kişand ser “Lîsteya Netewa Demokratîk” ku ew jî cihê xwe di nav de digrin û got ku “Ev lîste lîsteya biratiya gelan e. Hemû pêkhate di nav de cihê xwe digrin.”

Mîrza ji hemû hemwelatiyên Aşûrî xwest ku beşdarî hilbijartinan bibin û ev tişt anî ziman “Em ji hemû xuşk û birayên xwe yên Aşûrî li herêma Cizîrê hêvî dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin nûnerên xwe yên rasteqîn.”

(he)

ANHA