Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiya Nûjen ji bo Efrînê konê piştgiriyê veda

Dîmen

QAMIŞLO – Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi armanca xwedîdkertina li berxwedana Efrînê kon veda.

Di çarçoveya helwestên nerazîbûna ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê û piştgiriya gelê Efrînê, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo konê piştgiriyê veda.

Rûspiyên eşîreyên Ereb, saziyên bajar û endamên partiyan beşdarî çalakiyê bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê rêzgirtin hate girtin, paşê Rêveberê Buroya Partiya Nûjen a navçeya Tirbespiyê Îbrahîm Felac axivî û berxwedana şervanên QSD‘ê silav kir û anî ziman ku gelê Efrînê li hemberî dewleta Tirk duyemîn mezintirîn dewleta di NATO yê de ku hemû çekên giran li hemberî wan bi kar tîne, disekine.

Felac bi navê Partiya Nûjen û Demokratîk bêdengiya civaka navdewletî derbarê komkuiyên dewleta Tirk şermezar û soz da gelê Efrînê ku ew ê heta mirinê li pişta wan bin.”

Bi navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezedîn Cideyi axivî û Erdogan îşaret kir, “Hemû gelê Bakurê Sûriyê yek wê bersiva êrîşên te bidin, tu nikare îradeya gelê me têk bibe.”

Çalakiya konê piştgiriyê heta saetên ber êvarî dewam bike.

(bb)

ANHA