Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiyên Kurd û êlên Ereb li hember dagirkeriyê yek destin

EFRÎN – Partiyên siyasî, êlên Kurd û Ereb ên Kantona Efrînê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yekîtiya xwe nîşan dan.EFRIN-NEDWA-PYD-BI-KURDAN-U-ERABAN-RA ‫(140837384)‬ ‫‬

Di bi navê dirûşmeya ″Na ji dagirkeriya Tirk re″ PYD′ê li Kantona Efrînê bi armanca nîqaşkirina xetereyên dagirkeriya Tirk ên li ser Sûriyê, civînek li dar xist. Civîn  li salona Ava ya navenda Kantonê hat lidarxistin.

Di civînê de nûnerên MSD′ê, Hevbendiya Nitîmanî ya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Demoratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtî ya Demoratîk a Kurd li Sûriyê, PYD′ê, rûspiyên êlên Ereb, êla Bobena, Meclîsa Zagonsaz, Desteya Malbatên Şehîdan, Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM′ê, Navenda Pêşxistina Aborî, Desteya Jinê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, Buroya Têkîliyan a herêmên Şahbayê, Desteya Têkîliyên Derve, Meclîsa Rêveber, Rêveberiya nexweşxaneya Avirîn, TEV-DEM′ê, Yekîtiya Êzidiyan û NRLS′ê, amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre aloziya Sûriyê û destwerdanên Tirkiyê yên li ser herêmê hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de hat zanîn ku armanca Tirkiyê vejandina emperetoriya Osmanî ye.EFRIN-NEDWA-PYD-BI-KURDAN-U-ERABAN-RA ‫(140837378)‬ ‫‬

Planên hevbeş ên Tirkiyê û civaka navneteweyî

Di nîqaşan de hat diyarkirin ku ne tenê Tirkiyê, lê armanca gelek dewletên navneteweyî dagirkirina herêmên Sûriyê ye. Nîşaneya vê yekê bêdengiya van dewletan li hember êrîş û kiryarên Tirkiyê yên li ser herêmê û destekdayîna komên çete ye.

Bêyî beşdariya Kurdan alozî çareser nabe

Partiyên siyasî destnîşan kirin ku dûrxistina gelê Kurd ji civîn û danûsandinên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, dê aloziyê bidomîne û tu çareseriyekê jî re peyda nake. Her wiha bang li partiyên Kurdî kirin ku li hember êrîş û destwerdanên dijminên gelê Kurd, yekîtiya xwe ava bikin.

Peyama êlên Ereb ji Tirkiyê û cîhanê re

Di berdewama nîqaşan de nûnerên êlên Ereb ji bo dagirkeriya Tirk û cîhanê ev peyam dan: ″Em ê bimirin û tu carî radest nabin. Heta di Kantonê zarokek hebe, tu û çeteyên xwe nagihêjin armancên xwe. Gelên Kantonê yên Kurd, Ereb, Aşûr û Tirkmen yek destin.″EFRIN-NEDWA-PYD-BI-KURDAN-U-ERABAN-RA ‫(140837377)‬ ‫‬

Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd dike hedef, lê êrîşî hemû gelên herêmê dike. Êlên Ereb anîne ziman ku ew ê li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

′Na ji dagirkeriya Tirk re′

Di dawiya nîqaşan de, hat destnîşankirin ku yekîtiya partiyên siyasî, êlên Kurd û Ereb û gelê Êzidî bersiva êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê ye.

(mm)

ANHA