Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiya Mûhafezkarên Demokratîk yekem buroya xwe vekir

QAMIŞLO -Partiya Muhafezetkarên Demokratîk buroya xwe li bajarokê Til Koçer vekir.

Hevserokê kantona Cizîrî Şêx Himîdî Deham EL-Hadî, bi dehan rûspiyên êlên ereb û Meclîsa Şaredariya Gel a Til Koçer di merasîma vekirina yekem buroya partiyê vekirin.

Di destpêka merasîmê de Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî axivî û got: “Em peyamekê ji çeteyan re dişînin,em îro nûnertiya biratiya gelan dikin, em bi xeteke sabit di bin bane welatê xwe kar dikin.Mînaka wê jî pirbûna partiyan û pirengiya li welatê me.”

Hadî di dawiya axaftina xwe de got ku vekirina buroya partiya Muhafizkarên Demokratîk pîroz kir û destnîşan kir ku gelê herêmê ji bo xwerêxistinkirinê tekoşînê didin meşandin û pirojeyên xwe yên di hemû saziyan de pêk tînin.

Di dawiya merasîmê de Hevserokê Kantona Cizîrê deriyê buroyê vekir.

(bx)

ANHA