Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiya Kumunîst li dijî zulma rêjîma Îranê banga yekîtiyê kir

NAVENDA NÛÇEYAN –  Partiya Kumunîst a Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê ya dewleta Îranê ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk tîne şermez kir û bang li hemû hêzên azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê, bilûş, ehwaz, azerî û îraniyan kir ku bi yek destî li dijî rêjîma Îranê tekoşîna xwe ya hevpar pêş bixin.

Partiya Kumuîst a KUrdistanê têkilîdar kiryarên rêjîma Îranê ya li dijî gelê Rojhilat Kurdistanê daxuyaniye da û kiryarên li dijî mirovahiyê ya rêjîma Îran şermezar kir  bang li hemû hêzên demorkatîk ên Kurdistanî, cîhanî kir ku piştgiriya gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin û li dijî rêjîma Îranê helwest nîşan bidin.

Daxuyaniya Partiya Kumunîst wihaye:

ʺKevir bê deng pêş dikevin, lê rêjîmên ku welatê me Kurdistan dagirkirina pêş nakvin. JI berê ve li dijî gelê Kurdistanê yê aştîxwaz sûcên li dijî mirovahiyê pêk tê.  Gelê Kurdistanê tu rojê êrîşî tu aliyan nekir û xaka tu gelên cîhanê dagirnekiriye.

Rêjîma Îran ku Rojhilatê Kurdistnaê dagirkiriye, sûcên li dijî mirovahiyê li ser gelê me yê yê aştîxaz û demokrasîxwaz pêk tîne. Di demên dawî de rêjîma Îranê ya paşverû gelek êrîş li dijî sivîlan pêk anîn, malên welatiyan li navçe, bajar û gundên Kurdistanê talan kirin. Derdora 60 sivîlan qetil kirin û bi sedan kes girtin binçavan.

Em van sûcên li dijî mirovahiyê yên rjîma Îranê û hemû sûcên wan ên li dijî gelên blindest ku ji bo veguhertina demokratîk tekoşînê dikin, şermez dikin. Em bang li hemû hêzên ku ji bo azadî û edaletê yên li Rojhilatê Kurdistanê, Belûş,Ehwaz, Ezerbêcanî,Îranî û herwekî din dikin ku li dijî êrîş û sûcên wan ên li dijî mirovahiyê yekîtiya xwe xurt bikin. Bi yek destî li dijî vê rêjîmê û kiryarên wan ên hovane derkevin.

Di heman demê de em bang li hemû hêzên demorkrasîxwaz û şoerşgerên Kurdistanê û cîhanê dikin ku piştgiriya gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin û li dijî vê rêjîma hov dengê xwe bilind bikin, da ku hêzên şoreşger ên Rojhilatê Kurdistnaê û yên din ku li dijî rêjîma Îranê ya zalim tekoşnê dikin karibin tevgera netewî û civakî jibo azadî û edaleta civakî pêş bixin.

(dc)

ANHA