Têkilî | Derheqê me de

Partiyên siyasî: Li hember li ser Efrînê bi berpirsyarî tev bigerin

KOBANÊ – Partiyên siyasî yên Kantona Kobanê bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê bi berpirsyariyên xwe rabin, her wiha bang li hêzên Kurdistanî kirin piştgiriya berxwedana gelê Rojava bikin.

Partiyên ″PYDê′ê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtî a Demokratîk li Sûriyê û Partiya Pêşverû-Sûriyê″ derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Di dema ku gelê Kurd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê serkeftinên mezin li hember DAIŞ′ê bi dest xistin, herêma bi ewle bû û bû meqseda koçberên ji tevahî herêmên Sûriyê de, Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên Îtîlafa Sûrî bi awayekî hovane êrîş birin ser herêma Efrînê.

Em van êrîşan şermezar dikin û bang li  civaka navneteweyî (di serî Amerîka û Rûsya) û rêxistinên mirovî dikin ku li hember êrîşên dagirkeriyê bi berpirsyariyên xwe rabin. Her wiha banga me ji hêzên Kurdistanî re heye ku piştgiriya berxwedana gelê Rojava-Bakurê Sûriyê bikin.

Divê gelên Bakurê Sûriyê bi yek destî li hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Her wiha divê partiyên Kurdî jî helwesta xwe li hember van êrîşan diyar bikin.″

Di dawiyê de dirûşmeyên ″Bijî berxwedana Efrînê″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA