Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye’

Dîmen

EHMED SEMÎR- MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye Dilovan Deştî anî ziman ku pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî heye û bang li hemû aliyên siyasî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û li dora şêweriya yekîtiya netewî kom bibin.

Dilovan Deştî derbare yekîtiya netewî de ji ajansa me (ANHA) re axivî û wiha got:ʺ Yekîtiya netewî li hemberî komployên li ser gelê Kurd, gavekek girîng e. Her wiha ji bo parçebûna di nava gelê Kurd, çereserî ye.”

Deştî di nava gotinên xwe de anî ziman ku wê bi riya yekîtiya netewî doza gelê Kurd ne tenê li Rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û her cihê ku  gelê Kurd lê dijî, çareser bibe.

Gotinên Deştî Dilovan wiha bi dawî bûn:ʺ Ez bang li hemû partiyên siyasî, saziyên Kurdan dikim ku tevlî şêweriyê bibin û nakokiyên partiyan e bidin aliyekîʺ.

(np)

ANHA