Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiyên Siyasî Newroz pîroz kirin

NEVENDA NÛÇEYAN – Patiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl cejna Newrozê li şêniyên Rojava- Bakurê Sûriyê pîroz kirin.

Bi hatina cejna Newrozê 21`ê Adarê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivî daxuyaniyên pîrozbahiyê dan.

Daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê wihaye:

ʺGelê me yê kurd, Newroza îsal piştî 6 sal ji şoreşê ku veguherî şerekî dijwar û ji Deraa ve dest pê kir û li tevahî tax û bajarên Sûriyê belav bû û xwîna Sûriyan bi tevahî netew û tayife têkel bûn… newroza îsal di nava şert û mercên hesas de ku qada nevnetewî û herêmî têre derbas dibe û rewşên huhndirîn ku mirov têre derbas dibe, Newrozê pêşwazî dike, cejna Newroz li gelê Kurd ku girêdayî derketina li nava xwezayê hatibû naskirin lê îsal ji ber rewşê awerte û amûra tuştinê û zordariyê  de, dê li qadên giştî Newrozê pîroz bikin.

Em wek partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriyê di heman demê ku em hatina cejna Netewî Newrozê li gelê Kurd pîroz dikin, em bang li gelê xwe yê kurd ê Rojavayê Kurdistanê dikin ku bi temamî bi zanyariyên ku Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava ji bo parastna ewlehî û aştîbûna welatiyan hatine dayîn tevbigerin.ʺ

Daxuyaniya Yekîtiya Lîbralî ya Kurdistanê

ʺLi gel serkeftinên bê navber ên 4 salên dawî û derbasbûna 3 salan ji avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ku bi xwîna şehîdên bi nirx ên YPJ / YPG`ê hatin pîroz kirin û bi xwndina rast a berxwedana Rojavayê Kurdistanê  û Bakurê Sûriyê ku niha di nava dorpêçê de ye em pêşwaziya cejna azadiyê û serkeftnê Newrozê bi gerêmî dikin.

Bi vê boneyê em bang li gelên Kurdisatnê dikin bi ruhekî şaristaniya Newrozê pîroz bikin, em bi nirxên giran şehîdên xwe bibîr tînin ku layiqê ruhê Newroza serhildanê, azadiyê û serkeftina li hemberî zilmê dijberên mirovahiyê bin.

Em wek Yekîtiya Lîbralî ya Kurdistanê cejna Newrozê li tevahî gelên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin, bi taybet jî li Şervanên di çeperên şer de yên YPJ, YPG, Hêzên Asdayîşê bi hemû hêzên wê pîroz dikin.ʺ

Daxuyaniya partiya Kumonîst a Kurdistanê (KKP)

Gelê Kurdistanê yê Berxwedêr

Welatê me Kurdistan di vê pêvajoyê de cudayî berê rastî dorpêçê û şerên dijbe ên zalim li dijî doza me ya rewa hatiye, bi wehşiyeta xwe tawanên Hêtler ê Nazî û Mosolînî yê faşîst derbas kirine.

Rejîmên Kurdistan dagir kirine û paşverotiya Kurd a sêxoriyê ji wan rejîman re dikin hewil didin careke din agirê fîtneya şerê kurd- kurd pêxînin û şoreşa Kurdistanê li hemberî çewsandina niştimanî û civakî ya Kurdistanê hedef bigrin.

Divê hemû gelên şoreşa me li hemberî siyaseta van rejîman û sîxoriyên wê rawestin û şer rawestînin û ji bo yekîtiya refên şoreşger û neteweyî ya Kurdistanê tevbigerin. Rejîma Erdogan a faşîst û patiya wî ya toranî AKP`ê alîyê yekem û mezin ê ku destekê dide afirandina vê ye fîtneyê, ev yek jî dê bi saya raman û hêza we ya şoreşgerî vala bên derxistin.ʺ

(rr)

ANHA