Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiyek nû bi navê Muhafizkarên Demokratîk hate avakirin

QAMIŞLO- Partiya Muhafezekirên Demokraîtk destnîşan kir ku piştî ragîhandina partiyê dê karê hevbeş pêk bînin da ku SÛriyê ji aloziya heyî derbixe. Partiyê her wiha destnîşankir ku armanca wan ew ku aramî û ewlekariyê ji gelê herêmê re pêk bînin û yekîtiya xaka SÛriyê biparêzin û Sûriyê pêşerojê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan ava bike.QAMISLO-BERDEWAMIYA-CIVINA-PARTIYA-EL-HEDASE-1--300x200

Partiya Muhafezkaran kongreya xwe ya damezirîner îro li bajarê Qamişlo lidar xist.Piştî kongra bi dawî bû daxuyaniyek derbarê avabûna partiyê hate xwendin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Buroya Siyasî ya partiya Muhafezekarên Demokratîk Ekrem Mehşûşve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sûriyê bi guhertina xwe ya çandî dewlemende û wiha hate domandin: ʺSûriyê xwedî dîrokeke dewlemende, elfebeya destpêkê ji mirovahiyê re pêşkêş kir, welatê herî zêde pirenge û tê naskirin û li ser tevahiya cîhanê jî vekiriye. Sûriya cihê rumet û serbilindiya me ye. Sûriya welatê dayîke ku zarên xwe yên ji hemû rengan, bi baweriyên olî û mezhebî yên herêma tijî ye. Sûriya nexweş ketiye, lê namire. Di dîrokê de rastî gelek êrîşan hatiye, lê sûriyê ma welatê vejînê û ronahiya wê her demê pêketiye. Bi rengê xwe pelên dîroka kevin û nû ronî kirin.ʺ

Di berdewama daxuyaniyê de jî hate gotin ku partiya muhafezekaran a Demorkaîtk ji bo pêkanîna ewlekariyê ji şêniyên herêmê re tevdigere û wiha hate domandin: ʺArmanc pêkanîna ewlekariya hemû gelê me û yekîtiya xaka me ku hemû pêkhateyên SÛriyê di avakirina Sûriya pêşerojê de cih bigrin.ʺ

Di dawiya daxunaiyê de jî bendên ku partî li ser hatiye avakirin wiha hatin rêzkirin:

  • Dest bi sererastkirina giştî were kirin û xebat ji bo were meşandin. Ev divê hemû aliyên jiyana gelê Sûriyê bigre nava xwe.
  • Ji bo avakirina sîstema demorkatîk perlemanî tekoşîn were meşandin,ev sîstemdivê maf û erkan pêk bîne, her wiha derfetan ji hemû hêzên Siyasî li ser esasê qanûnî peyda bike.
  • Şerê gendeliyê bi hemû şeklên wê werin kirin, ji ber sererastkirin bê şerê geneliyê û tunekirina wê ne mumkine serbikeve.
  • Pêşxistina danûstendina fikirî,siyasî, candî û civakî ya di navbera hemû beşên civakê.
  • Pêşstina aboriyê di riya pêşxistinên nû.
  • Piştgiriya jinan were kirin da ku cihê xwe di avakirin û pêşxistina civakê de bigre, her wiha bi hemû awayî baldarî li ciwanan were kirin û pirsgirêkên wan werin çareserkirin.
  • Piştigriya hewldanên herêmî û navdewletî yên ji bo dawîkirina şerêli Sûriyê bi rêbazên aştiyane were kirin.
  • Piştgiriya hemû hêzên ku şerê terorê dikin were kirin
  • Partî bi taybet ji qebîle û eşîreyan re baldare, ji ber ku ew bingeha xurt û ya yekem a pêknana netewe û gel e. Ew bingeha ku civak li ser esasê wê avabûye. Ew e yaku mertala xurt li dijî êrîşkaran derxistiye.

 (dc)

ANHA