Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Paytexta DAIŞ’ê bi pêşengiya jinê ket’

QAMIŞLO – Rêvebireke MSD’ê bal kişand ku paytexta DAIŞ’ê bi pêşengîtiya jinan hatiye şikandin û jinê peyameke girîng daye tevahiya cîhanê.QAMISLO-MSD (1)

Buroya Jin a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo nirxandina asta kar û xebatên jinan li navçeya Tirbespiyê civînek bi rêve bir. Jinên navçeyê, nûnerên partî, rêxistin û komînan amade bûn.

Ji rêveberên MSD’ê Nûjîn Yûsif serkeftinên jinan li tevahiya cîhanê û rola jinên Kurd di şerê li hemberî DAIŞ’ê de anî ziman.

Nûjîn Yûsif got “Paytexta DAIŞ’ê ku Reqa bi vî navî dihate naskirin bi pêşengîtiya jinê hate şikandin. Asta vîn û hêza jinê ji bo tevahiya cîhanê bû nameyek ku jin dikare di hemû warên jiyanê de pêşengiyê bike.

Nûjîn bal kiaşnd ku hêzên faşîst bi komkujiya parîsê ya li dijî têkoşerên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla vîna jina azad hedef girtin, lê ew hêz şikestin û hersê jin bûne nimûneya têkoşînê.NOGIN YOUSIF

Rewşa li Îranê jî yek ji mijarên sereke bû ku Nûjîn behsê kir. Nûjîn Yûsif zordariya rêjîmê ya li dijî gelê Îranê bi bîr xist û got “Ev rêjîm dixwaze gel û jinê dûrî azadiya wan bixîne.”

Nûjîn Yûsif ev yek jî got ku di roja îroyîn jin di nava MSD’ê de ji bo rêveberina civakê mafê xwe yê siyasî bi kar tîne.

(rr/he)

ANHA