Têkilî | Derheqê me de
ANHA

PDK`ê hêza xwe  li Mexmûrê zêde  dike

NAVENDA NÛÇEYAN  – Piştî ku çeteyên PDK’ê û AKP’ê di 3`ê adarê de êrîş biribûn ser YBŞ’ê niha jî PDK`ê li dora  wargeha Mexmûrê hêz teqwiye dike.

PDK’ê beriya niha bi heftiyekê pêşmerge li çiyayê Qereçûx a Mexmûrê bi cih kiribûn. Li gorî nûçeya ANF`ê ku xwe dispêre jêderkên xwecih, PDK`ê  vê sibehê nêzî 100 wesayitên zirxî û gelek çekên giran û hêza leşkerî ber bi Mexmûrê ve şand.

Tê gotin hêzên li Dîbega ya Mexmûrê dicivin piştî nîvro ber bi wargeha penaberan a Mexmûrê ve bi rê ketin.

(kc)