Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Partiyên TEV-DEMʹê nameya Itîlafî şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Partiyên TEV-DEMʹê daxwaza  koma ku navê Koalîsyona Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) li xwe dike ku navê hêzên parastina gelên Bakurê Sûriyê dikin bikin terorist şermezar kir û destnîşan kirin ku nameya Itîlafê ya di vê derbarê de di çarçoveya dijberiya bi gelê Sûriyê re pêk hatiye û dane zanîn ku domandina van îdayan aloziya Sûriyê kûrtir dike, her wiha tevlîheviyê di navbera gelê Sûriyê de çêdike.

Partiyên TEV-DEMʹê di çarçoveya bersivdayîna Koma Opozisyonê ku navê itîlaf li xwe dike û dixwazin ku navê PYDʹê û hêzên leşkerî yên parstina Rojava-Bakurê Sûriyê dikin têxin nava lîsteya terorê û wan bi pêkanîna sûcan tewanbar kirin de, daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya Partiyên TEV-DEMʹê wihaye:

ʺJi destpêka aloziya Sûriyê û kûrbûna wê ve, peyamên îslmaiyên tundrew ji aliyekî ve derket, her wiha rêjîma Sûriyê sûcên şer li dijî welatiyan pêk anîn. DI heman demê de komên tundrew jî heman kiryar li dijî gelê Sûriyê pêk anîn. Di heman demê de hêzên niştimanî ku di bin navê Hêzên Parstina Gel wekî sernavê berxwedan û fedekariyê hate damezirandin. Ev hêz li gorî siyaseta parstina hemû gelên herêman tevgeriya. Ciwanên xwe yên herî bi nirx kirin qurbana pêkanîna armanca xwe ya pîroz.  Hêza navborî li dijî komên terorist ên bi hemû rêbazan hewl dan herêmên Bakurê Sûriyê bixin bin kontrola xwe da ku dewleteke bi navê Îslama Cîhadî ava bikin û ewlekariya herêmî û cîhanî têxin xeterê, derket û parstina gelê herêmê kir.

Tevî van hemû rastiyên ku êdî ji hemû kesî ve diyar bûye, hemleyên reşkirinê ku ji hin aliyê dijberiya gelê kurd û hêzên YPGʹê dikin ranewestiyan. Armanca van hemleyan ew bû ku rastiya xeta berxwedanê reş nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de rastiyên heyî dane guhertin û xwestin şeklekî qanûnî  li gorî siyasetên xwe yên têne zanîn bidênê. Herî dawî jî nameya ku ji komîteya Qanûnî ya Itîlafê ku ji NY û Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî re hate şandin û xwe dispêre derewan û berûvajîkirina rastiyan.

Naveroka Nameya wan zihniyeta tund û şofînist a wan kesên ku navê opozisyona SÛriyê li xwe dike, lê diyar bû ew  tenê li ser desthiladariyê li dijî rêjîmê ne, lê di aliyê zihniyeta şofînist û dûrxistina aliyên din  bi rêjîmê re heman nerîn in.

Niha jî bê rêziya vê koma siyasî ya jihevketî a dûrî hemû nirxên exlaqe hemleyên xwe yên reşkirin li ser Yekîneyên me yên qehreman zêde kirine. Ev îda û hemleyên wan rastî helwesteke sist û lawaz ji kesên qaşo di nava wan de nûnertiya kurdan dikin hatiye. Pêwîste ji nava vê koma ku dijberiya gelê me û doza me dikin vekşin û rastiya wan ji her kesî re eşkere bikin. Pêwîste rastiya kesayetên wan ên bi nexweşiya ezametê û têkçûnê ketine wekî Heysem El-Malih û ên wekî wî. Ên ku derfetek ji destê wan naçe ku êrîşî gelê kurd dikin û wan bi navên ne layîqî berxwedan û tekoşîna ku ji bo avakirina Sûriya demokratîk û azad didin meşandin, pênase dikin.

Em di partiyên TEV-DEMʹê de vê nameyan Itîlaf a bê berpirsyar û di çarçoveya dijberiya gelê Sûriyê pêk tê şermezar dikin û em wê red dikin.  Nameya ji dijberiya gelê kurd pêk hatiye û aloziya Sûriyê kûrtir dike, her wiha fitneyê di nava gelên herêmê de derdixe. Di dema ku hêzên YPG û QSDʹê tekane hêza Sûriyê ku ji bo pêkanîna demokrasiyê li tevahiya welat tekoşînê dike û li dijî terorê şer dike daku aştî û aramiyê di nava civakê de pêk bîne, ew alî êrîşî nirxên wan ên pîroz dikin.

Bijî Sûriya Fedral a Demokratîk û azad.ʺ

(dc)

ANHA