Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiyên siyasî: Armanca me pêkanîna demokratiyê ye

QAMIŞLO – Nûner û endamên partiyên siyasî  gotin ku hilbijartinên federaliyê rojeke dîrokî ye û destnîşan kirin ku armanca wan pêkanîna projeya demokratîk e.

MUSTEFA MESAYIX

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Kurdisanî Mustefa Meşayîx: Ev roj ji bo tevahiya Sûriyê û taybet Bakurê Sûriyê rojeke dîrokî ye. Em îro di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, ji ber ku em projeyeke demokratîk ji bo tevahiya Sûriyê ava dikin. Piştî serkeftina hilbijartinên qonaxa yekemîn, îro gel nûnerên xwe yên meclîsên bajarok, navçe û kanton, hildbijêrin.

NESRE DIN IBRAHIM

Serkirtêrê Partiya Partî Neserdîn Îbrahîm: Hilbijartin bi awayekî demokratîk dewam dikin. Armanca me ji van hilbijartinan pêkanîna projeya demokratîk e da ku ji bo tevahiya Sûriyê bibe nûmûne.

SALIH GEDO

Sekirtêrê Partiya Çep Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Salih Kido: Em spasiya kesên ku mekanîzmeya rêvebirina hilbijartinan dimeşînin  dikin.

طلال محمد

Serokê Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed: Îro cara yekemîn e ku li  Bakurê Sûriyê û Rojava hilbijartineke demokratîk pêk tên. Bi saya fedekariya gelê me îro em gihîştin vê pêvajoyê.

(kc)

ANHA