Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiya Muhafezekar: Armancên me ya rêveberiya herêmê hevbeş in

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Serokatiya Partiya Muhafezekarên Demokratîk Besman El-Esaf diyar kir ku beşdarbûna wan a nava lîsteya netewên demokratîk ew e ku armancên partiya wan heman armanca partiyên din ên di nava lîsteyê de ne.

Bi nêzîkbûna roja lidarxistina qonaxa duyemîn a hilbijartinên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, piştî ku hilbijartinên qonaxa yekemîn ku têde hevserokên komînan hatin hilbijartin serkeftî derbas bûn, niha amadekariyên hilbijartina meclîsên herêmî ên Bakurê Sûriyeyê tên kirin û tê payîn ku di 1’ê kanûnê de bêne lidarxistin û di vê derbarê de hemleya propagandeyên hilbijartinan dest pê kir.

Lîsteya netewên demokratîk partiyên beşdarî lîsteyê bûne û bernameya xwe ya hilbijartinan di civîneke çapemeniyê de eşkere kir. Girêdayî mijarê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) hevdîtinek bi Endamê Desteya Serokatiya Partiya Muhafezekarên Demokratîk Besman El-Esaf ku yek ji partiyên beşdarî lîsteya netewên demokratîk bûye re pêk anî.

El-Esaf destnîşan kir ku beşdarbûna wan a nava lîsteya netewên demokratîk û piştgiriya wan ji çalakiya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re ew e ku baweriya wan bi hilbijartinan gelekî mezin e û evan hilbijartin pêngaveke erênî ye û nûnertiya demokrasiya rasteqîn dike.

El-Esaf di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku pêwîst e rola rêveberiyên herêmî li Bakurê Sûriyeyê bêne aktîfkirin û wiha got: “Beşdarbûna hilbijartinan erkeke exlaqî û mirovahî ye ji ber ku pêdiviya hemû welatiyan bi xizmetgurzariyê heye, ji ber vê yekê divê valahiyek di vê derbarê de pêk neyê. Ji bo ev yek pêk were em beşdarî van hilbijartinan bûn û em dibînin ku xizmeta welat erka her welatiyekî ye.”

El-Esaf diyar kir ku beşdarbûna wan a nava lîsteya netewên demokratîk ew e ku armancên partiya wan heman armanca partiyên din ên di nava lîsteyê de ne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Lîsteya netewên demokratîk pêşxistina xizmetguzariyan li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê armanc dike, her wiha dê hemû bazaran vejîne  û yek ji armancên wê yên sereke ew e ku dê piştgirî û alîkariya ciwanan bike û dê wekheviyê di navbera jin û zilaman de pêk bîne, ji ber van sedeman me dît ku beşdarbûna me ya nava vê lîsteyê erkek e li ser milên me ye.”

Endamê Desteya Serokatiya Partiya Muhafezekarên Demokratîk Besman El-Esaf di dawiya axaftina xwe de got ku pêşbîniya wan di derbarê hilbijartinên bê de erênî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne kesên ku di hilbijartinan de bêne hilbijartin karibin berpirsyariyê rakin ser milên xwe. Em bang li hemû welatiyên Bakurê Sûriyeyê dikin ku bi coş û berpirsyarî beşdarî hilbijartinan bibin.”

(jh)

ANHA