Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘PDK’ê dixwaze Kerkûk tevlî îmareya Dihok û Hewlêrê bike’

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê Kurdistanî Dana Celal da zanîn ku PDK′ê siyaseta xwe xistiye xizmeta Tirkiyê  û dewletên Kendavê û got ku Kerkûk ne bajarekî kurdiye, lê bajarekî Kurdistanî ye. Celal, her wiha destnîşan kir ku PDK’ê dixwaze Kerkûk tevlî îmareya Dihhok û Hewlêrê bike.

Nivîskarê Kurdistanî Dana Celal anî ziman ku PDK′ê dixwaze Kerkûkê tevlî îmara Dihok û Hewlêrê bike û wiha got: ″Li Başûrê Kurdistanê nakokiyên siyasî û aloziyên aborî rû didin û siyasetên PDK′ê xizmeta berjewendiyên Tirkiyê û dewletên Kendavê dike, da Kevana Sinî were avakirin.″

Nûçegihanê me derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, bi nivîskarê Kurdistanî Dana Celal re hevdîtin pêk anî.

Hevdîtin wiha ye:

*Hûn aloziya ku li Başûrê Kurdistanê rû dide, çawan dinirxînin?

Aloziya ku li Başûrê Kurdistanê rû dide di encama hildana ala Kurdistanê ya li bajarê Kerkûkê de pêk tê. Ala Kurdistanê bi erêkirina piraniya endamên Meclîsa Kerkûkê yên kurd, li bajar hatiye hildan. Lê nûnerên ereb û tirkmen ev yek red kirine.

Li vir pirsa ku di serê mirovan re derbas dibe, ew e ku çima li Rojava Kurdistanê gelê ereb lê dijîn?. Li Rojava jî gelê ereb çekê hildigirin û li gel şervanên YPG/YPJ′ê şerê dijberan dikin?. Çima herêmên derveyî Rojava tevlî Federaliya Bakurê Sûriyê dibin?. Çima ereb û tirkmenên Kerkûkê, nîqaşkirina doza Kerkûkê red dikin?

′Kerkûk dilê Kurdistanê ye′

Bavê Mesûd Bezanî Kerkûk wekî dilê Kurdistanê bi nav kir, Mam Celal jî wekî Qudsa Kurdistanê bi nav kiriye. Herdûyan bi vê yekê destnîşan kirin ku bajarê Kerkûkê navenda çareserkirina doza kurd li herçar parçeyên Kurdisntanê ye.

PDK′ê ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê hilda, lê ew bi vê yekê bi ser nakeve. PDK′ê nikare hêzên kurdî yên ku herêma Şengalê diparêzin, wekî hêzên dagirker bi nav bike û wan ji herêmê derbixe.

Hin Rêveberên Kurd şaştî kirin û hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê bi referandûmê û serxwebûna bajêr de girêdan.

*Bi nerîna we, PDK′ê dikare serxwebûna xwe ragihîne?

PDK′ê bi van siyasetên ku dimeşîne, dikare serxwebûna xwe ji gelê Kurdistanê ragihîne.

*Di hin raporan de tê xuyakirin ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanî ala Kurdistanê li Kerkûkê rakiriye. Kî bajarê Kerkûkê birêve dibe?

PDK′ê hewl bi rêbazên leşkerî jî, Kerkûkê tevlî îmareya Dihok û Hewlêrê bike. Endamên Meclîsa bajarê Kerkûkê li ser meseleya hildana ala Kurdsitanê li asîmanê bajêr erê kirin.

*PDK′ê hewlesta li hember hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê diyar nekiriye, hûn vê yekê çawa dibînin?

Têkîliyên di navbera Rêveberên, partiyên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê de, aloz bûne. PDK′ê siyasetên xwe li gorî berjewendiyên Tirkiyê û dewletên Kendavê dide meşandin, da Kevana Sinî were avakirin.

PDK′ê nikare helwesteke ku xizmeta berjewendiyên Enqereyê neke, nîşan bide.

*Tirkiyê hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê bi tundî red kir, lê PDK′ê li hember vê yekê tu helwest nîşan neda. Nerîna we derbarê vê yekê de çiye?

PDK′ê li dijî tevgera gelê me yê Rojavayê Kurdistanê kiryarên hovane kirin. Lê îro ew li hember helwesta Tirkiyê ji hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê bêdenge. Erdogan jî, di daxuyaniyên xwe de dibêje Kerkûkê bajarê Tirkmenane û xwest ku ala Kurdistanê di zûtirîn dem de were danîn.

*Serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî diyar kir ku helwesta wî ya li hember Kerkûkê, wekî ya Serokê Tirkiyê ye. Ev tê çi wateyê?

Heta ku PDK′ê ji bin desthilatdariya AKP′ê rizgar nebe, nikare dûrî berjewendiyên Erogan gavekê bavêje. Ne tenê di doza Kerkûkê de, lê di hemû dozên  Kurdistanî de.

Em banga biratiya gelan û Federaliya Demokratîk dikin. Ji ber vê divê em ji bîr nekin ku li Kerkûkê netewên din wekî tirkem, ereb, kildan, aşûr û suryan jî dijîn.

Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, ne kurdî ye. Diviya PDK′ê ji bo parastina pirengiya bajêr, bersiva daxuyaniyên Erdogan bida.

(mm)

ANHA