Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiyên Bakûrê Sûriyeyê ji bo Efrînê daxuyanî dan

QAMIŞLO – Partiyên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin ku êrîşên dewleta Tirk xeteriyekê li ser aştiya cîhanê çêdike û bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û sînorekî ji binpêkirên Tirkiyê re deyne.

Partiyên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê, li herêma Cizîrê daxuyaniyeke dane çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endamê Partiya Mûhafizdarên Demokratîk Besman El-Esaf ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Di dema ku ji bo çarserkirina aloziya Sûriyeyê xebat têne kirin û hêzên Sûriyeyê Demokratîk û Kolasyîna Navdewletî li Reqa û Dêrzorê serkefrinên mezin li dijî terorê bi dest dixin de herêma Efrînê û bajarokên Bakurê Sûriyeyê ku bûne Sparta bi hezaran koçberên Sûriyê rastî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên navê artêşa azad li xwe dikin tê.

Êrîşkaran herêmên sivîlan hedef digirin, di encamê de hejmareke sivîlan bûne qûrbanî, piraniya wan jin, zarok û îxtiyaran in. Li hember van êrîş û binpêkirinên yasayên navdewletî civaka navdewletî dengê xwe nake. Ev bêdengî nîşan dide ku dewletên grantor di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsiyas rastiya xwe winda kirine, nexasim ev êrîş piştî erêkirina wan pêk hat.

Em wekî nûnerên partî û hêzên niştimanî yên Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin û bi berpirsyarî tevbigerî û êrîşên ku aştiya cîhanê dixe xeteriyê de rawestîne.

Her wiha em bang li gelê Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wî dikin ku li hember van êrîşan yekrêziya xwe xurt bikin û em bang li hêzên niştimanî û demokratîk ên Sûriyê û tevahî cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê û êrîşên li ser wê şeremzar bikin.

Banga me ji hemû gelê me ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeyê Demokratîk û serferberiyê ragihînin da ku herêmên Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyê baqij bikin.

Em tekez dikin ku Efrîn û parêzvanên wê dê derseke dîrokî bidin dijminan û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.”

(bb)

ANHA